
Keça Kurd a Efrînî ya zîrek, Zeyneb Hiso/Efrîn-Gundê Qitmê, ji zanîngeha Helebê, di beşê Aboriya Çandinî de, bi pileya herî qenc(nuwaze) 90.6% bawernameya Doktorayê bidestxist.
Serperiştiyên nameya Dr. Zeyneb ev bûn:
Prof. Dr. Mahir Yûsif.
Dr. Nîroz Ferdawî.
Komîteya Navbijiyê(Tehkîmê):
- Prof. Dr. Ebdulxenî Ebdulletîf. Serok
- Prof. Dr. Mahir Yûsif… Endam
- Prof. Dr. Mihemed Dahir… Endam
- Dr. Bişar Nene… Endam
- Dr. Mustefa Himêdî. Endam
Gelê Kurd bi gelemperî û Efrîna dagirkirî bi taybetî bi keç û lawên xwe yên serkeftî şanaz û bextiyar e!
Ev serkeftin li Dr. Zeyneb û malbata wê pîroz be.
Jêder/Facebook: Rûpela Afrin City
* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.