Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Avê di solên hev de vexwin!

Mihemed Qere Hesen*

Rojekê du bira bi hev re rêwîdar bûn, di beyabûnê de pir meşîn û tîna royê ew diqjiland û ji tîna re hemahema dê bifetisîna, gihêştin ser devê çalekê. Diramîn ku dê çawa avê ji çalê vexwin. Birayê mezin bi yê çûk re dibêje: Keko ezê bi çeplên te bigirim û berdim çalê û tu yê sola xwe bi avê xînî û vexwî. Lê birayê biçûk bi yê mezina re digot: Na keko tu yê sola xwe bidî min û ezê bi avê xînim û vexwim. Û gava min têr vexwir noba din tu yê jî wiha bikî. Wiha hişê herdu biran çûn ser hev û xwe ji tîna fetisandinê rizgar kirin.

Raman ji vê kurte çêrokê ew e ku gav meriv çi bira bin an jî dost bin, ji hev hez bikin, ger alav û amor çi be jî, ne girêk e, ya giring ew e ku hevdu ji mirinê rizgar bikin. Bi gotinek din jiyana yekî jiyana yê din e, û mirin jî wiha ye.

Em tev dizanin ku rewşa doza Kurd li Sûriyê gihêştiye firk û çatrêya nû parî ketiye gewriyê, yê wê were lûpkirin an velûkirin. Neyarên gelê Kurd çi li hundir û çi jî li derve bi şev û roj kar dikin û pilanan digerînin ku vî parî ji gewriya Kurdan bi derxînin û vegerînin berî tevgera gelê sûrî bi deh salan. Û van destkewtên di van salên borî de ji me bistînin, ta ev parî netê velûkirin çi jê re divê.

# Gava herî serek e, ji Kurdan re ew e ku gelş û nakokên xwe di rêya hevpeyvîn û diyelogê re çareser bikin û van daneserên ragihandinê li dijî hev a ku gelê Kurd dabeş dike rawestînin. Cilê ji bin ling û lîskên neyarên xwe bikişînin û bihanên êrişkirina dewleta Turk, rijîma pirçê û hiş reş (Îranê), Rûs û rijîma Sûrî ya pirçaskî derxînin. Guftûgo hemî tiştan ji hev re aşkere dikin, û hemî aliî haj hev û kirên neyaran hebin û bi hev re bergirya pilanên wan bikin û karsaziyek hevpişk di navbera xwe de ava bikin, ev rê li ber yekîtiyekê di her beşekî de çê û dûz dike, fişar û destêwerdana aliyên kurdî ji beşên din ên Kurdistanê re rakin û têklî bibe wekhev û dademend.

Guftûgo li ser nêta hişmendiyê û lihevkirinê be û li ser mijarên herî pêwîst bin. Êrişên kurên gurê gewr (Turkiyê) bi îjdilî biveyên wan bibin û hebûnê Qendîlê biramin, ji ber ku her du rojan daneserên leşkerî nebin ser bakûrê Kurdistanê ta ku tebatî û hêmenî nemîne. Divê kurtikê Osmên bi şêwekî di rêya guftûgoyê re were çareserkirin û dev ji hêzên gerîla netê berdan. Di roja îro de pêwîstek mezin heye ku Gerîla bi hukmeta barşûrê Kurdistanê re girêbestek îstiratîcîk çêbikin, girêbest ne bi partiyan re be, ji ber ku hêza leşkerî dibin fermana hukmeta kurdistanê de ye.

Mera pir bawer e ku Kurdan rast û çepiya xwe ji hev nas kirine, û ew di golek e ji berjewendiyên dewletên herêmê û yên mezin de dixebitin. Ji ber ku îro doza kurd li seranser ji qonaxek dîrok derbas yek din dibe, ger şaş bûn, kêmasî çêbibin û bi hev re ne karsaz bin, wê ziyaneke mezen bi Kurdan gihîne.

#Şêweyê têkliyan di nav tevgera konevanî kurdî de were guhartin.

1-    Têkliya hukmeta herêma başûr û rêvebirya xweser li rohilatî Ferêt li ser binghên dewletê li ser berjewendiyên hevpişk werin avakirin, ji ber ku têkliyên dewletan û partiyan ne wek hev in, berjewendiyên hukmeta başûr û xweserê pê radibin wek alîkî cibicikirinê û bi rêvebirinê ne, ji ber vê, divê herdu alî ji bin baskên patîtiyê bi dûrkevin, û serê xwe nekin nakokî û gizgizên partiyan,  ji ber ku partî nêrînên xwe başqe ne, partî xwedî bîrdoz û berjewendiyên kesane têde tên dîtin, lê karê hukmetan cîbcîkirina berjewendiyên hevsêyan  di rêyên zagonê re bi rêve dibin.

2-    Têkliyên partiyan piraniyên xwe tiyorî û konevanî ne û nêrînan dirêsin û ne li ser bingehên xizmetgozariya welêt di hemî aliyan de rojane radibe. Û li rex deslata cîbcîkirinê radiwestin û piştgiriya wan dikin. Divê karê hukmetê û partiyan ji hev cuda bin û tev hev nebin, her alîk ji yê din re layangir û karsaz be.

3-    Partî rêxistine ne dezgeh û sazî ne, pir caran kes û partî li saziyên dewletê siwar dibin û dikin bin hakarî û rola xwe ya partîtî û kesane, û wek hesp ji xwe re pê kar û nakokiyê dikin, û dixwazin bîrdozê di serê dewletê kin ji kar û barê wê ya rast ê sazyane biyan din û kurmê gendeliyê, celqbûnê û sûdên hindik dikeve bejna dewletê û dibin deslatên zordar.

4-    Tevgera kurdî li her parçekî Kurdistanê kanibin ji hev re daxin, û ji porjeyên partîtî di başên din de û bi tevgera kurdî re di wî beşî li karzas bixin û ne di ser vîn û daxwezên û rêzgirtina wan re be.  Ji hev re daxistin yek ji mercên dilsozî bi dozê re ye. Gava şaşiyan li serê hev mezin nekin, û ji hev re têbîn û rexnên avakirinê bibêjin û bipejrînin, ew dibe gavek li ser rêya rast, û ger ava gemirî di solên hev de vexwin ji hingivê di zerkên zêrîn ên neyarê gelê xwe de vexwin xweş û çêtir e.

Ji hemiyan ve nas e ku serketina beşekî Kurditanê serketinek moralî ji yên din re ye, û «tirî li tirî dinêre reş dibe» û wê hîngê kurd li kurd dinêre şiyar dibe û bihna wî ji xebatê re fereh dibe.

Rast birame, aşkere û dirust denke, îjdil hez bike

27.07.2021an

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button