Bihara ku dest di ustuyê erdê re dibir û ramûsanên xwe yên rengareng tûmtûmî laşê wê belav dikirin û sîng û berê wê bi kulîlên xunavî fodil dikirin û tilî bi bêhna mişt hêvî, kenê zarokan û awazên çûkan hene dikirin, çivîkên ku bi hev re di hembêza lêvên daran de û di bin siya mijangên pelan de hêlînên xwe ava dikirin, ji nişke ve bihar darivî û di hembêza tariyê de hilweşî û di pişt re zivistaneke lêvtiromî, benzkurbayî basikên xwe li aso lihev xistin û xêr û bêr li xelkê barandin û kevir û kuçik li me barandin ….û lorandina dûrbûnê dest pê kir…
Pêşeng xemgîn e û xuyaye cengek di serî wî de digere bapîrê Pêşeng digot: (Ev lawa yekî mizeret û pir çeled e).
Pêşeng û Azêd ji dibistanê vedigerîn mala xwe ya demkî; dibistan çadireke fereh bû bi wêneyên Efrîn û pakrewanan hatibû xemlandin, mamoste jî wan re digot: Divê armanc û silogana we ya sereke ev be: Li her derê û di her demê de Xwandin
Bê xwandin jiyan, pêşeroj tarî ye)
Pêşeng dibêje:
Adaz tu dixwazî tevlî êrişên min bibî?
Azad çavbeloq dibe matmayî dimîne û Pêşeng têdigihîne çima, lewra dibêje:
Qurban pir dûr mere, em hîn zarok in û wek mamosteyê me gotiye em pênûs in û tiving ji bo rizgarkirinê û pênûs ji bo avakirinê …Azado!
Êvar bi êvar ez derbendan dibirim û di nav zinar û rişliqan re xwe berdidim nav erdên me û paşila xwe û tûrekî bi qasî ez kanim mişt zêtûn dikim û vedigerim, tu dixwazî tev min herî?
Ax axa me ye û zêtûn zêtûnê me ne lê dem bênamûs e, dihêle ku em mîna dizan herne nav zêtûnên xwe, azad nikane serbest bersiva xwe bide û dibêje:
Tu rewşa bavê min baş zanî, balafiran lingên wî birîn û dayîka min nikanê bi tenê xizmet ke… Pêşeng serî xwe bi kenekî çavxinan dihejîne… Azêd zanîbû ku ew ken tê wateya: (Tu tirsonekî)
Axafin ta ber deriyê mala demkî hate birîn û xatirê xwe ji hev xastin lê Xwedê zane Pêşeng çi agir di hundirê hişê Azêd de vêxist, Pêşeng çîkek avêt û pirêzeyên bîraninan ta di sê rojan di hişê Azêd de hêgin dibûn …dihate bîra wî kernevala mûsima zêtûtan û çawa dengê dîkê sibê hembêz dikirin û bi şev re çiwalên zêtûtan li bin balkonê rêz dikirin û çawa di ser çiwalan re hildiperikî ser xanî û dadigerî û bavê wî digot:
Bes sekin wek kûnsorkan di çiwalan re hildikşe…
Û carne azar dikir û digot:
Qurban raweste Xwedê neke îşek were serî te ma ne emê ji dest pitpita dayîka ji va gundî barkin, serî min vehesîne bila va meha pîroz siwe di ser me re derbas bibe.
Di nav ramanan de Azêd got:
Çima ez jî narim paşilek zêtûn ji dayîka xwe re naynim? Ma ne ew tim dibêje:
Zêtûnên kirînê bê ta›em û çêj in û min bêrya zêtûnên me kirî ye.
û di pişt re çavên xwe bi şerbê paqij dike û dibêje:
Pêşiyek kete çavên min
Azad di ber bîranînan re xew dike û roja din zû şiyar dibe sifra xwe bixwe datîne bi lez nên dixwe û dere dibistanê û li ser danê nîvro vedigere mal kardayînên xwe dinivîse û çi kar heye dike lê ew tim mijûl e, ta Pêşeng jî ew mijûlî mêze kir û vêre got: Çî heye di sê roj in tu ne liserhev î!
Lê Azêd tu bersiv nedida… Êvarê rêşiyên xwe berdan, Azêd mîna kerguhan xew kir û piştî orta şevê şiyar bû û ji kampê bi dûr ket û enî da gundê xwe û li rê siwar bû, derbend birîn, dunya kere, qurşînên çeteyan hin caran bi ewran de direwîn Azêd carna xwe dadixist carna xwe ra dikir carna li ser pozî pêçiyan dimeşî û her nêzîk dibû bêhneke ji xweşbûnê xweştir bi şanazî hildikşî poz… Ew gîha nav zêtûnan û di serî de dar hembêz kirin û pel ramûsandin ew hestyar bû ku dar xembar in û ji çavên zêtûnan hêstêr dibarin, ji dûr ve dengê seg û çeteyan dihat .
Azêd bi lez paşil û tûr ve mişt zêtûn kirin, ji gund dengê Xocê sibê hat û ew deng ji Azêd re bû zengilê metirsiyê… (Ro hindik maye wê hile)
Lêvên xwe ji pelan rizgar kirin û dîsa li hespê demê û riya vegerê siwar bû, lê xiştepiştekê xwe avête guhên wî , Azêd xwe li ser axê dirêş kir , bêhneke kûr kişand û tiliyên xwe berdan nav axê û mistek ax xiste berîka xwe, deng çû, bi kûnxuşkan derbend birîn û rabû ser pêyan û bi lez birê ket,careke din dengê çeteyan bilind bû û bang kirin, lê Azêd guh neda wan, çend tene zêtûn rijiyan lê Azêd bez berdewam kir, qurşîn barîn dîsa dengê seg, çete û qurşînan bilind bû,qurşînekê mîna sêmsoran bi milê Azêd dada û şewitand lê Azad bi dayîka xwe diramî û wêneyên wê di pêş çavan re dibezîn,dît ew bi dilgermî zêtûtan pêşwazî dike piştî ku çîroka zêtûnan dibhîse û tene bi tene dişkîne û her çend rojan avê di ser re dirjîne û şêrîn dike û tenakê dixwe û dibêje: Mmmm xweş e ez bi qurban lawî xwe û van zêtûnan bim .
Qurşîneke dînok di paşilê re dere, lê Azad zêtûtan bernade û xwe davêje paş zinarekî, laşê wî diqerime, dengê seg û çeteyan û Xoceyê biyanî tê birîn, hêz xwe dike ku rabe, lê bêçare, pişta xwe dide zinêr û dibêje: Dayê li min biborîne min dixwast dilê te geş bikim û ez bê destûr ji we bi dûr ketim.
Tariya şevê vekşî, tîrêjên royê çavên Azêd yên vekirî xurandin lê Azad weke her car nekenî.
Ro matmayî ma û nizanîbû ku Azad raza ye lê hêşyar e!
30.3.2021 an
* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.