Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Roja Dara Zeytûnê …Û Bajarê Efrînê

Nazdar Hesen*

Dara Zeytûnê li ba pir gelan dareke nirxdar û pîroz e. Ew di wijdanê(nîhada) mirovan de, çi jin çi mêr cihekî mezin digire û ji mêj ve wekî sembola gerdûnî ya aştiyê tê dîtin. Nirx û giringiya wê ji gelek sedeman hatiye, sûdeyên wê yên tenduristî û sûdeyên ku di asta civakî, çandî, aborî û jîngehê de dide mirovahiyê.

Ji ber van sedeman Konferansa Giştî ya UNESCO›yê di rûniştina xwe ya çilemîn a sala 2019an de her sal 26ê Mijdarê wek Roja Dara Zeytûnê ragihand û armanca wê ji bo pirkirin, mezinkirin, parastin û danasîna nirxên dara zeytûnê ye.

Di dema ku Cîhan ji bo çareserkirin û guheztina avhewayê şer dike û pêdivî û giringî pirtir bi çandinî û xwedîkirina darên zeytûnê dike, li aliyekî din şer û ceng bi vê dara pîroz re didome. Belê li ser asta Sûriyê û li bajarê Efrînê, bajarê ku herî bi nav û deng bi piraniya hejmarên darên zeytûnê û bi zêt û zêtûnên xwe navdar e, ji sala 2018an de û ta niha; ango piştî dagirkirina wê bi sedhezaran ji darên wê hatine qutkirin û şewitandin û bi sedhezaran ji xwediyên wê desteser bûne û di destê çeteyan de mane. Ne xizmet, ne cot û ne jî avdan û ew wek xwediyên xwe yên Efrînî li ber çavên rêxistinên navnetewî û mafên mirovan dîl û bêxwedî mane, û her roj ew toşî zilm û zorê dibin.

Bi boneya Roja Dara Zeytûnê pirs tê kirin.

– Ka me tu çalakî bi boneya vê rojê kirine?

– Ta kîjan astê konferansên wiha yê karibin xizmet kin û rêbend bin li pêş qutkirinên darên mayî?

Wek bapîrên me digotin: Dar jî ewladên me ne, xizmet û parastina wan ne ji yê zarokên me kêmtir in.

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button