Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Korona bêhna bayê mirinê.

M.Emîn Sadûn*

Dema ez di kolan, sikak û celdên Dêrika Hemko re diçim û têm, û li ser rêyên gundewarê wê digerim. Çavên min bi sihika dost, heval û hogirên min ên koçkirî dikeve. Ez li peyî wê sihikê dikevim ta roj diçe ava. Ne ez sihikê digirim û ne jê li ser şûn û şopa wê diwestim. Roj wenda dibe û pêre sihik jî xwe ji min didize, enîşkê li xwe badide û xwe di tariyê de vedişêre. Lê, beza min li dûv sihikê nasekine û kela dilê min sar nabe û laşê min ê bawîbûyî, naqerime.

Her sibeh ez û sihik û rojê bi hev re hişyar dibin û li hev digerin. Dema roj kirasê şevê li xwe dike, sihik jî di quncikên reşiyê de bi tena xwe û wek sêwîyekî zikbirçî radize. Lê, cardî hewldanên min ranawestin, ez hewldanan dikim ku, sihikê bigirim, li tenişta wê rûnim û çend pisan jê bikim; bîranînên rojên xweş û ciwan, û xwenên şevan li bîra hev bînin û nexşerêya wan xwenan li ber xwe deyînin û bi hev re xet û xêzên wê, gengeşe û nîqaş bikin, xewinên razayî û hêviyên bazdayî bi heve girê bidin.

Derê rikeha xewinan li piştî vekin, û hûr û dûr li firandina wan binêrin û li ser pişta baskên wan asoyên hêviyan birêsin û li ser pilana wan, nexşê tevna omîdan bihûnin! Lê, tevî wan hewldanên gerim û gur, ew hewldan sernakevin û di nava kêferata roj û şevê de bertavêjin, berî dema xwe kulîlkên dara xwe diwerînin û berhem nagirin.

Çemê mandîbûnê di buhareke virnî de radibe û wan xewin û hêviyan li ber xwe dimale û di deryayeke kûr de werdike û ji gera li ser şopa sihikê diqerim û bê hêvî dikevim û disekinim. Hingî bêhna bayê mirinê li min dide û ez bêrîya wê dikim û bêhna dûkela wê jî li ber bêvila min difûre û pêre dilê min diqurmiçe û qemûşkên nêmgirtî ji nû ve vedibin. Birîna kul careke dî dize û serkaniyên çavên şil dîsa derdibin, rondik û hêstirên xav û şor di ser dêmên zikbel de xwe berdidin, çemên rondika tevlî dûkela mirinê dibe û ewrekî reş û tarî di kevanên kinarên dil de hevdigire û xunava xeman di ser dilê birîndar de dibarînin û bîrîkirina mirinê di kaniya dil de dikelîne.

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button