Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Li ser rêya xebat û zanînê… Nimȗneyeke balkêş «MIHEMED ÎSO»

Mihemed Dilî*

Îsal, Xwendekarekî kurd ê bi navê Mihemedê Îso yê bi temenê bêtir ji 60 salî, Pileya BEKELORYA li welatê DANÊMARK (bajarê Skendrborg) stand. Mihemed, ji gundê MEZIN ê – nêzîkî Maratê, Herêma Ҫiyayê Kurmênc (EFRÎN)ê ye – wek hemû zarokên kurd di wê demê de, wî xwendina xwe ya serete li gundên (Mezin – Gazê – Maratê) bi astengî qedandiye, li bajarê EFRÎN, xwendina xwe berdewam kiriye û sala 1981 an ȗ li SENEWIYA EFRÎNÊ (Feysel Qeddor) Pileya BEKELORIYA ILMÎ standiye. Piştre, du sal peymangeha endezyariyê xwendiye û tevlî kar û xebata avakirinê bûye.

Mihemedê Îso, piştî bidawîkirina erka leşkeriyê diçe welatê Lîbya, li wir di warê xeratiya (necarî) bêtonê û hesinkariyê de bi momaniyeke Bulgarî re dixebite. Dema ew diçe Yonanê, bi dilgermî xwe fêrî zimanê Yonanî dike û îsal Bekalorya Danîmarkî destine û dest bi xwendina Fakulta Rêvebirê Civakî li Zanîngeha Danîmarkê dixwîne.

Bi hêvî me her kurdek li kû be bila bibe, serkeftî be di rêya xwendin û zanînê de serkeftî be. Bila ked û serkeftina kekê Mihemedê Îso pîroz be.

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button