Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rewş li pêş e!

Zanistê cûmê*

Erê, wek tê naskirin bi gelemperî Kurd mêrxwaz, qehreman, leheng, sax û comerd in û di firkên teng de kanin ji bin barê bi ser wan de hatî rabin û berevaniya ji ber xwe ve bikin. Lê mixwabin û sed carî, çavê felekê birjin, ku Kurdên rojava û bi teybet Kurdên Efrîna rengîn ketine vê rewşa dijwar û ne lihevkirî.

Piştî dagîrkirina Çiyayê Kurmênc bi destê çeteyên terorîst û bi rêbertiya Turkiyê, nema tu kes kane berevaniyê ji ber xwe ve bike, ji ber ku tu mal yan mirov bi çek nehîştin û her gundek bi awakî tê êşandin û êşcengekirin. Her giropek ji çeteyan berpirsiyarê çend gundan e û her giropek ji wan zagon, vêrge, kirînfirotin, çûnûhatin, danstandin, girtinberdan û ta dezgeh û fabrîke bilî yên dinin. Yanê mirov kane bêje her yek ji wan giropan welatekî biçûk e, di hundir bajarekî de karê xwe dike, haya Turkan ji wan heye û di bin kuntrola wan de dixebitin.

Dixwazim çend nimûnan ji xwendevanên rojnama Newrozê re û ji raya giştî re xuya bikim, ku çawa vêrge û bi çi şêweyî bi Kurdan re danstandin dibe.

Gundê Tilfê, Keverzît, Til hemo, Kanîgewrikê û gundên derdora wan, di bin kontrola milîsên El-hemzat bi serokatiya Ebû Cabêr de ne.

1) – Firna nên li gundê Firîriyê ya dest danîne ser û çênabe kesekî din li wan gundan nên belavke.

2) -Mekbeza zeytûnan li gundê Keferzîtê ya dest danîne ser û çênabe tu kesî din çiwalên zeytûnan bibe tu mekbez din.

3) – Di demek nêzîk de fabrîka tenekên zêtê çêdikin.

4) – Xwedî du kerî pez î gewr di nav darên zeytûn, henar û sêvan de diçêrîne û xwedî dike.

5) -Her sal serî darekê du dolaran wek vêrg e dibe.

6) – Di her gundekî de bêtirî 500 pez yê çeteyan û xwediyê wan hene di nav zeytûnan de diçêrînin, darên zeytûnê bûne (bangî).

7) – Li her gundekî bi sedan darên zeytûnê tên rêşkirin û dizîn, bilî diziyên biçûk çi bi tûran çi jî bi satilan.

8)- Kesên ne li Efrînê nîvî zêtê dibin bilî mesrefê (bira, wekalê) û yên gûman kirine ku tev rêveberiya xweser ve kar dikirin, dora (10000) darên zeytûnê bilî cureyên din serber birin e.

9) – Bi dehan kes hatine girtin û hêj berdewam e, li seranserî çiyayê kurmêc zor û stema wan li her gundekî bi şêwe û awakî cudatirî yên din in.

Mixwabin hin kes ji me hene dixwazin gula têkin diriyê, ma gelo gul dikevin diryê? Bê fedî û bi serbilindî dibêjin rewş li pêş û baş e, û ew kesên Efrîn firotin e û keç û xort bi me nehîştin e ji van xeraptir bûn! Baş dizanim ew kesê wiha dibêje: Bi sedan darên zeytûnên wî hatine dizîn, bi xwe yan mervên wî bi mehan an bi salan hatine girtin, pezî wan gul û çîçekên hewşên wan tarmara kirine, û hîn dibêjin rewş li pêş e!

Efrîn bi meriv û hemû zeviyên xwe, di bin zilim û zorek rojane de dijîn. Rewş li şûn e ne li pêş e wek tê belavkirin. bi gerekî lihevkirin û yekrêziya tevgera kurdî ye.

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button