Bi ser destdanîna li ser malmewalên xelkê li herêmê, û tarûmarkirin û dizîna hin malmewalên din bi rengekî fere û bi navê “şoreş û cîhadê”, çekdar û anîndeyên girêdayî Hemahengiya (Itîlafa) Sûrî – Ixwanî û Turkiyê li hev dixin, û li ser tiştên dizîn û çarçewa bandoriyê hevrikî û nakokiyan bi hev re dikin, û li ser saz û awazên dijayetiyên Turkiyê, şoven û nijadperestan ên li dijî Kurdan û herêmên wan, dadikevin asta herî nizim ji perensîpên sinciyane.
Ev jî hin binpêkirin û tewanên têvel in:
= Gundê “Çolaqa”:
Bi Navça Cindirêsê ve girêdayî ye, /13/ KM ji navenda wê dûr e – Bakur Rojhilat, ji dora /90/ malî pêkhatî ye, dora /550/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, li dema dijberiya li ser herêmê hemî penaber bûn, jê dora /70 malbat=225 nişte/ vegerîn û yên mane jî zorane koçber bûn, û dora /125 malbat=750 nişte/ ji anîndeyan tê de -piranî di çadirên ku di nav zeviyan û li dor gund venandî de- hatin niştecîkiriin.
“Hin çadirên anîndeyan li nav zeviyên zeytûns li G. “Çolaqa” – N. Cindirêsê.
Li karnava dijberiya li ser herêmê çend caran gund hate topebarankirin, di encamê de cîgeheke perwerdekirina mirîşkan e “Mehmûd Selîmê” bi tevahî hate roxandin, bi piçekî jî ziyan gihîşte dîkanekê, û bi ser de jî tirsandina xelkê.
Li rex hebûna Milîseyên “Tevgera Ehrar El’şam”, Milîseyên “Firqit El’hemzat” – e ku dest daniye ser qesra “Ezet Menan Axa” û beşek jê ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî û beşê din jî kiriye mizgeft- gund desteser dikin; Wan piraniya kelûpel û tiştmiştên hundir malan, ji xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û taqeta elektirîka roniyê û yên din dizîn, û piştî basmîşkirina gund, bi behaneya hebûna bombeyan, bêtirî deh rojan qedexe kirin ku xelk vegere gund, û bi ser de jî dizîna makîne û tirektora “Ezet Menan Axa”, tirektor û matora duloqî yên “Xelîl Beşîr”, tirektor û makîna “Xelîl Mûrad”, giropeke zayenda elektirîkê (ampêr) e mezin e “Henan Seydo”, guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî û keblên telîfûna zemînî.
Û weha wan dest danîn ser dora /10/ hezar darên zeytûnê ji tevahiya /50/ hezar darên gund, jê yên “Xelîl Beşîr, Xelîl Mûrad, Malbata Selîmê, Malbata Beskê, Malbata Zênelûşê”, û 10% li ser berhema werzên (mûsim) hemwelatiyên hene û 40% li ser yên ne li gund -ên ku merivin wan ji ber ve radikin dîdinin- vêrgî ferz kirin, ji bilî dizînên berhemên zeytûna li mûsimê, û bi ser de jî ferzkirina vêrgiyan -bi bûne û vêbûne- li ser halxweşan.
Û piştî du salan ji dagîrkeriyê û karanîna hemî zext û fişaran li ser Hemwelatî “Xelîl Mûrad Mûrad” û ferzkirina vêrgiyên diravî yên mezin li ser, û neçarkirina wî li ser koçbarkirina zorane ji herêmê, milîseyan dest danîn ser malmewalên wî (kargeheke tijîkirin û parastina zêtûnê sifrê û acetên wê, Makînak Honday, mal û tevahiya tiştên tê de, perçerdekî avahiyan li nêzîk Cindirêsê /750/ m² ye ku avcenîgehek tê de çêkirine).
Û milîseyan bidehan darên ihracê yên temenmezin di hundir gund de qut kirin, û weha jî qutkirina du daristanan li Başûr û Rojavayê gund tevî agirpêxistinê bi awakî mebestkirî, ew jî bi veger ji wêneyên Gogêl Êrs re berî û piştî dagîrkirin û qutkirinê, li (Rezbera 2017an Z, Tebaxa 2020an Z) ji daristana Başûr re -bi rûbera /23/ hiktaran- asta qutkirin û şewtandina fere jê re tê diyarkirin, û li (Avrêla2018an Z, Tebaxa 2020an Z) ji daristana Rojava re qutkirina giştî ji dora /1/ hiktar re diyar dibe, û ji ber ku ew destdirêjî ji herdu daristanan re di navboriya herdu salên borî de berdewan in, ji ber wê mirov kane bibêje ku tu tişt jê nemaye.
“Daristaneke îhracê li Başûrê G. “Çolaqa”, berî û piştî dagîrkirin û qutkirinê.” “Daristaneke ihracê Rojavayê G. “Çolaqa”, berî û piştî qutkirinê.”
Weha jî wan ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, nav erdên çandiniyê yên di navêna herdu gundên “Çolaqa” û “Feqîra” de kolan û şikeft tevdan; Û hin gorên ku bi Kurdî li ser hatine nivîsandin wêrankirin, mîna gorên Pakrewan “Gulîstan Hesen” û dilovanberê Barker “Ebid El’ Rehman Hemadê”.
“Kolandin di nav erdên çandiyê de, yên li nava gundên “Çolaqa” û “Feqîra”, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan.”
Û weha jî xelkê gund ên mane rastî cûreyên têkel ji binpêkirinan hatin, ji revandin û girtinên bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin û peresitandin û yên din; Bidehan û bi demên têvel hatin revandin û girtin digel ferzkirina vêrgî û sezayên diravî, nimûne xort “Ebid El’rehman Osman kurê Xelîl – 1990 .Z” li 2.8.2018an Z, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û weke zanyarî, ew di Hepsa Çobanbegê (El’ra’î) û Babê de zorane hat veşartin, ta ku li 11.3.2021an Z ji Hepsa “Maratê” – Efrîn hate berdan.
Weha jî Destlatên Dagîrkeriyê hemwelatî “Ferîd Mihemed Reşo, Henan Seydo kurê Şêx Mihemed” li Avrêla 2021an Z -piştî qedandina sê salan di hepseke Bajarê Entekê yê Turkiyê de- berdan, û divê bête zanîn ku ew li Avrêla 2018an Z ji mala wan li gund hatin girtin, û bo hundir Turkiyê hatin birin.
Û ji zaroyên gund Zarok “Ibrahîm Reşîd Reşo /5/ sal” di encama topebarana Gundê “Qenterê” de – Navça Mabeta li 24.2.2018an Z şehîd ket, û birayê wî “Husên Reşîd Reş/9/sal” û bavê wî birîndar bûn, piştî ku malbat ji “Çolaqa” penaberî wir bû.
“Pakrewanê zarok “Ibrahîm Reşîd Reşo”.”
\Û Hemwelatî “Ebid El’rehman Kemal Şêxo /30/ sal” yekser bi sekna dil mir, piştî ku makîne, tibabeke diravî û alavine elektirîkê yên malane jê hatine standin, li dema vegera wî bo gund li 10.6.2018an Z, ji aliyê rêbendeke çekdar ve, li çateriya Gundê “Keferdelê Jêrin” yê hevcîwar.
“Dilovanber “Ebid El’ Rehman Kemal Şêxo”.”
Û li 18.12.2020an, teqandinek mezin di embareke çekan û zexîrê ye Milîseyên “Ehrar El’şam” li gund çêbû, agir pêket in, û di encamê de parêzkarên wê hatin kuştin.
Û li 24.9.2020an Z û 12.2.2022an Z jî, di nav Milîseyên “Ehrar El’şam” û “Firqit El’hemzat” de li gund û derdorê, bi sedema nelihevkirinê li ser çarçewên bandoriyê û dizînan pevçûnin derketin, û di encamê de hin endam ji herdu aliyan hatin kuştin û birîndarkirin, û tirs di nav xelkê de çêbû.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji deh rojan ve, Hemwelatî “Ehmed Mihemed Reşo /35/ sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê, piştî vegera wî ji Turkiyê, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re; Û divê were zanîn ku ew ji destpêka kirîza Sûriyê û berî damezrandina wê rêvebiriyê koçberî Turkiyê bû.
– Li 14.6.2022an Z, Hemwelatî “Eslan Şêxmûs Hebeş /39/ sal” ji xelkê Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, cara sisiyê bi tuhmeta Têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 16.6.2022an Z, Hemwelatî “Mihemed Ehmed Mistefa /38/ sal” ji xelkê Bajaroka “Kaxrê” – N.Mabeta û li Taxa Eşrefiyê li Bajarê Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
= Bêsûberî û serberdayetî:
Li 14.6.2022an Z, di navêna du giropên anîndeyên ku li Gundê “Firêriyê” de – N.Cindirêsê (ya yekê ji Êla El’ cemelan – Gundewarê Hemê yê Rojhilat û bi ser Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve û dora /500/ seriyên pêz li cem hene, û ya diwem jî ji Bajaroka “Encarê” – Gundewarê Heleb a Rojava û bi ser Milîseyên “Nûr El’dîn Zenkî û El’sultan Silêman Şah” ve) pevçûnin derketin, û di encamê de pênc kes (/3/ ji El’cemelan û /2/ ji Encare) hatin kuştin û şeş birîndar bûn, û di dû re rewş di nav milîseyan de li hev ket, bi sedema nelihevkirinê li ser çêrandinê di pirêzak gênim de – erdekî ji aliyê yên bi ser Hemzata ve desteserkirî.
= Binpêkirinên din:
– Ji heftakê ve yekî ji anîndeyên Gundewarê Şamê û dest daniye ser maleke Gundê “Bihiyê” – Çiyayê Lêlûn, mekin li temenmezinê Êzdî “Nasêr Umer Elûş” xist, û di encamê de dest û lingê wî yên rastê şikîn û birîn û derzandin di govde de çêbûn, bi behaneya ku çêla temenmezin derbas mala ku dest daniye ser bûye, di heman dema ku temenmezin lezkir ku çêlê derîne.
“Temenmezinê birîndar “Nasêr Umer Elûş”.
– Bi sedema destdirêjiyên fere li ser daristan û zevî û erdên çandiniyê, zêdebûna pileyên germiyê û carina jî bi rengekî mebestkirî, hin şewat di daristanan de çêbûn “(17Pûşperê – G.Remedana, 15 Pûşperê – G.Merwaniyê Jêrin, 11 Pûşperê – G.Hechesna) li N.Cindirêsê, (12 Pûşperê – G.Maseka) li N.Reco, û li 14 Pûşperê li erdekî çandiyê li Gundê “Dêrbelûtê” – N.Cindirêsê, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê ew şewat vemrandine.
“Şewatek li daristana “Merwaniyê Jêrin” – N.Cindirêsê.” “Şewatek li daristana “Hechesna” – N.Cindirêsê.”
– Li vê dawiyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” li dor Gundê “Birc Ebdalo” – Şêrewa ji bo dizînê li kevneşopan gerîn, û di gerînê de amûr û alavên naskirina bombe û madenan bi kar anîn; Û li sala borî Girê Birc Ebdalo yê kevneşopî bi şêwakî fere kolan û rêşkirin, û kinzên binerd jê dizîn.
Bêdengiya navdewletî li ser rewşên pîs li Efrînê û neberpirsiyarkirina Turkiyê ji ber ve -bi ser ku ew bi hemî pîvanan dagîrker e- Hikometa Anqerê û nandozên wê têve dide ku binpêkirin û tewanên bêtir di dermafê herêmê û xelkê de bikin, û guhertina demografî tê de kûr dike.
19.06.2022an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————————–
Wêne:
– Hin çadirên anîndeyan li nav zeviyên zeytûns li G. “Çolaqa” – N. Cindirêsê.
– Kolandin di nav erdên çandiyê de, yên li nava gundên “Çolaqa” û “Feqîra”, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan.
– Daristaneke îhracê li Başûrê G. “Çolaqa”, berî û piştî dagîrkirin û qutkirinê.
– Daristaneke ihracê Rojavayê G. “Çolaqa”, berî û piştî qutkirinê.
– Pakrewanê zarok “Ibrahîm Reşîd Reşo”.
– Dilovanber “Ebid El’ Rehman Kemal Şêxo”.
– Temenmezinê birîndar “Nasêr Umer Elûş”.
– Şewatek li daristana “Merwaniyê Jêrin” – N.Cindirêsê.
– Şewatek li daristana “Hechesna” – N.Cindirêsê.
————————————-
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: