Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

ÎRO BERÎ SIBA XELKÊ ME YÊN KOCBERBÛYÎ DIXWAZIN VEGERIN EFRÎNÊ

Memê Alan*

Pêşgotinek girîng: Berî kirîza Sûriyê hejmara nişteciyên Herêma Efrînê dora /700/hezar nişte bû, jê /96%/ nişteciyên Kurd ên resen bûn, û yên mayîn jî ji pêkhateya Ereb bûn, di karnava kirîzê de, dora /50%/ ji ber rewşa aborî û ewlehiyê jê bi derketin û berê xwe dan welatên biyaniyê, û dora /350/hezar nişte di Efrînê de man. Lê, di navêna ku Artêşa Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên Sûrî yên nandoz êrişî herêmê kirine û ta ku dagîrkirine de, piraniya xelkê ji neçarî û ji tirsa li ser jiyana xwe re ji herêmê derketin, paşê beşek ji nû ve vegerî cî û warên xwe, yên din jî hin jê derbas Heleb bûn û beşek li Herêma Şehba›i – Bakurê Heleb ma, û hejmarek biçûk jî ji bo kar û peydakirina pariyê nên berê xwe dan Ewropa, Kurdistana Başûr, Kobaniyê, Cezîrê û hin deverên din, yanê em kanin bibêjin ku serjimarên ku niha li ber destan hene bi vî awayî ne:

Dora /120/ hezar niştecî li herêmê dimînin, dora /220/ hezaran jî li gund û bajarokên Şêrewa û Şehba›i in. Lê, xem û qisaweta hemiyan a yekem vegera li cî û warên bav û bavpîran e, ne mandina li wan warmişextan e.

Li hundir Efrînê rewş ji hemî aliyan ve pir zor e, jiyana xelkê me kêlî bi kêlî di bin gefê de ye, û kuştina hemwelatiyê bêsûc «Ridwan Rehîm ê pêncîsalî» li vê dawiyê jî nimûne ye. Li herêmên penaberiyê jî rewş û jiyana xelkê me bi rengekî din di nebaşî û metirsîdariyê de ye, ji alîkî ve zext û hestên dûrîtiyê ji welêt, tunebûn û metrisiya topbarandinên Artêşa Turkiyê û nandozên wê yên herwext ku bi ser wan de dibarin. Li alîkî din doseya Sûriyê bi tevtahî ji aliyê dewletên destêwerdankirî ve hatiye sarkirin, û asoya tu çareserkirinê ne diyar e. Li rex vê tabloya tarî û pêşeroja ne diyar, em Kurd jî ne yekhelwest in, em behs û rikan bi hev re dikşînin û dixwazin hevdu tune bikin, û ji qerez hev re pêşeroja miletê xwe têkin bazarên erzan, da ku cilê ji bin hevdu bikşînin, weke çawa li vê dawiyê daxuyanên bi navê «serhiladana vegerê» yên ku ji aliyê «ENKS» û alîgirên wê ve têne der, bê ku tu amedekarî û gerantî ji vegerê re hebe, û tenê ji bo tazîkirina Rêvebiriya Xweser a li Şehbayê, herweha Rêvebiriya Xweser jî, ji bo rawestandina wê kampaniyê, bi rengekî din dikeve çewtiyan, li hember ê dixwaze here disekine, yên diçin bi ketina hembêza dijmin û hin caran bi îxanetê tewanbar dike, û dibêje neçin ta ku em Efrînê rizgar dikin û bi hev re bi rûmet û enîhilmiştî derin. Vêca miletê me di nav van kişandina virdewêve de hinda bûye, her dere bêhêvî dibe, û baweriya wî bi Partiyên Tevgerê lawaz namîne.

Di vê çarçewê de, em dixwazin li ser hin xalan tekez bikin:

1-    Em bawerin ku xelkê me bi axa xwe ve girêdayî û di zûtirîn dem de dixwaze vegeriyê.

2-    Mafê vegerê mafekî kesayetî ye, û hemî rewayên asîmanî û zagonên danîndayî wê tekez dikin.

3-    Em bi yek nêrîn li xelkê xwe yên li hundir Efrînê û yên li derve binêrin, ta ku ji me were, em piştgiriya tevan bikin, çimkî herdu alî û her yek bi rengekî ji bo hebûna vî gelî li ber xwe dide.

4-    Mijara vegera xelkê me mijareke girêkok e, û ne bi wê hêsaniyê ye, çimkî bi pir aliyan ve girêdayî ye, û xebateke bêhempa û bi hev re jê re gerek e.

5-    Hemî aliyên di kirîza Sûriyê de têkildar, û bi taybetî yên herêmî naxwazin xelkê me vegere, û yên navdewletî jî li berjewendiyên xwe digerin.

6-    Pirsgirêka vegerê bi vegerandina çend kes û malbatan çareser nabe, çimkî ew bi vegera sedhezaran hemwelatiyên me ve girêdayî ye.

7-    Ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebateke li ser pir astan gerek e (Kurdî, Sûrî, Kurdistanî, herêmî, navdewletî).

8-    Hemî aliyên Kurd vê mijarê nexin bazarên siyasî û bejewendiyên partîtî yên teng.

9- Em tev bi hev re, bi mejiyekî komelane li çareseriya vegera xelkê xwe bigerin, belkî em kanibin bi ziyaneke hindik xelkê xwe vegerînin, û siyasetên dijminan ên qirêj ji ser xwe bidin alî.

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button