ez
dergevanê xeyal û hestên
şeveder im
li nimêjên sibehê
amîna duayên nîvcomayî me
helbestên lal
li nependiya şevistanên mişext
dizin
mîrata bîranînên xemkêş
di mêjiyê derûniya min de
diçeliqin
xewnereşkên serserî
xwe li stûyê xewên herimî
dipêçin
bayê tenêtiyeke hişk
di guhên çarenûsa min de
wîzewîz e
li berbangên rût
awaza çûkên dilê hejar
terikîn
şaxên temenê derbeder
li xerîbiyê
şikestin
pelên kulîlka bêrîkirinê
çilmisîn
ji dara hewşa hesretê
kul û birîn
diweşin
qijikan
li ser kezeba peritî
hêlîn çêkirin
hestiyên miriyên goristanan
ji ber zilma mirovên hov
nalenal in
qêrînên bêdengiya min
di movikên pişta çiyayên asê de
dengvedidin
xezîneyên sindoqa dilê xwe
li ber çavên kor û nezanan
radixim
çirûskên heqîqetê
di felsefeya jiyana min de
dibiriqin
bedena giyanê wêran
li nav agirê eşqa nejidil
diqefile
dilerize
û dicemide
êdî ez ê
êş û jana rojên bêteqet
bi diranên çerxa felekê
bihêrim
şer û karesata zaliman
di kuxika xwe de
bixeniqînim
xumîna şîpeke bi coş
di navbera newalên ziwa re
biherikînim
rûpelên deftera xiyanetê
biçirînim
tovên şadî û bextewariyê
li baxê hezkirinê
bireşînim
ji asîmana hinavên şewitî
barana biharên keskesora rengîn
bibarînim
konê xweşbînî û dilovaniyê
li ser sînga Cîhanê vegirim
û xwîna wijdanê pak
di rayên mirovahiyê de
bigerînim
Xizan Şîlan
2013-12-12
Stockholm