Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn, û pêşeroja nediyar

Nazdar Hesen*

Herêma Efrînê herêma kurdî ya ku, berî dagirkirina wê ji aliyê dewleta Turk û çeteyên pê ve girêdayî, rêjeya Kurdan ji sedî nod û pêncbû û erebên li wir dijîn di toreya wê civakê de hatibûn stiran, çi ji aliyê cilûbergan ve û çi ji aliyê dayîn û standinan ve, piraniya wan bi zar û zimanê kurdî dizanîn û baş pê daxivîn, cîrantî û hevaltiya wan baş bûn û hemû bi hev re di rewşek aram û ewle de dijîn. Lê niha û piştî derbasbûna sê -çar salan ji dagirkirina wê, herêma Efrînê ne maye herêmek kurdî û ne jî maye herêmek Sûrî!

“Geroka KawaEfrîn ji berî dagîrkeriyê”

Çima ne maye herêmek kurdî?

Ji ber ku, rêjeya Kurdan li wir ji sedî nod û pênc daketiye pîst û pêncan û ger niha tu li kolanên wê bigerî kolanên Kelasê û Şe›er ên bajarê Helebê tînin bîra mirov, jinan hemiyan cilbabên reş li xwe kirine û tenê qulên çavan têne xuya kirin, mêrên rih dirêj û bi gelabî û çek li ser maturan li vir û wir digerin û zarokên wan di gulîstan û kolanên wê de bi serbest û azad dilîzin û pir kêm tu yê rastî yekî kurd û bi kurdî daxive werî.

Û çima ne maye herêmek Sûrî?

Ji ber ku , nasnameya Sûrî roj bi roj tê rakirin , guhartina nasnameya Sûrî bi ya turkî, hildana ala turkî û wêneya Serokomara Turkiyê, guhartin û nivîsandina navnîşanên qad, kolan, dibistan, nexweşxaneyan bi zimanê turkî  û ta saetên avê û êliktirîkê bi ya Turkî hatiye guhartin, kirîn û firotin  bi  pereyên turkî û rêbaza xwendinê tev hatiye guhartin û bi zimanê turkî tê fêrkirin  û ev hemû binpêkirin ji serweriya dewleta  Sûriyê re ye, û pêkanîna hemû kiryarên hov û kirêt ên dewleta Turk bi rêya çeteyên xwe di  dermafê Efrîniyan de   dikin  ji bo guhartina demografî ya rêbazkirî were bi cî kirin û Efrîn nemîne herêmek kurdî sûrî.

Belê Efrîn di van sê -çar salên derbasbûyî de ser û ber hatiye guhartin û nasnameya turkî lê hatiye ferzkirin lê kêşe û pirs tenê ne ew e, pirsa giring ew e: Ka piştî ewqas guhartin wê pêşeroja Efrînê çi be? Efrîn wê rojekê vegere herêmek kurdî sûrî an wê bibe herêmek turkî?!

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button