Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Çawa Sultan Ebdulhemîd Midhet Paşa da kuştin!

Newafê Bişar*

“Midhet Paşa, Sedir Ezemê (Serok wezîr) dewleta Osmanî bû. Piştî rûniştina Sultan Muradê Pêncan li ser textê Paşatiyê bi demeke Kurt, nexweşiyeke derûnî pêre çêbû. Ji ber ku Sultan Murad mirovekî qenc bû, dilê wî bi milet ve bû, camêrên qenc anînbûn dora xwe û ji xwe re kiribûn şêwirmend. Midhet Paşa, xwedî li Sultan Murad derket û bi tenduristiya wî mijûl dibû, nehişt deng bi nexweşiya wî bikeve.

Piştî Murad, dora Seltenetê ya Ebdilhemîd bû, ew li benda saxlemiya birayê xwe nema, bi zorê hat û li ser text rûnişt, û çiku Midhet Paşa jê hêvî kirk u hinekî bêhna xwe fireh bike, birayê wî dê rihet bibe û nexweşiya xwe derbas bike, lê wî xwesteka Midhet red kir û çavreşî avêtiyê, wî ji welêt nefî kir, û paşê, li Tayifê da xeniqandin!

Da gelê Kurd ji nêzîk ve rastiya Sultan Ebdulhemîd nas bikin, Mîr Ebdurehman Bedirxan di 4 hejmarên li pey hev (22-23-24-25) ên Rojnameya xwe «Kurdistan» de, ronî avêtiye ser vê tewana xwînî û ji xelkê re zelal kiriye.

Ji ber giringiya vê belgeya dîrokî, û da xwendevanên zimanê Kurdî vê bûyerê bixwînin, min ew dosya ji tîpên Erebî guhestiye ser tîpên Krdî Latînî.”

Di pêşgotina hejmara 22an ya «Kurdistanê» de ku Roja Pêncşemê 1ê Şewal sene1317Koçî, beramberî 2ê Sibata 1900Zayî hatibû weşandin, mîr Ebdurehman wiha nivîsandiye: 

Istitrad (استطراد)

Ewe çend hîveke, lawê şehîd Midhet Paşa «E›lî Heyder Beg» ku Izmîrê nefî bî, nedikarî ji wê derê biçe tu dera, ji zulm û istibdada Padşah bê zar bî, ew bi quweta dewletên dî xwe ji welatê Xinkar xilas kir, ew jî revî, hat li Misrê îro li hire, selameta welatê xwe re dixebite, e›weda(qerebûya) xûna babê xwe ji E›bdilhemîd dixwaze.

Berî bîst sala, Xinkar babê wî, hinek wezîrên dî ve rêkiribî TAYIFê (الطائف), wê derê nefî kiribî, paşê, du-sê mirowên cellad(kujer) dizî ve rêkir wê derê, ew wezîrê hinde xeyûr, şev, nav cih de, dizî ve da xeniqandin!…

Îro, lawê wî wezîrî, «E›lî Heyder Beg», weq›a babê xwe teferru›atê ve neşir û i›lan dike. Da xelq hemî bizanibin ku Xinkar çi mirow e, da Kurd jî waqifê wî halê fecî› bibin, min lizûma tercema wê kitêbê bi cerîda xwe lazim dît. Ezê paş niho heta temam bibe, vê behsê binivîsim, we mine ellahî el tewfîq…

Xelq hemî dizanin ku berî bîst û pênc sala Padşah E›bdile›zîz bî, ew jî çiku gelek musrif û sefîh bî, wezîrên wî itifaq kirin, Şêx el islamê wî zemanî fetwa da, ew Padşah xeli› kirin. Ebdile›zîz hewqas bi text û tacê xwe mexrûr bî, ku tucara halek holê nedihate bîrê. Heta weqta ku hinek mirowên gelek sadiqên wî, gelek hejê dikirin, ew niyeta wezîrên wî jê re e›rdkirin, ew hewqasî ew curet(dilêrî) musteb›ed(dûr) didît ku ewê ew miro tekdîrkirin. Heta Sedir E›zemê wî Mihemed Ruşdî muhra sedaretê i›ade nekir, Ebdile›zîz xeli›a xwe bawer nedikir.

Ebdile›zîz hewqas musrif bî ku zemanê wî de mucewheratên xezîneyê bazara de dihat firotin. Zemanê Ebdile›zîz, xeyrî vê sefahetê ku muxerrib milet bî, hinek wezîrê wî jî wek Mehmûd Nedîm û Mehmûd Celaleddîn hebîn ku wan jî ser minfe›ta xwe pêl millet dikir. Loma, halê milletî gelek tehlukeyê de bî, ji xeli›ê pêve, tu çare selamet nema bî. Lakin heyf, sed heyf ku E›bdile›zîz çû, E›bdilhemîd hat!

Sultan E›bdile›zîz bes xizna dewletê sûisti›mal dikir, lakin ji xeyrî wan ehwal û gelek halên xirab ên dî, exlaqê milletî hewqas ifsad dikir, ku sed-dused sala de islah nabe.

Lakin ev felaketa E›bdilhemîd bûyî Padşah, ji nesaxiya Sultan Murad tewellid kir. Sultan Murad padşahekî gelek a›dil bî, wekî hatî ser textî, mirowên gelek qenc wek Dhiya Paşa (ضيا) wek Kemal Begê anî dor xwe. Lakin mixabinî ku pênc-şeş roja paş cilûsê, halê wî mutexeyir bî, ji weq›a selefê xwe û ji ixişaşa milletî tirsa bû, loma e›qlê wî gelek reht bî, heta tesliyeta Xinkar re Midhet Paşa wî zemanî sê roja pey hev serayê de ma bî.

Xirabiya zihna wî, çar-pênc roja paş cilûsê zêde xuya bî, lakin bi himeta Midhet û Mihemed Ruşdî Paşa ew halê Xinkar xef(veşartî) dima û ji milekî ve jî, bi tewsiya tebîbek navê wî L.Dêstrov.J û yaneyê her roj Sultan Murad bi rifaqeta Midhet Paşa ser behrê dikira tenezzuh dikir û vî sûretî tedawî dibî.

Sultan Murad ne yekcar dîn bî, lê dehşeta ehwalê tesîr e›saba, xûna wî nijkê ve hicûm mejiyê wî kiribî. Loma, ew tebîb L.Dêstrov digo heger çend hîvekî Xinkar bi tenezzuh tedawî bikin wê yekcar qenc bibe, û heqîqet hal jî ho bî.

Sultan Murad wekî birayê xwe E›bdile›zîz re çûbî Ewropayê, Padşahê Firanseyê Napolyon e›qlê Sultan Murad gelek tehsîn teqdîr kiribî. Ev teweciha Napolyon heseda E›bdile›zîz tehrîk kiribî, û çiku welî e›hid bî, E›bdile›zîz qet hejê nedkir, her bi xişm û xedeb fedkiriyê(lêdinerî), ew cûr û mehabeta ha jî, Sultan Murad aciz kiribî.

Weqta ku bi vî halî Midhet Paşa û Mihemed Ruşdî Paşa tedawiya Padşah dixebitîn, E›bdilhemîd ji halê xeberd ar bî. Paş Murad dora seltenetê ya wî bî, ew jî ser Padşahiyê dîn bî, ewî wê demê dest mifsedetê kir û nikbet û bextreşiya vî milet û dewletê jî wê demê ve destpê kir.

E›bdilhemîd hê kiçik (piçûk) nav serayê de û nav birayên xwe yê dî de, casûsî, mizûrî dikir. Hinga Midhet Paşa, Şehzade Sultan Murad (Gereke E›bdile›zîz be) re tedbîrên xeli›ê didan, ewî his kir û diçû xeber dida Sultan E›bdile›zîz, û ser huriyetrperweriya Midhet û Ruşdî paşa hej wan nedikir.

E›bdilhemîd, paş istixbara nesaxiya birayê xwe, banî Mehmûd û Redîf Paşa kir, ewî dizanî ku ew herdu paşa denî(nizim-دنيء) û gelek minfe›tperest bîn. Go wan, ku heger arî wî bikin, yanî muweffeq bibin E›bdilhemîd derkeve ser textî, ewê yekî bike Sedir E›zem û yê dî jî bike Mişîrê mabeynê(Navendê). Ewan jî ser minfe›ta xwe, ne fihêt û ne heya ew teklîf qebûl kirin.

Mabe›id heye (Dûmahîk heye) …

Di hejmara 23an de ku Roja Înê 23Şewal sene1317Koçî, beramberî 23ê Sibata 1900Zayî hatiye weşandin, mîrê gewre wiha berdewam kiriye:

Weqe›t Midhet Paş

Istitrad- mabe›id (استطراد ما بعد)

Mehmûd û Redîf Paşa zanîn ku ev şixul zû nabe, loma ewlen(pêşî), dîniya Sultan Murad i›lan kirin û paşî i›lan kirin go hikûmet dest Midhet Paşa û Ruşdî Paşa maye. Rojên Înê, Sultan Murad nedikarî derkeve biçe camiyê, kesî ew nedidît. Loma ew îşa›a Mehmûd û Redîf tayîd dikir. Loma, qîl û qal ket nav xelqê de, xelqê dest şikatê kir. Xelqê digo»Heger Xinkarê me nîne, bêjin me. Eger em dest Midhet û Rûşdî paşa mane, bêjin me da em jî bizanibn».

Lakin E›bdilhemîd dît ku evşikayeta xelqê zemanek hindik de temirî, loma murace›t sefîrê Rûsyayê Agnatêv kir. Ewî jî ev hal fursetek qenc dît, loma ji zulma Bulgaristanê behis kir û dest i›lana şerî kir. Agnatêv murace›t suferayên dî jî kir, ji nav wan sefîrê Ingilterê bî, sêr HanryLiyard hal hemî dizanî, loma qet guhê xwe neda Agnatêv. Ewî(Agnatêv) jî dîsa Sultan E›bdilhemîd re istişare kir û bi dersa ji efendiyê xwe standî hereket kir, ye›nî çû Bab el a›alî go min divê ez i›timad-nama xwe bidim Xinkar, ezê ji wî re behsa zulma li Bulgaristanê dibe bêjim, loma min divê ez bibînim!

E›bdilhemîd dizanî ku Sultan Murad hal nebî sefîra qebûl bike, loma ev şîret li Agnatêv kiribî. Bi teşwîqa sefîrê Rûsyayê xeyrî sêr HanryLiyard suferayên dî hemî muttefiq bîn. Midhet û Ruşdî Paşa ji vê hereketa ha gelek heyirî mabîn. Paş çend rojekî, Midhet Paşa rojekê dît ku Mehmûd û Redîf Paşa hatin nik(cem) wî, bi vî terzî e›rdehal kirin:

«we halê xel›ê nîşan me kir, îro sufera hemî dizanin ku Xinkar dîn e. Padşahiya mirowek dîn e›qlen, şere›n ne cayiz e. Heger we navê win arî me bikin, emê bi mu›aweneta sufera E›bdilhemîd iclas bikin». Wan xeberên herdiwa, Midhet Paşa nav dehşetê de hişt, loma hema wê rojê rabî çû nik E›bdilhemîd. Sultan E›bdilhemîd wê hingê çiftelika(مزرعة)  xwe ya Moslo yê de bî.

Weqta ku herdu Paşa çûne hidûra wî, mesele, ye›nî nesaxiya Sultan Murad jê re e›rdkirin, Midhet Paşa jê rica kir ku wikaleten derkeve ser textî heta Sultan Murad î›ade a›fiyet bike, Sultan E›bdilhemîd wekîlî qebûl nekir. Jû, midhet Paşa go bila esaleten bibe lakin bi wî şertê ku wekî Sultan Murad qenc bî, textî dîsa ji wî re terk bike û zemanê Selteneta xwe de, Qanûn Esasî qebûl bike, ji raya wukela dernekeve, Dhiya (ضياء) û Kemal Begê mişawira bîne li nik xwe.

E›bdilhemîd fikra xwe ifşa nekir, seltenet bi vî şertî qebûl kir û ser teleba Midhet Paşa senedek jî dayê. Eve bi vî suretî xel›a Sultan Murad Xamis û cilûsa E›bdilhemîd hasil bî!

Paş cilûsa E›bdilhemîd, dilnexweşî hemî milet istîla kiribî, wukela hemî jî ji istiqbala milletî meyûs (bêhêvî) mabîn. Paş bey›etê, Kemal Beg û Dhiya Paşa muntezir bîn ku E›bdilhemîd wan bibe nik xwe, sera xwe de bike mişawir, çunke ser vê xebera xwe senede jî dabî Midhet Paşa û jê re sond xwaribî, lakin wekî E›bdilhemîd dît bey›et icrabî û îdî xwe Padşah dizanî, guhê xwe neda tu ehid û peymanên xwe, banî Dhiya Paşa û Kemal Begê nekir, şûna wan, banî Seîd paşa kir danî ber rikaba xwe.

Ev mu›ameleta E›bdilhemîd, Midhet û Ruşdî Paşa û xelqên dî hemî nav hîretê de hişt, çunke E›bdilhemîd ewel roja cilûsa xwe, isbat kir ku sogindî (sonda) xwe de xayin e. paş çend rojekî, wukela hemî xaniyê Mehmûd Paşa de ictîma› (civîn) kir. E›bdilhemîd wukela hemî ifsad kiribî, loma ewan, muzakereyê de qerar dan ku mişrûtiyet îdare ne ilzam e, hinek islahat kare sufera iskat bike.

Lakin Midhet Paşa wekî dît ku ew wizera hemî ser minfe›ta xwe meşrûtiyetê qebûl nakin, e›nirî (xeyidî) û muzakereyê de isbat kir ku çi te›dîla û tenzîmata çêkin, paş çend rojekî hemî yê nav istibdada E›bdilhemîd zayil bibe, loma go ezê istîfa xwe bidim û ji meclisê derket.

E›bdilhemîd waqif ehwal bî. Weqta ku Midhet Paşa çû nik da istîfa bike, ewî nisxeyên Qanûn Esasî ji Midhet Paşa xwest û bi vê teleba ha, omîd da Midhet Paşa. Lakin, netîcet hal, E›bdilhemîd ji i›syana milletî tirsa, loma Qanûn Esasî i›lan kir. Weqta ku Qanûn Esasî i›lan bî, sufera hemî sekinîn, lakin Agnatêv minfe›ta dewleta xwe û îdara dewleta me re, nefî û i›dama Midhet Paşa teleb kir! çunke dizanî ku Midhet Paşa fesada wî bê semere(meywe) dihêle.

Ibtîdayê selteneta xwe hê hemî wizera nekiribî bin destê xwe de. Saniyen (diwem) ev ehwal û tebeddulat nav milletî de dayim mûcib guftûgo dibî, xelqê hemiya digo E›bdilhemîd bi himeta Agnatêv derket ser textî, E›bdilemîd ev hemî dizanî, dibihîst, loma ji xeleyanek u›mûmî gelek ditirsa. Wekî Qanûn Esasî i›lan bî, millet hemî gelek şad û xerm bî, çiku milletî dizanî ku bi vê qanûnê, xelq hemî ji ruhê xwe, malê xwe emîn dibe.

Hikûmeta Rûsyayê bile›kis (berevajî) ji meşrûtiyeta îdara me gelek mikedder bî çunke dizanî ku heger dewleta me bi meşrûtiyetê îdare bibe emê xwey quwet û meknet bibin, loma bilmecbûriye oltimatomîn(inzar) şedîd el meal da hikûmeta me.

Mutalebatên Rûsyayê Meclisa U›mûmî de tezekur kirin, Midhet Paşa reîsê wê meclisê bî, û bê teref mabî, lakin meclis u›mûmen teklîfên Rûsyayê red kir û i›lan herb bî. E›bdilhemîd i›lan kir ku Midhet Paşa divê şerî bike û E›bdilhemîd dizanî bi xayila (غائلة) şer dikare milletî meşxûl bike û bi vê wesîleyê meclisa u›mumî te›tîl bike.

T›etîla meclis meb›ûsa (مبعوثين) re ewwelen nefya Midhet Paşa lazim bî. Vê nuqtê pêre Mehmûd Redîf û Seîd Paşa jî gelek mu›awenet dikir. Ewan jî ser minfe›eta xwe Midhet Paşa nediviya, loma wesîle nikbet tehrîf dikirin, husûl meqseda xwe re, ewan hîlek tertîb kir, ew jî mesela qayîmeya (قوائم) bî.

Di hejmara 24an a Rojnameya «Kurdistan» de ku roja Duşembê 6 Cumad elewel sene1318 Koçî, beramberî 27ê Tebax1900Zayî hatiye weşandin, Mîr Ebdurehman Bedirxan dosya kuştina Midhet Paşa berdewam dike, dibêje;

Weqe’t Midhet Paşa

Istitrad- mabe›id (استطراد ما بعد)

E›bdilhemîd texsîsata (me›aş) xwe bi qayima (جداول) nedistand, wezîrê diwê Midhet Paşa jî digo heger Padşah xwe i›tibar li qayima nekit, gelek xirab e! loma mai›(مانع) dibî. Dizê Midhet Paşa, nazir maliyeyê Xalib Paşa texsîsata Xinkar bi zêr rêdikr. Midhet Paşa ev bihîst, çû mabeynê(Navendê) cem Xinkar, e›zla Xalib Paşa û î›ada texsîsatê teleb kir. Ev teleba Midhet Paşa is›af nebî, lakin Sedir E›zem çû mala xwe isti›fa xwe teleb kir, heft roja ji mala xwe derneket.

Vî zemanî de, gelek cara Xinkar jê re xeber rêdikr da biçe ser şixulê xwe, lakin Midhet Paşa hemî red kir. Paş du roja Xinkar xeber ji Midhet Paşa re şand ku metlebên wî qebûl kiriye bila biçe mabeynê.

Midhet Paşa bawer kir, çû, lakin dît ku ev davek bî, ji ber weqta ku çû mabeynê ket mezelekê de, yawirek (harisek) çû nik, muhra Sedaretê jê xwest! Wê hingê ewî zanî Xinkar çi hîle lê kir, derêxist, muhir da û paş du se›ta li Waporê (Gemiyê) siwar kirin û ji Istenbolê derêxistin.

Xinkar ji nefya Midhet Paşa gelek ditirsa, loma gelek i›tina dikir. Weqta ku Xinkar dît milet deng nake, gelek dilxweş bî û Midhet Paşa jî rêkir nav Ingilîz. Midhet Paşa li nav Ewropayê jî mezher teqdîr bî, loma her Xinkar jê ditirsa heta heq-sikût jê re ihsan rêkir, lakin ewî nestand, red kir.

E›bdilhemîd ji vê halê yekcar a›ciz dibî. E›bdilhemîd nihayet xwe hew girt, banî Midhet Paşa kir, ewî jî icabet kir, çû Kirêdê (Girava Kirêdê li Yonanê ye) sakin bî. Midhet Paşa wê derê jî xidmet ji wetenê xwe re dikir, xelqên wê derê gelek ji Midhet Paşa memnûn bîn, misilman û file hemî dost û muttefiq bîn.

Paş du heyva, Midhet Paşa telegrafek Xinkar stand ku biye Sedir E›zm, paş du se›tan, dîsa telegrafek stand ku biye Walîyê Şamê. Nihayet, çû Şamê.

Di hejmara 25an a Rojnameya «Kurdistan» de ku roja Duşembê 6 Cumad elaxir sene1318 Koçî, beramberî 1ê Çiriya Pêşîn 1900Zayî hatiye weşandin, mîrê me, dûmahiya dosyayê bi vî awayî di pêşgotina hejmarê de nivîsandiye:

Weqe›t Midhet Paşa

Istitrad- mabe›id (استطراد ما بعد)

Li Şamê jî, Midhet Paşa bi himet û xîreta xwe li xelqê hemiya da hejêkirin, loma Xinkar dîsa ji vê halê reht bî. Loma du cara da jehirkirin, lakin Midhet Paşa herdu cara jî xilas bî. Xinkar îdî nikarî wî li Şamê bihêle, te›yîn Izmîrê kir, paş çend hîvekê, Xinkar Hilmî Paşa û hinek yawir (Haris) rêkir Izmîrê da Midhet Paşa û jin û zaroyên wî bide kuştin!

Nihayet, şevekê se›t şeş, Hilmî Paşa gelek e›sker û yawira re xaniyê Midhet Paşa muhasere(dorpêç) kir, Midhet Paşa derekê pişt xanî re derket çû sefareta Fransayê. Weqta ku Hilmî paşa bihîst ku Midhet Paşa ne li mal e, emir da e›skerî, hemî ketin xanî de nav jin û zaroya. Hilmî Paşa şîr(şûr) kişand ser jina Midhet Paşa, ji şîrê Hilmî Paşa netirsa, ewê bi zimanê xwe Hilmî Paşa tehqîr kir. Hasil, wê şevê ew xanî ji mehşerê (roja Qiyametê) nimûneyek bî. Weqta ku hikûmetê bihîst Midhet Paşa li sefareta (Konsulxane)Fransayê de ye, hikûmetê ji Fransayê rica kir, Xinkar gelek we›dên xweş ji Fransayê re kir da Midhet Paşa teslîm bike. Nihayet, Midhet Paşa hat teslîmkirin!

Midhet Paşa çend rojekî li qijla Izmîrê mewqûf ma, paşê rêkirin li Istanbolê. Wê derê, Xinkar ew bi qetla Sultan E›bdile›zîz itîham kir, mehkeme teşkîl kir, ew mihakeme kir. Her yekî re deh hezar zêr da, du şahidên derewker peyda kir, ewan herdu şahida li mehkemeyê bi temaya perê E›bdilhemîd, derew sogind xwar, bi vî sûretî, mehkema E›bdilhemîd pê casûs û erzalên derewê xwe teşkîl kirî, Midhet Paşa bi i›damê mehkûm kir. Paşê E›bdilhemîd xeber jê re rêkir, go bila bê destê min maç bike ji min e›fû bixwaze, ezê wî e›fû bikim û heta dîsa bikim Sedir E›zem! Lakin Midhet Paşa tenezzul nekir destê xinkareke holê denî (دنيء) maç bike!!…Lakin Xinkar nedikarî wî li Istenbolê i›dam bike, ji ixtilalê ditirsa, loma nefî Tayifê (الطائف) kir, wê derê salekê hebis ma.

Wî zemanî de, reîs e›şîretek e›rebî hebî, navê wî Ibin el-reşîd. Ewî ciwanî de Paşa yî dizanî û dostê wî bî, loma rojekê hinek xulamên xwe ve çû qele›ya Midhet Paşa li têde mewqûf muhasere kir, diviya wî xilas bike. Lakin, qele›yê de gelek gelek e›sker hebî, me›iyeta wî kifayet nedikir, lakin weqta ku ewî Midhet Paşa ji pencereyê dît, jê gazî kir da xwe ji pencereyê bavêje da wî xilas bike, lakin Midhet Paşa ji dinê destê xwe şûştibî, loma ev teklîfa Ibin-el reşîd qebûl nekir.

Hereketa Ibin-elreşîd gelek Xinkar tirsand, loma Sefwet Paş ji Walîtiya Hicazê e›zil kir, Osman Paşa rêkir şûna wî û qet›î emir dabî ku zû rojekê Midhet Paşa bide kuştin. Ewî jî paş pêlekê, ew me›sûm (bêguneh) bi emrê Xinkar û bi mirovên E›bdilhemîd ji Istenbolê rêkirî, nav cih de da xeniqandin!

Nihayet, E›bdilhemîd ew mirovê dewletê re hinde xidmet kirî bi wî sûretî, ye›nî bi hinde hîle, da kuştin. Miro muteheyir dimîne çawa Padşahek dikare hinde tenezzul bike!

Xwedê rehmetê li wî Paşayî bike, û Xwedê ceza Xinkarî bide, Xwedê wî zû ji ser vî milk û milletî hilîne, da misilman hemî jê xilas bibin.

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button