Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ji Otrixt bo Roboskî (Ta ez sax bim, Roboskî ji bîr nakim!)

Frîdrîka Xêrdînk*

Werger ji Zimanê Erebî bo Kurdî:

Desteya NEWROZ

Mîna vê rojê 28ê Berçilleya sala 2011an, di wê dema ku artêşa Turkiyê kuştareke hovane li dijî kerwanekî Kurdên belengaz ên ku ji bo debar û abora xwe ya rojane, kel û pelên xwarinê diguhestin herdu aliyên sînor di navbera Turkiyê û Îraqê de bikar anîbû, rojnamevana Holendî xanim Frîdrîka Xêrdînk li Istanbolê bû.

Li gora belgeyên lêkolînê, haya dewleta Turkiyê ji wê yekê hebû ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana rojane, xelkê deverê karê qaçaxiyê dikin, wê jî çav digirt çimku dixwest xelkên deverê tenê bi peydakirina nanê rojê mijûl bin û dûrî tevgera Siyasî û ya çekdarî bin. Lê, ji ber sedemine nediyar, destelata Turkiyê biryara gulebarankirina komekê ji wan kesên ku li hêla bajarê Roboskî/Parêzgeha Şernexê sînor derbas dikin da. Hat gotin ku balefireke Emerîkî ya bê ajovan agahiya wê komê daye Turkiyê û di encam de, endamên wê komê bi tevayî hatine kuştin ku hemû gundiyên perîşan û belengaz bûn, 19 kes ji wan zarok bûn, temenê wan ji 18 salan kêmtir bû!

Piştî derbasbûna çend rojan di ser vê kuştara bi êş û jan re, eva ku ragihandina fermî ya dewleta Turkiyê hewl dida ku wê mîna bûyereke gomankirî û qurbaniyên wê kesine li derveyî zagonê ne ji raya giştî re nîşan bide. Lê, piştî ku hûrguliyên kuştarê aşkere bûn, ragihandina Turkiyê got qaşo şaşîtî di navbera qaçaxçî û kesên li derveyî zagonê ne çêbûye û ew derew dabû ber ruwê xwe, birêz Frîdrîka biryara xwe da ku ew lêkolîneke berfireh li ser vê kuştarê amade bike. Di encama lêpirsîn û lêkolîna xwe de, Frîdrîka bi navnîşana «Zarok mirin» pirtûkek weşand, têde dîroka doza Kurdî li Turkiyê tîne zimên. Ji pirsa kuştara Roboskî destpê kiriye û gihaye vê pirsa jêrîn:

Gelo bi rastî, ji ber ku ev kes Kurd bûn ew hatine kuştin?!

Paşê, ev pirs, berê nivîskara me dide pêkanîna lêkolîneke meydanî ji cûrekî nû, ku ew derdora salekê di nav şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê, li asêgeh û çiyan geriya ye, li sala 2018an, pirtûka xwe bi zimanê Holendî weşandiye, û li destpêka sala 2021an bi zimanê Ingilîzî û navnîşana»This fire never dies» (Tu carî ev agir venamire) weşndiye.

Kuştara Roboskî, guhertineke mezin di jiyana rojnamevanî ya nivîskara Holendî de pêk aniye. Ewê bawerî bi raporan neaniye, bi xwe devera Roboskî nas kiriye û li malên qurbaniyan di wî bajarokê piçûk de geriya ye, kes û nişteciyên wî yên di xemgîniyê de noqbûyî nas kirine û hevaltî bi wan re saz kiriye. Frîdrîka, dostanî bi malbata qurbanî Osman Kablan re çêkiriye, endamên wê yek bi yek ji nêzîk ve nas kirine, demeke dirêj bi wan û malbatên qurbanîne din re derbas kiriye.

Mehmûd, kurê piçûk ê Kablan e, wê dema ku Frîdrîka wî li ber deriyê malê dîtibû, xwe bi guliyê darekê ve daleqandibû, temenê wî 5 salî bû, nizanîbû çi li derdora wî bûye.

Di 10mîn salvegera Kuştara Roboskî de bi rêya»Navenda Kurdî ya Xwendinan» Frîdrîka Xêrdînk, ev nameya jêrîn ji Mehmûd Kalban re şandiye:

Xoşewistê min Mehmûd…

Dema cara pêşîn min tu dîtî, temenê te 5 salî bû. Nizanim te xwest me bi rastiya temenê xwe bixapîne yan jî bi rastî te temenê xwe nas nedikir, te ji me re got temenê te 6 salî ye, lê herdu xwişkên te yên ji te mestir Sînem û Israa, bi qerf û henek temenê te yê rastî tekez kirin û kenê xwe bi xapandina te ya piçûk kirin.

Baş tê bîra min, hevalekî mîna te bêcir û netebitî bi te re bû, navê wî nayê bîra min. tu hildikişî ser wî deriyê şîn ê şikestî yê mezela rûniştinê û te derî digirt û vedikir, xwe diherikand. Dema diya te xwest ku tu herî derve bilîzî, bi lez te bazda, xwe çem kir û şaxê darekê li ber malê girt, xwe pêve daleqand, ber jor û jêr ve xwe dihejand. Min gazî te kir got»Abcî» ku wateya wê bi zimanê Holendî»Meymûnê piçûk»e. Te awireke tûj ji min veda û gote min, wê gotinê rast bilêv bike»Apoçî». Tê bîra te?

Wê hingê, te nizanîbû bê berî sê mehan, 28ê Çilleya Pêşîn a 2011an çi çêbûye?! Di jiyana te û malbata te de, ew roj, rojeke pir bi dax û xemgîn bû. Di wê rojê de, bavê te bar kir û ew nema li jianê ye. Ew digel 33 kesên din ji bazirganên sînor, dema vegerê û derbaskirina sînorê Turkiyê, ew toşî gulebaranekê ji artêşa Turkiyê bûne, hemû hatine kuştin!… Kî dikare van pirsan ji te re şirove bike? Tê bîra min, diya te Pakîze ji min re got, wê û endamên malbatê nexwestin vê bobelatê ji zarokan re şirove bikin. Vêca, ji we zarokan tê xwestin ku hun zarok bi xwe tayê vê çîrokê bigrin û bişopînin, digel naskirin û têgihiştina bûyerê di rêya raporên ragihandinê de, hêdî-hêdî rastiya wê nas bikin.

Piştî derbasbûna çend salan di ser vê felaketê re, tu fêrî bûyerê bûyî. Dema cara pêşîn min serdana malbata te kir, wê demê, temenê xwişka te Hûlya 7 salî bû, wê diyar kir ku wê çîrokek wiha berî du-sê salan xwendiye. Lê, piştî çend salan ji felaketê, ji nû ve wê rastiya bûyera bavê xwe nas kiriye. Wê ji xwe dipirsî, gelo di wê dema ku hikûmet guh nade vê bûyerê, çawa ewê hûrguliyên wê nas bike!? Vêga ew 19 salî ye, gelo ew dizane ku rastiya bûyerê bi çi rengî bû û haya hikûmetê jê hebû lê wê di ser guhên xwe re davêt?

Xoşewistê min Mehmûd…

Tevî ku tu pçûk bûyî, bazdida û dileyistî û li ser guliyê daran hêlan dikir, carina kêlîkine bêdengiyê bi te re derbas dibûn. Di wê dema ku te, yan kesekî din mîna diya te, pîrka te di helkeftinekê de wêneyeke mizin a bavê te Osman Kablan hildida, hingî wê bêdengiyê destpê dikir. Li hemberî vê dîdara xembar, laşê te hemû dilerize, çavên te çîrokeke xemgîn û kûr dibêjin, ruwê te zer dibe û gotinê te di singa te de asê dimînin, bi kul û xemên giran tu serê xwe diçimînî. Dema ew dîdara xembar tê bîra min, ji êşê, dilê min dişewite, dike parçe parçe bibe.

Piştî ku li Êlûna sala 2015an ez ji Turkiyê hatim bidûrxistin, ez nema pir bi malbata te re peyivîm. Tê bîra te berî çend salan bi telephonê em bi hev re peyivîn? Te ji min pirsî kengî careke din ezê bême cem we? Eger bi destê min bûya, yekser ezê vegeriyama, lê mixabin, hikûmet rê nade careke din ez vegerim. Tu dizanî, piştî ku polîsê Turkiyê li Yoksîkova ez serbest berdam, roja din, min kar û barê xwe bo serdana we dikir. Cejna Qurbanê nêzîk bû û piştî du salan ji proseya aştiyê, Ardogan prose rawestand û dest bi şer kir. Min xwest ez icaza xwe bi malbata te û gundiyên din re biborînim. Û min ji xwe pirsî gelo piştî têkçûna proseya aştiyê dê çi bi serê Roboskî were! û bandora şer li jiyana rojane ya xelkê, ji bilî metirsiyên li ser wan malbatên ku daxwaza lêkolîn û dadmendiyê di felaketa Roboskî de kirine! Ji roja 28ê Çilleya 2011an ve, tevgera çûn û hatina qeçaxçiyan di wê xala sînorî de rawestiya ye. Ez dipirsim gelo tevî ku tu dizanî çi bi bavê te û hevalên wî re çêbûye, tê li ser rêbaza wî biçî? Ji ber ku temenê te 15 salî ye, bêgoman tê bi xwe biryara xwe bidî, li ser şopa bavê xwe û her 19 ciwanên pê re ketibûn dava felaketê biçî.

Min bihîst ku gelek zilam ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê, digel ku ew rijêmê nefret dikin jî, careke din tevlî bekçiyên sînor(qoloçiyan) bûne, gelo birayê te yê mezin Ozkam jî tevlî wan nebûye?! Bi rastî ez nikarim bawer bikim ku îro temenê wî bûye 22 salî!

Berî çend salan, li ser malperên NETê min gotarek xwend, tu yek ji wan zarokan bû ku te gelek pirs li ser bavê xwe kiribûn, diya te ji rojnamevan re gotibû ku ji nav her 5 zaroyên wê tu yê herî bêtir ji tenahiyê hez dikî, kêm danûstandin î, û her roj tu dicî serdana gorna bavê xwe dikî û her tu li sedemên kuştina wî dipirsî. Piştî 5 rojan ji felaketê, berî 3 mahan ji hevdîtina min bi te û malbata te re, dema ku cara pêşîn ez hatim gund, min jî ji malbatên qurbaniyan ev pirs dikir:»Çima ev çêbû»? Tu dizanî bersiva wan çi bû? «Ji ber ku em Kurd in»!

Weke rojnamevan, min nikarîbû vê bersivê derbas û piştguh bikim, û ji bo ez vê yekê ji xwendevanên xwe re şirove bikim, min li ser vê gotinê lêkolîn çêkir. Piştî lêpirsîn, hevdîtinên ku min pêkanîne û vegera min li jêderên dîrokî digel serdanên min li gund ez gihame encamê:

Bavê te Osman Kablan û 33 kesên din ji ber ku Kurd bûn, ew hatine kuştin. Divê tu zanibî da ku li Turkiyê tu wateya «tu Kurd bî» nas bikî, hê tu di nîvê rê de yî, ji te re têgihiştina vê yekê pir zor e!

Tu ne bi tenê yî xoşewistê min Mehmûd…Malbata te ya dilovan, gundê te, miletê te, tevaya tevgerê bi te re ye, li kêleka te ne! Jibîr meke ku ezê jî herdem li kêleka te bim.

Ta ez sax bim, Roboskî jibîr nakim!

Ta careke din em hev bibînin, hay ji xwe hebe!

Frîdrîka

Otrêxt 23ê Çilleya Pêşîn 2021Z

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button