Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (180): Gundê “Hebo”, girtinên bêsûcane û jiyana girtiyekî zorane di metirsiyê de ye, qutkirina daristanên ihracê, bêserûberî û serberdayetî

Bi tewanbariya têkeliyeke(leşkerî, yan sivîlî, yan xizmetguzariya xwebexşane, yan jî parêzvaniya şevayî û hinên dî) bi Rêvebiriya Xweser a berê ya ku çar sal di ser hebûna wê re derbasbûne, hîn  zincîra girtinên bêsûcane li cem Destlatên Dagîrker berdewam dike, û Istîxbaratên Turkiyê di riya alavên xwe yên xwecihî re(polîs, dadgeh, milîs, toreya sixûran..) hilmetê dajo, û bingehên daxuyanên kesayetî li ser girtiyan jî -di nav de jin û temenmezin- amede dike, ji bilî wê jî bi hezaran revandin û girtinên zorane li ba milîseyan; Em kanin bibêjin ku ta niha dora /500/ girtî/ revandî ji hemwelatiyên Efrînê zorane veşartî ne, doseya Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” ya dengbed hîn nehatiye girtin, û tirs li ser jiyana hinekan ji wan jî heye.

Evên jêr jî hin binpêkirin û tewanên belgekirî ne:

= G.”Hebo”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /8/KM ji navenda wê dûr e, ji /65/malan pêkhatî ye, dora/350/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, tenê jê /28malbat=100nişte/ man, û /13malbat=80nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.

“Hin malên roxandî li G.”Hebo” – N.Mabeta.”

Di dema êrişkeriya bi ser herêmê de, du mal ên “Egîd Reşîd Egîd, Yûsêf Ebdo Egîd” bi tevayî hatin roxandin, /15/ mal bi piçekî ziyan gihîştinê, û ji sivîlên gund jî hin şehîd ketin.

Milîseyên “Elmuntesêr Bîlah” gund desteser dikin, tevaya kelûpelên malên ku dest danîne ser dizîn, û ji malên din xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û hin tişmiştên din, û herweha jî dizîna makîna “Selah Şukrî Etnê”, giropa zayendkirina elektirîkê ya “Bîlal Arêf Hebeş” û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî. Û Milîseyan vêrgiyên mezin li ser werzên “mûsim” zeytûna ferz kirin. Û hemwelatiyên li gund mane rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin û girtinên bêsûcane, peresitandin û hin kiriyarên din.

= Girtinên bêsûcane:

Destlatên Dagîrker ev kes girtin:

– Ji dora pênc heftan ve, Hemwelatî “Ciwan Zûhêr Hec Reşîd/34/sal” ji Gundê “Elemdara” – Navça Reco. Hêjaye bi bîr were ku ew li Bajarê Efrînê rûniştibû, paşê biryar da ku vegere gundê xwe da ku mal û milkên xwe radest bibe, û silef berê xwe da navenda Milîseyên “Feyleq Elşam” li Bajaroka “Meydanekbezê” ya ku gundê wî desteser dike; Lê, ew bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re girtin, mekin işkence kirin, û radestî asayêşa li Reco kirin, da ku paşê ew jî ji aliyê xwe ve wî bo Hepsa “Maratê” – B.Efrînê biguhêzin.

– Li 31.12.2021an Z, Temenmezin”Arêf Mihemed kurê Şêx Mihemed/70/sal” ji G.”Elemdara” – N.Reco, ji aliyê Asayêşa N.Reco ve, piştî vekirina dozekê li ser ji aliyê çekdarekî ji Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” ve. Çîroka giliyê çekdêr jî weha bû: Li dema ku hemwelatiyê temenmezin gilîk li Dadgeha Ezazê li dijî anîndeyên malbateke ku vê re di vêla birayê wî li Gundê “Kefircenê” de rûniştibûn û agir berdabûn embareke wî ji ber ku wî xwestibû wan ji malê derîne vekir, wî çekdarî xwe kir ku parêzer e, ji xwe re pêkenî û xapand, û bê zanebûna wî li ser belgeyên diravî yên bi qasî /52/ hezar dolar da imzekirin.

– Li 2.1.2022an Z, Hemwelatî “Ismet Ehmed Ebdo/25/sal – bavê du zarokan” ji Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ye.

– Li 6.1.2022an Z, ev hemwelatî “Cîhad Sadêq Berekat /30/sal, Xebat Mihemed Hebeş /30/sal, Mihemed Sibhî Hemo/28/sal” ji aliyê Asayêşa Leşkerî ve li B.Cindirêsê, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û piştî du rojan û ferzkirina /5/hezar P.T li ser her yekî ji wan “Cîhad û Xebat” berdan, lê yê sisiyê birin Efrînê, û ta niha bêsûcane bendkirî ye. Divê were zanîn ku ew berê jî carekê hatiye girtin.

– Li 11.1.2022an Z, herdu hemwelatî “Ebdîn Birîm/42/sal, Mihemed Umer/43/sal” ji Gundê “Me’imila” – N.Reco, bi tuhmeta hevpişkiya  wî di parêzevaniya şevayî de, di dema R.X a berê de.

– Li 12.1.2022an Z,  hemwelatî “Xeyriyê Mihemed Mûse/40/sal” ji B.”Be’idîna” – N.Reco girtin û guhestin Efrînê, bi behaneya ku têkeliya mêrê wê “Ehmed Elo” yê zorane koçberkirî bi R.X a berê re heye, û wê bi destdanîna ser malmewalên wî gef dikin, ger ku venegere Efrînê û xwe radest neke.

= Jiyana girtiyekî revandî di metirsiyê de ye:

Ji 16.11.2018an ve, Milîseyên “Feyleq Elşam” hemwelatî “Hesen Şukrî Seydo/36/sal” ji Gundê “Îska” – Şêrewa, di hepsa xwe ya taybet de -Avahiya “Tîmargeha Mirîşkan a Dilovanber Faroq Ezet Mistefa” li gund- zorane girtine; Weke ku darizandineke vekirî be, bê dadgehkirin an parêzergirtin, û daxwaza merivên wî  (ya ji bo ku ew radestî “asayêşê û niyabê li Efrînê” were kirin) red dikin; Divê bête zanin ku ew ji hejmarek nexwaşiyan dikêşe, jê Nexweşiya Gurçikê û li vê dawiyê jî weke xwînseknekê vê re çêbû, ji ber wê ew bo nexweşxaneyeke Efrînê hate şandin, û ji nû ve bo hepsê hate vegerandin; û ji ber qehir û xemgîniya li ser, bavê wî yê temenmezin ji berî heftakê bi seknexîna mejî ket, û kete rewşke pir xerab.

“Girtî “Hesen Şukrî Seydo”.”

= Qutkirina daristanan:

Di beramberkirina hin wêneyên di Gogêl Êrs de yên berî û piştî dagîrkirinê ji du daristanên li Rojhilatê Gundê “Sînka” – Navça Şera re yên ku dewletê di heyştiyê sedesala borî de çandine, bi zelalî asta qutkirina fere ya ji bo êzingkirin û bazirganiyê ji herdu daristanan re, li ser destên milîseyan û anîndeyên bi ser wan ve tê diyarkirin, û weke qirkirinekê ji jîngejê re tê dîtin.

– Ya yekem bi rûberiyeke dora /8/hiktarî û ji gund bi /1.5/KM dûr, du wêne (Tebax 2017 Z, Cotmeh 2020 Z).

“Du wêneyên daristaneke Ihracê ye yekem li Rojhilatê G.”Sînka” – N.Şera, berî û piştî qutkirinê, Golgêl Êrs.”

– Ya diwem bi rûberiyeke dora /36/ hiktaran û bi /2.5/ KM ji gund dûr, du wêne (Rêbendana 2018 Z, Cotmeha 2020 Z).

“Du wêneyên daristaneke ihracê ye diwem li Rojhilatê G. “Sînka” – N.Şera, berî û piştî qutkirinê, Gogêl Êrs.”

= Bêserûberî û serberdayetî:

– Ji ber fişarên ku li ser çêdibin, û weke hewildaneke zivîrandinê ji daxwazên cezakirina wî yên “Odeya El’ezim û hin endamên di Komîta Redkrina Mafan de – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re,  nakirina hin cersandinên ku jê re çêdibin, û veşartina binpêkirin û tewanên ku di dermafê xelkê herêmê de kirine…”Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit Silêman Şah”, berpirsiyaryiyên herdu birayên xwe yên di firqê de jê standin, ew û hin endamên din radestî “Rêvebiriya rewayî” kirin, û wergirtina giliyan siparte “Elî Sîno – yê Kurd ji Gundê Maseka/Reco”, û bi rastî jî “Sîno” li Navça Şiyê hin tenekên zêtê li xwediyan vegerandin; Divê were bîranîn jî ku “Sîno” ixwancî û bi ser “Erdoxan û Turkiyê” ve ye, ortaqekî ne diyar ji “Ebû Emşe” re di hin pirojeyan de ye, li dijî “Şêxên Elezim û Komîtê” pir berevaniyê di ber “Elcasêm” de dike, û li dawiya Mijdarê 2021an Z komîtak ji aliyê xwe ve şande Bajaroka “Şiyê” û hin gundên wê, da ku “başiyên Emşe û paqijiya navcê ji binpêkirinan” ragihîne.

Û hin alavên ragîhandinî yên xwecihî îro gotin: Ku ” Ebû Emşe” fîxaniya xwe kire “Hey’it Tehrîr Elşam – Elnesre ya berê”, ji ber wê jî hin hêzên leşkerî yên wê derbasî “Şiyê” bûn, û ji alîkî din ve jî, hêzên Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” û hevlbendên wê, li dijî “Emşatan” ketin amedebaşî û seferbîriyê, û weha jî amdebaşiyeke dijber ji aliyê milîseyine din ve jî heye.

– Di encama quretiya sê ciwanên negîhayî ji zaroyên anîndeyan li ser negîhayî “Mihemed Xalêd Hemo/14/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê”, sixêfên ku yekî ji wan ji Kurdan re dane û lêvegerandina “Hemo” jê re li 10.1.2022an Z, sê çekdaran ji Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” rabûn mekin li “Hemo” xistin, ew derizandin, û hêlikên wî jî birîn kirin.

– Li 12.1.2022 an Z, “Ebsî Elhemed – Ebas” serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i 112”, mekin li hemwelatî “Xelîl Ebdo Ce’ifer” xist, di dîkana wî ya alav û şêberên kişandina ava vexwarinê û ava gilgemarê de ya li Bajaroka “Be’idîna”, ji ber nefirotina wî bi dên ji endamekî wê re, çimkî piraniya çekdar û anîndeyan dênan nadin.

– Li gor “Berevaniya Sivîl li Efrínê”, li Êvara Pêncşemê 13.1.2022an Z, xwekujerekî, li nêzîk Gergeha Kawa li Bajarê Efrînê, bi kembereke teqîner xwe teqand, û di encamê de ew hate kuştin û sê kes din jî birîndar bûn.

Ji Civaka Navdewletî, rêxistinên mafwerî û sivîl, û Emerîka û Rûsiya bi taybetî tê xwestin ku fişarê li ser Hikometa Anqerê bikin, da ku doseya girtinên bêsûcane li Efrînê bigre, girtî û veşartiyên zoranê yên bi tuhmetên siyasî yan têkeliyê bi R.X a berê re hatine girtin berde, û bilez jî yên ku jiyana wan di metirsiyê de serbest bike

16.01.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Hin malên roxandî li G.”Hebo” – N.Mabeta.

– Du wêneyên daristaneke Ihracê ye yekem li Rojhilatê G.”Sînka” – N.Şera, berî û piştî qutkirinê, Golgêl Êrs.

– Du wêneyên daristaneke ihracê ye diwem li Rojhilatê G. “Sînka” – N.Şera, berî û piştî qutkirinê, Gogêl Êrs.

– Girtî “Hesen Şukrî Seydo”.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-180-16-01-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button