Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Saleke nû… Li ser kavilên Sûriyê, hê jî Kund dixwîne!

Desteya sernivîser*

Piraniya gelên cîhanê bi şahî, dilgeşî û hêviyên ciwan sala nû, sala 2022an pêşwazî dikin. Lê mixabin ku gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi derd, xem û kulên giran vê salê jî mîna salên borî pêşwazî dikin!

Di vî şerê wêran û talanker de ku Sûriyê taromar kiriye, bêtir ji 500 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane, 5.6 milyon mirov reviyane, penaberî Turkiyê, Libnan û Urdinê bûne, 6.7 milyon mirov di bin çadir û konikên rizî de dijîn û bêtir ji 7 milyonan jî, gund û bajarên xwe yên resen li şûn hiştine, li deverên ku hin aramî peyda dibe cîwar bûne, li hêviya wê rojê ne ku ew vegerin ser xaka bav û bapîran.

Herwiha, di encama vî şerî de, di siha lawaziya rêxistina navnetewî(UN), û tabloya têkilyên dewletan, û bazarên siyasî de, dewleta Turkiyê û çekdarên rikberiya Sûrî yên bi fermana wê tevdigerin, parçekî mezin ji bakurê Sûriyê dagir kirne ji nav wan Efrîn, Girê Spî û Serê kaniyê ne, ku li wan deveran, bi plan Siyaseta tunekirina Kurdan û rakirina wan ji xaka bav û kalan birêve diçe, bê dudilî mirov dikare bêje ku siyaseta Jînosaydê dijî gelê Kurd li dar e, metirsî li ser mana wî heye. Di vî warî de, gelek belgeyên belavkirî yên rêxistinên mafên mirov vê rastiyê tekez dikin.

Ji ber berjewendiyên abûrî û nakokiyên di navbera hêzên mezin ên cîhanê de, pirbûna aliyên peywendîdar ên herêmî û navdewletî, serhişkiya rijêma Sûrî û tunebûna rikberiyeke pêbawer, civaka navnetewî, ta roja îro, ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji vê qeyranê re negihiştiye hilwesteke hevbeş û ti asoyên lihevkirin û çareseriyê xuya nakin. Di vî warî de, qaşo ji bo çareseriya vê pirsa ku mîna Kurd dibêjin bi girêka kor hatiye girêdan, 17 rûniştinên Astana lidar ketine ku ya dawî li roja 21.12.2021 bû, û 6 civînên Komîta danîna makzagonê(Destûr) li Cinêvê lidar ketine ku ya dawî li roja 22.10.2021ê bû, yek gav jî bal çareseriyê ve nehatiye avêtin!

Di warê Kurdî de jî, dîsa mixabin ku rewş pir bi derd û êş e, hê jî tevgera me bi berpirsiyarî rewşê naxwîne û tiştên ku lezgîn têne xwestin, nake û piştguh dike. Hê jî, tevî ku lîstike, dek û dolab û planên neyarên doza gelê me aşkere ne, çawa ku bi hemû hêza xwe ew agirê kîn û berberiyê di nav hêzên Kurdî de gur dikin, bi zimanekî dirêj, bê şerm û fedî dibêjin em nahêlin ku Kurd li hev bikin û bibin xwedî yek hilwest! Tevî wê, hê jî tevgera me partiyetî û kesayetiyê di ser Kurdayetî û berjewendiya gel re digre!

Pêwiste ku tevgera me li xwe vegere, nerîn, hilwest û cîgehên xwe binirxîne, dest bi guftûgoyeke biratî îjdil di navbera hêzên xwe de bike, û li ser xêzên stûr ku berjewendiya gel diparêzin dest bide hev, li hember planên tunekirina gelê me rêzên xwe bide ser hev û xebatê bike.

Li dawiyê, Em bi hêvî ne ku sla nû aştiyê ji gelê Sûriyê û hemû gelên cîhanê re bîne, aramî, azadî û wekheviyê ji gelê me yê Kurd re jî bîne.

Sala 2022 an li we û hemû gelên cîhanê pîroz be!

* Rojnama Newroz – hejmar /151/ – 02ê Rêbendan 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button