Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Tevî hemî êş û azaran… Paşeroj ji gelê me re ye!

Desteya sernivîser*

Piştî ku şoreşa Agirî (1926-1930) bi serkêşiya General Ihsan Nûrî Paşa li ser destê Turkiyê bi alîkariya dewleta Îranê hate şikandin, berpirsên dewletaTurkiyê yên çavsor, bi hovîtiyeke kesnedî Kurdistan wêran û kavil kirin, bi hezaran mêr, jin, pîr û kalên Kurdan qir kirin, Kurd koçber kirin, bi dehê hezaran li ser rêyên koçberiyê mirin, li çolan hatin binaxkirin û di rojnameyên xwe yên fermî de bi vê serketinê(!)  keyf û şahî kirin. Nîgareke karîkatorî belav kirin ku ew gornek li ser çiyayê Agirî bû, li ser kêla wê çend rêzik bi vê wateyê hatibûn nivîsandin:

«Ew Kurdistana ku we hewlda ava bikin, di vê gornê de hatiye veşartin!».

Lê, bi demê re aşkere zelal bûye ku, nivîskarên wan rêzikan ketine gorê, gelê Kurd û welatê xwe Kurdistan zindî mane, û her dê zindî bimînin. Wekî her car, gel birînên xwe derman kirine, welatê xwe, xaka bav û kalan bernedaye, û ji bo bidestxistin û wergirtina mafên xwe yên netewî li her çar kinarên welêt, kar û xebata xwe berdewam kiriye.

Di vê serdem û qonaxa me ya nûjen de ku gelek guhertinên kûr di siyaseta cîhanî de rûdane, rikberî di navbera hêzên mezin ên cîhanê de tûj bûye, kirîzên aborî li gelek dewletan serî hildane, ji bilî guhertina jîngehê ku bûye egera derketina gelek êş û nexweşiyên giran, lê, derdê herî bi êş û jan ew e ku rola Rêxistina Navnetewî UNê di civaka cîhanî de qels bûye, şer, pevçûn, kuştin û rijandina xwîna mirovan li hawîr belav bûne. Ji ber ku sermiyan û berjewendiyên fabrîqeyên çekan siyaseta dewletên mezin ên xwedî rol destnîşan û nîgar dikin, nirxên mirovatî û mafên mirovan li şûn mane, hêminî û aştiya cîhanî leq bûye, tu rêz û rûmet ji mirov û mirovatiyê re nemaye!

Di siha vê rewşa girik de, dewletên herêmê ku gelê Kurd û welatê wî dabeş kirine, nemaze dewleta Turkiyê, qirkirina gelê Kurd bûye sernav û navnîşana siyaseta wê! çi li li Herêma Kurdistanê, çi jî li Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, dijî hebûn û hêviyên gelê Kurd dixebite.

Li şûna ku gelê Kurd ê di şerê cîhanî yê dij terorê de biserket û rêxistina Daʼiş û xuhên wê şikandin ji bal civaka cîhanî ve bê xelatkirin û ji dîliyê bête rizgarkirin, îro ew li ser destê dewleta Turkiyê tûşê şerê nemanê dibe, ji xaka bav û bapîrên xwe tê derkirin û biyanî li şûna wî têne çandin, hêzên mezin ên xwedî rol, ji bo berjewendiyên xwe li hember vê tewana nemirovane kerr û lal in, bê deng in!, ne tenê wilo, hin ji wan xwe bi derew û nîqên berpirsên vê dewletê didine bawerkirin, û li kêleka vê sitema hovane radiwestin!

Lê, ji bo naskirina rastiyê, divê em Kurd jî li kêmasiyên xwe mikur bên, bi wêrekî wan destnîşan bikin, bi hişekî vekrî çareseriyê ji wan re bibînin. Li ser serê pirsgirêkên me yên navxweyî, perçebûn û belavbûna hêzên me yên siyasî ye. Dûr ji saloxan û diruşmên pûçî vala, giringe em hemû, çi tevgera siyasî, çi jî ya civaka şaristanî û çi jî rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe, li xwe vegerin, nerîn û cîgehên xwe li gor demê binirxînin û biryarê bigrin, hevkarî, karê hevbeş û destê biratiyê dirêjî hev bikin, û em hemû bawer bin ku çand û gotara zikreşî û berberiyê di bin çi navnîşanê de be û ji kîjan alî derkeve, ew ziyanê dide doza gelê me, li şûna wê, em gotara lihevkirin û rêzgirtinê belav bikin û li gora ronahiya wê xebatê bikin.

Her baweriya me li cî ye ku hemû pilanên reş ên neyarên hebûna gelê me dê têkbiçin û gelê me dê bimîne, ew dev ji doz û mafên xwe nagere, û bila her kes û alî zanibe ku ta ku gelê me di bin nîrê sitem û zordariyê de bijî, devera Rojhilata Navîn hêminî û aramiyê nabîne, û tevî hemû êş û azaran, paşeroj ji gelê me yê Kurd re ye.

* Rojnama Newroz – hejmar /152/ – 11 Tîrmeh 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button