Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Pirsgirêka welatê me Sûriyê… Çareseriyeke lezgîn dixwaze!

Desteya sernivîser*

Eve bêtir ji 10 Saln e ku li welatê me Sûriyê qeyraneke dijwar derketiye, bi piflêkirin û têvedana hin dewletên herêmê û hêzên mezin ên cîhanê, her çûye, ew agir berfireh û gur bûye, ter û hişk daye ber xwe, şewitandiye, xaka welêt parçe kiriye û gel perîşan, xizan, baskşikestî û riswa kiriye!

Di encama vî şerê bê wate de ku tu berjewendiya gelê Sûriyê têde nîne, û di bin hin diruşm û saloxanên derewîn de, artêşa dewleta Turkiyê bi alîkariya milîsên tundrew, bermayên Rêxistina Daişê, El Qaîde û çekdarên Îslama radîkal ên girêdayî Hemahenga Sûriyê ve, sê deverên Kurdî li bakurê welêt (Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê) dagîr kiriye, siyaseta Jînosaydê dij gelê Kurd bikar aniye û hê jî bikar tîne, li ber çavên raya giştî, hemû hêz û dewletên cîhanê, bi armanca valakirina wan deveran ji xwediyên wan ên resen, dêmografiya wan diguhêre û bi hovîtiyeke kesnedî  xelkên wan talan dike, aşkence û zindan dike, dahtûya wan bi darê zorê ji wan distîne dibe, ji bilî zêdegavî û kuştina mirovan a pilankirî ku jiyan welatiyan kiriye dojeh!

Herweha, ji hêleke din ve, abora welêt têkçûye, nirxê Lîreya Sûrî li hember pereyên dewletên mezin daketiye, ku bandora xwe bi giranî li jiyana gel kiriye, birçîbûn û nexweşiyên civakî bi firehî belav bûne.

Li ber çavan e, di siha bêdengiya civaka nevnetewî de hin dewlet hene ku ji ber berjewendiyên xwe, naxwazin ev qeyran rêya çareseriyê bibîne, gelê Sûriyê rabe ser piyan û welatê xwe yê wêran ava bike, bi her hawî ew keleman di wê rêyê de diçînin rêkeftinên di vî warî de beravêtî dikin.

Digel ku pirsgirêka Sûriyê bûye pirseke navnetewî, çareseriya wê jî di destê hêzên mezin de ye, lê ev nayê wê wateyê ku gelê Sûriyê û hêz û çarçoveyên wê yên siyasî bê xebat û bê deng li hêviya lihevkirina wan hêzan bimîne, lê belê, ji wan tê xwestin ku ew deng û daxwazên gelê xwe yê birîndar bigihînin raya giştî ya cîhanê, xebata xwe ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji vê qeyarana wêranker re bête dîtin, da ku gelê Sûriyê jiyaneke azad û bi rûmet bijî. Herweha pêwiste hêzên siyasî li xwe vegerin, kar û hilwestên xwe yên qonaxa borî binirxînin, ji nerînên xwe yên kevin û şoven bidûrkevin, bê dudilî, bi bîr û bawerî ji bo nirxên nûjen, pêkvejiyan, mirovhezî û aştiyê mil li mil kar û xebatê bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /150/ – 12ê Rezbera 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button