Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hilbijartin bi dawî bû, çi ji me re heye ?

Ibrehîm Şitlo*

Belê, Hibijartin li Elmanya bi dawî bû, ka me çi jê ye ?

Encamên hilbijartina Parlamentoya Federal li Almanya diyar bûn. û çi ji mere heye?

Weke min di Banga xwe de beriya Hilbijartinê sê caran gotibû ku divê em hêjabûna dengê xwe ji bîra nekin û her yek ji me rojê dengdanê biçe ser sandoqê û denge xwe bide partî û kesên aşîtîxwaz, piştgêriya mafê mirovan dikin û NE tenê şopa berjewendiyên aborî û strantîcîk bikin.

Dil şaye, tevî ku serkeftina Partiyên Aşîtîxwaz ne weke dil dixwest hat, lê ev gaveke baş e û ez hêvîdar im ku Partiya KESKAN (die Grünen) li bîr û baweriya xwe xwedî bimîne û bêje:

Ji îro pêde polîtîka hukumeta Elman ya derve wê ne serberdayî be, wê kontrolek li ser hebe, ew jî wê bihêle ku kolîdarên milletê Kurd û yên hemû cihanê jî ne weke ta îro bê hevsar bimînin!

Tevî ku hêza Lobî yê neyarên Kurdan di nav Partiya Sosyelîstê Demoqrat (SPD) de xurt e, lê çiqas be, wê polîtîka hukumetek Elman nuh bi rêberiya keskan û sosiyel demqrat wê ne weke hukumeta xanim Mêrkil di warê polîtîka derve de serberdayî be.

Lê, divê em bizanibin ku hukumeta Almanya ya nuh were di destê kê de be, wê xebata bicihanîna berjewendiyên welatê xwe li gora programa xwe û li gora dem û mercên navdewletî cih bi cih bînin.

Divê xew nekeve çavên Kurdan û li bende nemînin ku partiyek Elman weke Partiyê Keskan (die Grünen) jî wilo ji ber Kurdan ve dijminatiya kolîdaran bike.

Pir, hindik wê li gora demê goftûgo li ser mafê Kurdan û parastina ziman û kultûra milletê Kurd bikin, li ser girtiyan di zindanên Tirkiyê û Îranê de biaxêvin, lê îro li cihanê diyare ku her tiştek bûye bazarê dayîn û sitandina berjewendiyan û ramanên mirovatî, demoqratî û mafê milletan car carna ji wan berjewendiyan re dibin gorî û qurban.

Divê rewşenbîr, xwendevan, polîtîkvan, rojnamevan û hunermend her li pirsgirêka xwe bibin xwedî û bi hiş, guh û çavên xwe hilsa bin.

Divê em li gora demê bin, her gav şiyar bin, lobî pêkbînin, bêjin û bi zimanê Almanî kar û xebata xwe bikin ku pirsgirêka xwe herdem bi bîra wan bînin, bi wan bidin zanîn û baweriya wan bi mafên milletê Kurd bînin.

Dost ji me re pêwîst in, dijminên me gelek in.

Şiyarbûna netewî li penaberiyê çeka parastina kesayetîya me ye, namûsa me ye, Jiyaneke bê rûmet bê nasname, ne jiyan e!

Dema em bûn Kurd û me kesayetiya xwe weke Kurd parast, bi Almanan da nasîn ewê jî nasnama me bi qedr û girabuha bigrin.

Dema em zarokên xwe rêkin dersên bi Kurdî, dema em xwedî li dîrok, kultûr û kesayetiya xwe derkevin, wê demê, civata Alman wê bi rêz û bi çavbilindî li pirsgirêka me temaşeke.

Eger em destên xwe bidin hev û li mafên xwe xwedî derkevin, berpirsiyarên Alman jî wê piştgêriya me bikin.

Îca, çareserkirina pirsgirêka me ji me de destpê dike, divê em weke yek hêz bin, da karbidestên Alman jî me weke hêzekî beşdar bibînin.

Para me di mercên hilbijartina Parlemanê Almanê Feferal wê hebe eger em li Almanya weke civatek Kurd yek dest, bi yek deng, yek raman nêzîkî hev bin û xwe wilo jî bidin nîşan.

Li dawî gotinek xweş buhara dile:

Ez Kesên Kurd ku di hilbijartinê de serkeftine pîroz dikim û dibêjim wan:

Her bi sebilindî û pêşketin bijîn!

27.09.2021

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button