Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Civîna Astana… Sapê vê Tene !

Ibrehîm Şitlo*

Daxuyaniya dawîn a civîna Astana, diyar dike ku dewletên li vê civînê beşdar bûne : Rûsya, Tirkiyê û Iran xwe ji ber Rewşa Welatê Sûriyê Berpirsiyar dibînin. Lê her yek ji wan hersiyan li gora Bercewendî û Armancên xwe Daxuyanîya vê Civînê cih bi cih tîne.

Her sê dewlet : Rusya, Tirkiye û Iran di daxuyaniyê de daxwaz û Armancên xwe bê Şermî dibêjin û ronak dikin :

„ji serwerî û yekparçeyiya Axa Komara Sûriya dilxwaz in, û ku ew li hev dikin ku li dijî her hewlê dabeşkirina Axa Sûriyê an bi hinceta cenga dijî terorê herêmek ji Sûriyê veqetînin. »

Her wiha jî di daxuyaniyê de Nûnerên hersê dewletan gotin :

„Ewlehî û aramiya demdirêj li herêmê tenê li ser bingeha parastina serwerî û yekparçeyiya xaka Sûriyê dikane were sazkirin ku armanc ew e ku ew Bûyerên ku weke rastîyek bi zorê li ser axa Sûriyê cih bicih bûne, ne Fermîne, di nav de yên derbarê xwe-rêveberiyê de bi hinceta şerê terorê, ev bûyer nayên qebûl kirin.”

Em jî di di dîroka Têkoşîna Milletê Kurd de baş zanin ku çawa Kurda li Başûr ala mafê xwe hildidan, dagirkerên li Baxdadê bi slogana parastina yekîtiya xaka Iraqê êrişên hovane dibirin ser me.

Tenha bi wê tenê jî nedikrin, diçûn parsa piştgêriya Civata Erebî û Islamî dikirin û piraniya wan dewletan bi aliyê qirkirina Kurd û Kurdistanê dixistin.

Slogana parastina yekîtîya axa Sûriyê jî bûye exm ji Erdogan re, ji bo xwestekê wî jî ew xal car din di daxuyaniyê de bûye biryar. Ev Biryar ji bona Putîn ne xeme, ji ber ku li hemberî wê biryarê, bazarek li gel Tirkiyê û Iranê heye…

Li Civînê jî Rola milletê Kurd di cenga dijî tirorê jî ne anîne serziman û hatiye pûçkirin. Xwîna bîst hezar xort û Keçên me jî ne hêjayî ku weke cenga parastina Sûriyê ji tiror bêne bi navkirin. Lê, gotina tirorê bi Kurdan tê perçîm kirin.

Li gora dewletên Civînên Astana pêktînin û bi rêve dibin, Kurd ne layiqî beşdarbûnê ne, ne jî weke beşek ji milletê Sûryê tên naskirin.

Para milletê Kurd li Sûriyê di civîn û kongrên Astana ji destpêkê de ji Sala 2017 ta îro, tinebû û Îro jî nîne.

Ka hêzên Kurdan çi dibêjin ? Pîlana wan çiye ?

Emrîkaya yekbûyî piştî 31 Salan tiliya xwe ji Kabûl kişand û hêzên hûkûmeta Kabûl bê pişt hîşt û di nav Leppên Talîban berdan.

Ka gelo, ta kengî wê ew çend sed Çekhilgirtiyên Emrîka li Sûriyê bimînin ?

Îro, sibe…Heftiyek…Heyvekî din ?

Dûr be, nêzîk be wê her biçin, Tirkiyê – tevî Zordariyên wê li dijî dewlet û milletên Sûriyê, Îraqê, Libya, Misir… her Pîlanên xwe li herêmê chibicih tîne û cîhanê li wan bûyeran xwe ker û kûr kiriye.

Ji bo milletê Kurd li Sûriyê, rêya pîlana yên hêz û Partiyên Kurdan ji bo vê rojê re çiye ?

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button