Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Pêşmerge….

Helbest: Ronî ELÎ

Dengê me ….

Her tifinga milên te ye

Sînga me ….

Ew ji xwîna dilê te ye

Hêza te ….

Ahenga vejîna me ye

Navê te ….

Sirûda jiyana me ye

Pêşmerge ….

Tu sînorê welatî

Pêşmerge ….

Tu sembola Feletî

Tu di lêvên zarokan de

Geşbîn û aynde ye

Di gerdenê Bûkan de

Hevjînê omîda ye

Her şax û newalên me

Ser milên te ava ne

Li çi sonda bi welat

Ala te berz li bane

Pêşmerge ….

Tu sînorê welatî

Pêşmerge ….

Tu sembola Feletî

Cil û bergên bejna te

Gula biskên kecane

Destkewtinên cenga te

Ew Rûpela bi şane

Sirûda te her ew e

Denvedana Barzanî

Ji hêviyên dilan re

Her awat û nîşanî

Pêşmerge ….

Tu sînorê welatî

Pêşmerge ….

Tu sembola Feletî

9-8-2014

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button