Xêr û rindî yek ji nirx û rewiştên mirovan e, û di civakê de bûne sinc û tîtal, çiqas civak bi nirxên rindiyê dewlemende be, ewqas mervan e û dilovan tê jimartin. Ev ton karên wiha bi civakê re dibe alîkar ku gelş û girêkên wê kêm bibin û bi heve were girêdan, dibe civakek dirust, giyanperwer û şaristan e.
Meriv bi hindikî dabeşî sê cureyan dibin.
1- Hin ji mervan di dest e hene, bê ku kes in din hajê hebin rindiyê dike, û mervaniya xwe din di hindirê xwe de vedişêre, ne kesê xêr lêbûye pê hay dike ku hest û vîna wî rêz digire û li serê wê/î nake minet, ew ji mervê dilovan û mervebilind û payebilind tê jimartin û ji wan gewreyên netewan bi der dikevin.
2- Hin jî hene xêr û bêr di destên wan de pir in, weke tê gotin « kunc ji pençê naweşin « ew kes weke kusî dikeve qavciqê xwe nikane jê bi der keve û mervaniya xwe bi kar wîne, û tim ji ber destê xizaniyê û tunebûnê dibase û dinale, û di xwe de dirame ku dê çawa sermiyanê xwe yê diravî li ser pişta yê giyanî mezin bike. Ezîtiya di hinava wî de li ustî digere û difetisîne, wî biçûk û bê nirx dike. Ew dijîn û dimirin, derin û tên dinya yê bê ku tişt û şanekê li pê xwe bihêlin.
3- Cureyê sisiyê, yên herî bive û kêsbaz in û ji nirxan şûştî ne. Ew ger dewlemind bin an jî sîfîl bin. Gava firengek bidest dikevin hê nedayî tu kesî xizan li defê dixîne, û li ber mekrefonan û rûniştinan de dengê xwe bilind dikin û piropagendê ji xwe re çêdikin, û ew karê biçûk li ba wî mezin û gewre xuya dibe, û dibe bazirganê rindiyê û nirxan. Ezîtiya wî weke seriyê gênimê vala xwe di nav civakê de xwe hildide û pê şa dibe. Ew heyranê kesîtî, ezezî û berjewendiyên xwe ne, bi şev roj diramin ku çawa hilkişin ser êş û pêgerekiyên cîran, dost û gelên xwe ku xwe pê navdar bikin û sûda moralî û darayî jê werbigrin. Ew bi vî karê wiha merivantiya xwe der didin û li rex xwe radiwestin.
21.07.2021an
* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.