Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (169): Gundên “Avrazê, Gobekê, Gulîka”, girtinên bêsûcane, talan û baceyên ji werza zêtûnan re, geregoşî û tevgereke olî ye tund

Bi ser hemî qirêjiyên ku li Herêma Efrînê bûne û ta niha berdewam in, gergoşî û kirîzên ku herêmên li Bakurê Sûriyê yên di bin bandorî û dagîrkeriya Turkiyê de tê de dijîn, belavbûna terorîstan tê de, û guheztina bi dehezaran ji çekdarên ku xwe weke şoreşger didin navdan bo nandozên di bin daxwazê de, li ber çavdêrî û guhdariya cîhanê…Hikometa Dad û Geşepêdanê – Eledalê we Eltenmiyê û serokê wê Erdoxan gefgurkirina xwe ji dagîrkirina herêmine din re berdewam dikin, û bê ku ji helwestên Civaka Navdewletî re û ji serencam, êş û kirîzên ku ji wê dijîkirina nû derkevin re, tu hesaban bikin.

Vaye li jêr emê beşekî din ji binpêkirin û qirêjiyan belge bikin:

= G.”Avrazê, Gobekê, Gulîka“:

Hersê gund bi hev ve û li ser pesarê Başûr ji Çiyayê Hawarê ne, bi Navça Mabeta ve girêdayî ne, dora /11/KM ji navenda wê dûr in, ji dora /225/malan pêk tên, dora hezar nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê /15malbat=75nişte/ zorane hatin koçberkirin, û dora/50malbat=300nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin. Û li kêlek wan kampek bi rûberiya kîlomitrek çarkoşeyî hatiye avakirin, dora /385malbat=2300nişte/ ji anîndeyan tê de ne, û bi hemî xizmetguzariyan amedekirî ye.

Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” hersê gund desteser kirin, mala “Mudesêr Şû’eyb Silêman” li G.”Avrazê” ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî, dest danîn ser dora/25/malan tevî kelûpelên tê de, û du tirektorên çandiniyê yên van hemwelatiyan”Xelîl Ebdo Dawod, Kemal Ne’isan”, du makîne (Pîkabek Honday û Salonek Kerneval) ên “Mihemed Hisên”, makînak (Pîkab Tiwêta) ye “Înayet Hemo”, giropek zeyenda elektirîkê (ampêr) ye “Ze’îm Qedûr”, guheztoka (tirens) toreya elektirîkê ya giştî û hin keblên wê, û stûn û keblên toreya giştî yên telîfûna zemînî, dizîn.

Û dest danîn ser dora/3/hezar darên zeytûnê, jê yên “Malbata Henik, Malbata Midewer, Menan Şêx Ne’isan” in, avahiya guvêşgeha zeytûna ya “Mihemed Elî Şêxo” û acetin kirinê da ku her werzekê ji xwe re bi kar wînin, herweha mala “M.E.Şêxo” li G.”Avrazê” bi ser ku ew li Bajarê Efrînê rûdine jî, û avahiya tîmargeha mirîşkan a “Mihemed Hemîd Ce’ifer” û avahiya kargeheke bêrînê ye kevin e “Hemîd Şukrî Mistefa” yên li çateriya gund û ji xwe re ji bo perwerdekirina pêz û niştecîkirina malbatên şivanên pêz bi kar tînin.

Û 40% vêrgî li ser berhemên zeytûna yên hemwelatiyên ne beşdar ferz dikin.

Û ji du salan ve û niha jî, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzan û dizîna wan, bêtirî carekê bi alavên giran, girê “Avrazê” kolan û rêş kirin, û di encamê de jî bi dehan darên zeytûnê yên “Malbata Şêx Me’im” hatin hilkirin, û herweha hin cîgehên ku li dor goristana gund û li nêzîk gir jî kolan.

Û darên Sindiyanê û zêtûnê li zaretgeha ku li Bakurê gund qut kirin, û ji bo çêkirina komirê û bazirganiyê jî di qutkirina darên ihracê de li Çiyayê Hawarê berdewam in, û ji bo wê jî li ser bêdera ku di navêna gundên “Avrazê û Gulîka” de dora/25/ûcaqên çêkirina komirê hene, bi ser wê de jî hersal qutkirina bêwijdan ji sedan darên zeytûnê re.

Û xelkê hersê gundan rastî rengereng cureyên binpêkirinan hatin, ji revandin û girtinên vêsûcane de bigir, ta işkencekirin, kêmrûmetkirin, perestandinê, bikaranîna mêran bê kirê û hin din ji kiryarên nemirovane, jê girtina bidehan -di nav de jî jin- bi tuhmetên çêkirî û nemafdar, û hin jê jî bêtirî carekê, mîna hemwelatî “Şêrhad Oso kurê Deyên/35/sal” ji xelkê Gundê “Jarê” – Navça Bilbilê (yê ku ji deh salan ve çûye li gundê hevjîna xwe “Avrazê” rûniştiye), li dawiya 2018an Z hate girtin, û mekin hate işkencekirin, bi behaneya ku bira û merivên wî di nav refên Yekîneyên Parastina Gel de ne, û ji ber wê jî zorane koçberî Heleb bû, bi nexweşiyek giran ket û bi wê nexweşiyê jî mir, û bi ser de jî milîseyan tirektora wî ya çandiniyê (ya ku di dest bavê hevjîna wî “Esmet Henan” de) bi darê zorê birin.

Û ji hemwelatiyên G.”Avrazê” yên sivîl ev  kes pakrewan bûn:

– “Umer Hec Hesen Umer/35/sal”, di Komkujiya Taxa Mehmûdiyê de, li Bajarê Efrînê 16.3.2018an Z, di encama topebarana Artêşa Turkiyê de.

– “Mistefa Ebdo Şahîn/60/sal”, li 22.5.2018an Z, bi qurşîna jîndar dema biservebirina bişev ji mala wî re, li Taxa Mehmûdiyê – Bajarê Efrînê, ji aliyê hin milîseyên çekdar ve.

– “Kamîran Menan Elî kurê Nebî/45/sal”, li 16.12.2018an Z, di bûyera teqandina makînak “Van” de, li hundir Bazara Keskahiyê li Efrînê.

– “Egîd Mihemed Şêx Hesen/25/sal”, di mercên ne zelal de (yê ku terma wî li navîna Heyva Rêbendanê sala 2019an Z, li nêzîk gund hatiye dîtin).

– “Mihemed Henîf Mislim/33/sal – derhênerê Kolîca Rewayetiyê li Şamê”, li 28.4.2020an Z piştî nîvro, di encama teqandineke mezin de, li pêş Bazara Gelêrî, li Kolana Reco – B.Efrînê.

= Girtinên bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev hemwelatî girtin:

– Li 23.10.2021an Z, parêzer “Necah Eros/51/sal” ji xelkê Gundê “Kûra” – N.Reco, ji aliyê asayêşa navçê ve, bi behaneya xuyakirina wê di perçevîdiyoya sekneke nerazîbûnê ye li dijî dijberiya Turkiyê, li pêş Avahiya Dadê – B. Efrînê di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, piştî ku li destpêka vê heyvê ji Heleb vegerî gund da ku seredana dê û bavê xwe yên temenmezin û nexweş bike -lê mixabin bav jî berî gihîştina wê bi rojekê mir- û paşê jî bo hepsên B.Efrînê hate rêkirin.

– Li 25.10.2021an Z, ev hemwelatî “Henan Mûsilî û herdu keçên wî Nojîn û Nisrîn, Ehmed Mûsilî, Mihemed Emîn Mûsilî” ji xelkê Bajaroka Şera, ji aliyê “Asayêş Leşkerî” ve – piştî ku mal û xilyewiyên wan tevdan- û birin B.Efrînê, û li 28.10.2021an jî ew berdan, bê ku wan bi tu tuhmetan tewanbar bikin.

– Li 26.10.2021an Z, hemwelatî “Şukrî Mihemed Ebdo/65/sal” ji xelkê Gundê “Sariya” – N.Mabeta, bi tewanbariya têkeliyê bi (R.X) a berê re, û li 28.10.2021an Z berdan.

– Li 27.10.2021an Z, ev hemwelatî “Eymen Mihemed Kêfo/27/sal”, hevjîna wî “Binefş Mihemed Nûr Kêfo/25/sal – diya du zarokan, xwîşka wî Nûvîn Mihemed Elî Kêfo/25/sal” ji xelkê Gundê “Xezîwê” – Şêrewa, ji aliyê Asayêşa Leşkerî ve li Efrînê, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re.

= Werza zêtûna:

Dizîn û vêrgî berdewam in, kirîn û firotina zêtê zêtûna di nirxeke nizim de (37 dolar Emrîkî û bi jêr de ji her tenekak /16/KG sade, yanê dora /20/dolaran ji nirxê bazarên Sûriyê kêmtir) dorpêçkirî ye, û weha zêtûnê kesk a ser sifrê jî bi nirxê (3-6 PT= 1-2 hezar PS/KG, yanê kêmtirî buhaya li bazarên Sûriyê heye bi dora hezar PS); Weha jî:

– Milîseyên “Feyleq Elmecid” xelkê Gundê “Kêla” – N.Bilbilê (70malbat) agahdar kirin ku gerek /300/teneke zêtê zêtûna (16KG sade) bidin, û xelkê G.”Zerka” jî – N.Reco /130/tenekî.

– Milîseyên “Feyleq Elşam” /150/teneke zêtê zêtûna (16KG sade) li ser xelkê Gundê “Dîkê” – N.Reco ferz kirin.

– Giropek ji Milîseyên”Firqit Elhemze”, ji deh rojan ve dest bi dizîna berhemên zêtûna ji zeviyê (230dar)  koçberê zorane “Ednan Reşîd Qereçol” ji xelkê Gundê “Satiya” – N.Mabeta û yê nêzîk Bîra “Kûra” ya hevcîwar kir, û çek jî kişandin bavê wî yê temenmezin “Reşîd Qereçol” -dema ku ew çû nav zeviyê û nehîşt dizîn were kirin- û ji nav qewitand.

– “Ebû Ferhan” serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li Gundê “Keferomê” – N.Şera, ji heftakê ve dest bi dizîn û talana berhemê zêtûna ji zeviyê (150dar) koçberê zorane “Yûsêf Reşîd Ebdo” kir, bi ser ku wî rêdan dabû birayê xwe “Mihemed” ku mal û milkên wî hilîne û dîne, û birêk jî li dirêjahiya du salan xizmetguzarî ji zeviyê re pêşkêş kiribû.

= Gergoşî û serberdayetî:

Li 24.10.2021an Z, giropeke çekdar ji Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” (a ku li Navça Şiyê ye û tu bandor xwe li Bajarê Efrînê tune) hewil da ku anînde”Ehmed Elnayêf” – bazirganê keskahiyê û meywê, ji orta bazara keskahiyê li Efrînê birevîne, lê giropeke ji Milîseyên “Elfirqe/51/-Elcebhe Elşamiyê” li pêşiyê sekinî û ew qedexe kir, û pevçûnina di nav herdu aliyan de rûdan û di encamê de endamek ji Emşat hate kuştin û pênc din jî jê birîndar bûn.

= Hin tiştên virdewêde:

– Weke tekeziyeke din ji hebûna kargeheke tevzînokan re li Gundê “Bircebdalo” – Şêrewa, ye di bin desteseriya Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam” de ya di çarçewa “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” de û bi Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî ve girêdayî û bi ser Turkiyê ve û ya ku “Ebdela Helawê” serkêşiya wê dike, Encûmena Xwecihî li Efrînê, li 26.10.2021an li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ev nûçe belav kir: Ku “Kargêriya Tenduristiyê li Efrînê bi hevrêzî bi amûrên ewlekariyê” re “şênberên tevzînok ên ku li kargeheke berhemdana şênberên tevzînok ye li gundewarê Efrînê dest danîne ser” telef kir; Û divê were bîranîn ku Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê”, li 3.10.2021an -piştî ku bi parêzvanên wê re kete pevçûnan- kargeh deteser kir, û ta niha hîn Destlatên dagîrker hûrgiliyên lêkolînên xwe (ka karegeh a kê ye, taqeta berhemdayîna wê çiqas e, cûreyên şênberên destpêkî û rê û aliyên kirînfirotanê) aşkere nekirine.

– Di çarçewa tevgereke olî tund û çalak de li Efrînê, “Navça ewqaf û şîretkarî (Elîfta’i) û rewşên olî li Bilbilê”, li 22.10.2021an Z, mizgeftek li Gundê “Qurnê”  û yeke din li Cîgeha “Rîşiyê” li Bajaroka Bilbilê vekirin, û ala Turkiyê jî li ser herdiwan hilda. Ew herdu mizgeft jî ji aliyê “Komela Destên Sipî – Turkiyê” ve û bi peredandina ji aliyê “Komela Jiyana birûmet – El’eyş bî Keramê – Felestîn48” hatine avakirin; Û navçê li 8.9.2021an Z, xwendekarên xort û keç ên di xelekên Quranê di navboriya Demsala Havînê de serkeftî, dan xelatkirin.

Ji bo danîna rêgirekê ji destêwerdana Erdoxan û rijîma wî  ya nemafdar û bigûman di rewşa Sûriyê de,  serpereştiya wî ji rêxistinên Islamî yên tundrew re, û karanîna nandozan li dijî Kurdên Sûriyê û herêmên wan, Civaka Navdewletî li pêş ezmûneke din e.

31.10.2021an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Çadirgeha li nêzîk gundên “Avrazê, Gobekê, Gulîka” – N.Mabeta.

– Kuştiyê vêguneh”Şêrhad Deyan Oso”.

– Pakrewan “Omer Hec Hesen Omer, Mistefa Ebdo Şahîn, Kamîran Menan Elî kurê Nebî, Egîd Mihemed Şêx Hesen, Mihemed Henîf Mislim”.

– Telefkirina şênberên kargeha tevzînokan li G.”Bircebdalo” – Şêrewa, 26.10.2021an Z.

– Vekirina herdu mizgeftên gundên “Qurnê û Rîşiyê” – N.Bilbilê, 22.10.2021 Z.

=================

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-169-31-10-2021-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button