Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

65 sal Ji damezrandina yekemîn rêxistina Kurdî li Sûriyê

Desteya sernivîser*

Roja Înê, 14ê Hizêrana sala 1957an, di jiyana gelê Kurd li Sûriyê de rojeke dîrokî ye. Di vê rojê de, li bajarê Helebê, mala birêz Mihemed Elî Xoce, biryara damezrandina yekemîn partiya Kurdî li Sûriyê hatiye ragihandin û ji bal 7 xebatkaran ve daxuyan hatiye imzekirin.

Damezrênerên Rêxistinê ya ku bi Partî Demokratî Kurdistan hatiye binavkirin ev bûn: (Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Hemîd Derwîş, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan Nesan, Xelîl Mihemed û Hemze Niwêran), û rêzdar Reşîd Hemo bûye Sekreterê Partiyê.

Li gora hevpeyvînekê digel Dr. Xelîl Mihemed re, piştî salekê ji temenê Partî, Dr. Nûredîn Zaza tevlî rêxistinê bûye, û bûye Sekreterê wê.

Bêgomane ku li ser rêya kar û xebatê, di siha geşbûna hişkbaweriya netewî ya Erebî û nerîna şovînî li gelê Kurd û kêmneteweyên din ên li Sûriyê dijîn de, van mezinên me gelek cefa kişandine, bi salan di zindanên zordariyê de rojên reş û tarî ji temenê xwe derbas kirine, tûşî derd û xemên giran bûne.

Ji ber siyaseta nijadperest a dewletê, û hilwesta wê ya neyênî ji pêkhateyên Sûriyê, nemaze ji gelê Kurd û doza wî ya dadmend re, li Cizîrê, Ciyayê Kurmênc û Kobaniyê, bi hezaran xortên Kurdan tevlî Partiyê bûne û berevanî di ber mafên gelê xwe de kirine, li seranserî deverên Kurdî rêxistin xurt û belav bûye, cih girtiye.

Li hember geşbûna partiyê û hembêzkirina wê ji bal gelê Kurd ve, dezgehên Parastina Sûriyê, bêdeng nemane, û wê dest bi tepeserkirin û zindankirina serkirde û endamên çalak kirine, pilanên jihevxistin û tunekirina Partiya nûhatî danîne.

Di vê bîranîna pîroz de, bi kurtî be jî, pêwiste em hinekî li ser rewşa gel û tevgera wî ya rêzanî rawestin.

Dema mirov li rewş û tabloya tevgera rêzanî ya Kurdî temaşe dike, mijûl dibe, di warê hejmar, têkilî û danûstandinê de binirxîne, mirov noqî xemgîniyeke kûr dibe. Hejmara partiyên me, hemî sînorên pêdiviyan derbas kiriye, nemaze piştî ku kirîza Sûriyê rû daye, bi dehên partiyan hatine çêkirin. Ji hêleke din ve, mixabin ku destêwerdanên ji derveyî sînor di hûrguliyên tevgerê de têne kirin, digel dana peran, cîgeh û rûmeta tevgera me pir qels û lawaz kiriye, gel û tevger ji hev dûr xistine!

Bi kurtî, ji me hemiyan tê xwestin ku em li xwe vegerin, û di wê bîrbaweriyê de bin ku, tevî giringiya firehkirina xeleka dost û piştgiran ji dozê re, lê eger ne em li doza gelê xwe xwedî derkevin û berevaniyê di ber hebûn û mafên xwe de bikin, tu kes nake, û ev erkê me Kurdan bi xwe ye!

Ev dubendiya ku îro tevgera me tê de dijî, me berê xwe daye hev û em gotara kîn û berberiyê di civakê de belav dikin, em rê li pêş pilanên neyarên hebûna gelê xwe dûz dikin, û roja bidestxistina mafên gelê xwe dûr û dirêj dikin!

Cima gelo ji bo pirs û berjewendiyên gelên xwe, tevgera rêzanî li hemû deverên cîhanê dikarin cudahî û nakokiyên xwe li hêlekê deynin û mil li mil, li ser xalên hevbeş hevkarî û xebatê bikin, tenê em Kurd nikarin vê gavê bavêjin!? Gelo cudahiya nerîn, raman û baweriyan dibine sedem ku em bi çavên neyaran li hev binerin, têkiliyan ji hev bibirin!? Gelo em nizanin ku ev sîstema ramanê di rajeya kê de ye û kî sûdê jê werdigre?! Ev qonaxeke tariye, hêviyên gelê me bi xebat û jiyaneke azad qels dike û dilê şovenistan geş û hênik dike.

Lê, bi her hawî, civak bê tevger nabe, û ji ber ku tevgera siyasî digel partî û rêxistinên civaka sivîl amûrên guhertin û pêkanîna mafan e, her û her ew ji bal neyaran ve têne armanckirin, tunekirin û qelskirina wan tê xwestin.

Vêca, ji me jî tê xwestin ku em amûra xebata xwe nûjen bikin, bi rengekî nû, hişekî vekirî, destê biratiyê bidin hev û xebata gelê xwe birêve bibin, li şûna berjewendiya partiyan, em berjewendiya gelê xwe bikin armanca sereke, û em bi hêvî ne ku ev pêngava giring bête avêtin.

Li dawiyê, Silav ji giyanê damezrênerên Partiyê re, temenê xebatkarê damezrêner Xelîl Mihemed dirêj be, û serketinê ji doza gelê Kurd a dadmend re hêvî dikin!

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button