Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

PÊDIVIYA GOT Û BÊJA KURDÎ…

Mehfûzê mele silêman*

Ji bo avakirin û amadekirina hoyê xweser li hember ûştê derveder yê peydebûyî, hevrêzkirin û yekkirina mala kurdî di her deman û cihan de, û di her doxan û rewşan de gereke û pêwîst e.

Çimkî nakokî, milmilanî û parçebûn yên navxweyî her dem sedemê sereke bûn di hilweşandina raperîn û şewreşên kurdan de, û di têkçûna hewildanên wan de, û beravêtîkirina hêz û şiyanên wan de, û windakirina hemî derfetên guncav di qûnaxên dîrokî yên bûrî de, li akamê şekestin û ziyan werdigirtin, û di vê bar û mijarê de pir ezmûn û serpêhatiyê kurdan yên reş û tehl hene.

“Bajarê Amûdê- Cizîrê, li Sûriyê”

Her dem dijminên kurdan di çespandina binyada mihtinkar «ji hev cuda bike tê serdest bî» di nav kurdan de biserdiketin, û ji bo pirojeyên xwe yên dagîrkirinê baş bikartanîn û nedihiştin kurd aza bibin û qada xwe rizgar bikin û serxwebûnê pêk bînin.

Bûyeran û serpêhatiyan tekez kiriye, ku alîyekî kurdî çiqasî bi hêz û rêz be tu carî zora alîyekî din nebiriye, û nikariye hebûn û rola wî tune bike,lewre pênasîna bi kesê din yê hevrik û dijber pêwîst e, û dive bi hev re ser mêza got û bêjê rûnin, da pirsgirêkan û nakokîyan di nav xwe de çareser bikin, da ku mezin nebin, ji bo doza netewî ya giştî û hevbeş, ku bervaniye di ber hebûn, nasname û mafan de, dûrî berjewendiyê kesayetî, malbatî, hozîtî û partîtî.., di rêya hevgihiştin, rêkeftin, hevparî û hevgirtinê de.

Bi mercê ku hemî alî sûdê jê bigirin, û tu kes neşikestî û neserkevtî be, bi tenê ji bo berjewendiyên netewî û niştîmanî be.

Her wiha bi taybet derbarê rojavayê kurdistanê (kurdistana sûrî) nemaze di hundirê van rewş û doxên heyî de, ku ji encamê qeyrana sûrî ya dûvdirêj û li hev gelicî, û berhemên wê yê wêranker û bobelat, pişt bûrîna 10 salan ji destpêkirina şerkirin, wêrankirin û talankirinê..ku hişt doza kurdî giring û balkêş be di rojeva bûyera herkatî de û di nav raya giştî û çêkerê biryara navdewletî de, û pelika giran û tezûdar be di danîna siyasta hindur û derve ji hemî dewletên herêmê re, nemaze dabeşkarê kurdistanê..

Tiştê pêkhatî ji destkeftên netewî (rêvebiriya xweser) ser zemînê bi buhayê lehengiyan û qurbaniyan di kaxên berxwedan û berevaniyê de di ber gel û welat de, dijî hêzên tariyê û tûndrew, ku di serî de DAIŞ (ISIS) bi alîkarî û piştgiriya bira, dost û hevbendan.

Ev rêvebiriya ku bû nimûne, endaz û rêber ji bo danîna nexşa siyasî ya nû ji dewlet û rêjîman re li ser asta navxweyî û herêmî.

Da ku ev destkevt bên parastin û di destûra sûriya nû de ragîrbin û bi cî û xayan bibin, divê kurd yekrêz bin û yek gotar bin,  ku her gav û her dem daxwazên netewî û niştîmanî ne, li ser Asta fermî û gelêrî wekû armancên tektîkî û sitratîcî di rêya bangan û destpêşxeriyan re yên li dûhev û yekser ji bal gelek aliyên kurdî û kurdistanî ve, yên ku li dawîyê ya Ceneral Mezlûm Ebdê bergirt û ket rojevê de bi bizav û piştgiriya dost û hevbendan, û biçavdêrî û serperştiya dewleta Emrîka (USA), ku got û bêj gavin mazin bipêş de çûwe, digel ku hin terpilandin û rêgirî di pêşiya wê derdikevin, lê divê di wan derbas bibe.

Li vir jî hêja ye amaje bi hewildanên serokatiya herêma kurdistana Îraqê bibe, ku levkirinên Hewlêr 1 û 2 û dihok encamdan, lê bidaxewa jê vegiryan û pêbendî navrokê wan nebûn û bi cî nekirin.

Bi diyarbûna nîşanê bidawîbûna qeyrana sûrî ku ber bi çareseriyê diçe, û nêzî qunaxa encamdana dibe, li pêşiya kurdan du bijarde hene, yan

Yan wê rijdbin li ser cudabûn, nakokî û milmilaniyê, û paşî windakirina derfeteke zêrîn, û dubare kirina dîrokê bi derd û azarê xwe, yan jî wê li hiş û bextê xwe vegerin û got û bêja bi dawîbikin, û rêkeftineke levhatî û bi ser û ber pêkbînin, û lêvegereke kurdî giştî û dirust ava bikin, da rêvebiriya têkoşina kurdan bike, û hêz û qurbaniyan bikar bîne, û mafê kurdan yên rewa bi dest bixe, li gorî şiyan û karînên kurdan, û li barê hevsengî û berjewendiyên zilhêzan.

13.3.2021an

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button