Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Şêx Aalî partiya YNK pîroz dike

PÎROZBAHÎ

Serokê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan birayê hêja birêz BAFIL TALBANÎ….

Endamên serkirdayetiya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan….

Silav û rêz….

Bi boneya Yobîla Zêrîn ya damezrandina YNK ya bira, em we û hemî heval û hogirên YNK pîroz dikin, hêvîdarin xebat û têkoşîna we her berdewam û li pêş be.

Bêguman, di van 50 salên borî de, çendî YNK di jiyan û pêvajoyên Îraq û herêma kurdistanê de xwedî navnîşan û roleke gewre bû, ewqas jî di Tabloya têkoşîna gelemperî ya gelê kurd de bi giştî, xwediyê cîgeheke avaker bû, herweha li ba partî û hêzên demokrat û aştîxwaz li rojhilata navîn û cîhanê ciyê rêzgirtin û balkêş bû.

Careke dî, bi navê heval û hogirên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûrya, em we pîroz dikin, pêşkeftin û serkeftinê ji we û gelê kurdistan û Îraqê re dixwazin, bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.

Birayê we                                                        

Muhyedîn Şêx Aalî

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriya

Qamişlo 01.06.2025an

————–

Pîrozbahî YNK-01-06-2025-PDF

Related Articles

Back to top button