Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Serkeftina Taliban Serkeftina terorê û têkçûna aştiyê ye!

Newafê Bişar*

 

Piştî 20 salan ji pevçûn û şerê navxweyî, herikandina xwîna mirovan û kuştina bi hizaran ji weltiyên Afxanistanê, û encama rêkeftinekê di navbera Dewleta Emerîka û Rêxistina Taliban de, Emerîkayê hêzên xwe yên leşkerî ji welêt kişandin, careke din, li roja yekşembê 15ê Tebaxa 2021an, piştî heraftina hikûmetê û reva serokomar, çekdarên Talibanê derbasî Kabol bûn, Afxanistan derbasî qonaxeke nû bû, navnîşana wê teror, tarî û hovîtî ye!

Hêjayî gotinê ye ku piştî êrîşên terrorist ên Rêxistina El Qayide 11ê Êlûna 2001an bi serokatiya Usame Bin Ladin ê ku xwe li Afxanstanê veşartibû, û kuştina 2977 kes û karmendên bêsûc û bêguneh, Hevbendiyeke navdewletî li dij terorê bi serperiştiya Emerîka hate demezrandin, di meha Çilleya paşîn a heman salê de, destelata Taliban hate rûxandin.

Ne weke ku hin ji me texmîn dikin ku Afxanstan welatekî hejar û bê semyan û hatin e. Li gora belge û agahiyên Şalyariya Berevanî ya Emerîkayê, Afxanstan welatekî wilo ye ku bi samanên me›denî yên mîna (Lîtyom, Sifir, Zêr, Brîlyom…hwd) dewleteke pir zengîn e ku li ser asta cîhanê pileya duwemîn digre.

Ji ber wê yekê, piştî serkeftina Taliban, dewleta Sînê amedebûna xwe ji bo têkilî û alîkariyê bi Taliban re diyar kir.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, grûp û rêxistinên tundrew mîna Ehrar-ElŞam ku bajarê Idlibê ya Sûrî di bin destê wê de ye, şahî û kernevalên keyfê lidar xistin, herweha Rêxistina Îxwan Elmuslimîn û hevalbendên wê geş bûn û di paşerojê de ewê têkiliyên xwe bi hev re ji bo belavkirina terorê saz bikin, ewê bibe jêdera terora navnetewî. Diyare ku piştî radstkirina Afxanganistanê û serkeftina hêzeke rûreş û tundrew, êrîşên dewleta Turkiyê û hevalbendên wê li dij Rojava zêde bûne, devera Zirganê li Herêma Cizîrê topbaran kirine, di encamê de kuştin û birîndar katine, ji bilî êrîşên hovane bi Drûnan (balefirên bê ajovan) ku bûne egera kuştina hin serkirdeyên HSD.

Bi kurtî be jî mirov dikare bibêje ku serkeftina Talibanê, encama qelsiya Civaka Navnetewî û rêxistinên wê û berzbûna nakokiyên aborî di navbera hêzên mezin ên cîhanê de ye, serkeftina terorê û têkçûna aştiyê ye.

Ji hemû hişmend, zanyar, fîlosof û civaknasên cîhanê tê xwestin ku bi xurtî zengilê metirsiyê bihejînin û hişyariyê bidin karbidestên siyasî da ku ew berjewendiya mezin bidin pêş berjewendiyên demkî yên biçûk! Bila zanibin ku di siha nakokiyên aborî de, teror geş dibe, jîngeh gemar dibe, nirxên mirovatiyê winda dibin, serberdayetî belav dibe, û ben li stuyê gelan teng dube. Berjewendiya gelên cîhanê ser û ber, di aştî û aramiyê de ye, di jiyana demokrasî, pêkvejiyan û mirovheziyê de ye, ne di şer, kuştin û terorê de ye!

21.08.2021

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button