Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Zengil û pisîk

Zanistê come*

Wek tê zanîn li seranserî cîhanê hemu dezgeh mînak encûmen, partî, komel e û enî di nav gelan de tên avakirin bona karekî bikin. Vêca her yek ji wan li gor berjiwandiya gelê xwe, tozik û azîna xwe dinivsînin û karê xwe dikin, ku armanc û daxwazên gel pêk bînin.

Kirîza Sûriyê derbasî sala yazdan bû û hîn berdewame, ta niha ne diyare û ne naskiriye ku berê sûriyê kuve diçe ta destlata Sûriyê yê fermî nizanê û ne kanê xwe û gelê xwe ji bataqa ku bi xwînê hatî misdan derxîne. Vêca li beramberî wê dagîrkirina Efrînê bi destê çeteyan û alîgiriyên destlata Turkiyê jî derbasî salsa çermîn dibe û hew jî ne diyare wê li kîjan kenarê raweste.

Kesên rewşa Kurdan û tevgera wê ya netewî dişopandin, baş dizanîn ku partiyên sereke li çiyayê kurmênc yên xwedî rol û camawerekî wan di nav gel de hebûn ev bûn: Pyd, Yekîtî, Elpartî û pêşverû bûn. Nayê wetayê ku ez dibêjim partyiyên din yan kesên welatparêz yên serbixwe tune bûn. Lê mebesta min ji vê yekê ew e ku piştî dagîrkirin û talankirina Efrînê û penaberiya nişteciyên wê çi li şehba û çi jî li deverin din.

Vêca pirs ewe gelo kar û barê ew partiyên sereke yên me bi navkirine bi dagîrkirina Efrînê re radiweste û kuta dibe yan destpê dibe.!

Kêm zêde ta niha endamê hemu partiyên me bi nav kirine li gundewarên çiyayê kurmêc hene, lê mixwebin wek ez dizanim tu partî karê xwe yê rêxistinî dike tune ne û ne navendên wan diyar in. yek ji wan partiyan partiya yekîtî ye, vêca ez tekez dikim li gor tabloya hebûn û belavkirina hevalên partiya yekîtî li kurdaxê sedî 65-70 ji hevalan di gund û bajarên xwe de dijîn û her wiha partiyên din jî.

Wek tê zanîn û naskirin hemu dezgehên me li jor bi navkirine, bi dagîrkirina Efrînê re karê wan hat rewastandin û hemu endamên sereke û berpirsiyar pişta xwe dan Efrînê û her yekî li gor berjiwendiya xwe ne li gor ya gel yan li gor yên hevalên xwe bi derekê de şiqitîne!

Vêca berxwedana dagîrkeriyê ji kê re hîştin û sûnda wan ku sûndxwarine li ku ma, nizanim, zengil wiha bi sutiyê pisîkan nakeve, û mişk nayên girtin.

Girîng û pêwîste ew partî li xelkê xwe xwedî derkevin û piştgiriya wan di hemu war an de bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button