Hersal “Roja Cîhanî ya Qurbaniyên Veşartina Zorane” ya ku Neteweyên Yekgirtî çespandî ye û kiriye bingeh, rastî /30/î Tebaxê tê, û hîn merivên veşartiyên zorane ji xelkê Herêma Efrînê ya dagîrkirî – Bakur Ro’avayê Sûriyê li benda nûçeyên şahiyane ne li ser wan, û dê, bav, hevjîn, zarok û dost li ser hindabûna wan bi êş û kul in.
Dora /1500-2000/girtî ji nişteciyên Efrînê yên resen -97% jê Kurd- di navêna Avdar û Cotmeha sala 2018an de, û bi dehan jî di dû re -di nav de jî jin û dîlên şer- ji aliyê destlatên dagîrkeriya Turkiyê ve hatin veşartin, ya ku beşekî mezin ji wan berdane, piştî qedandina /2-3/salan bendkirin di hepsên diziyane de, û şûnketina rewşên wan ên tenduristiyê, lê bi sezadanên dûhatî ji dadgehên wêneyî ji bo cîbicîkirina sezan û dandina baceyên diravî, da ku li ser tewana veşartina zorane bisitrîne; Û ta niha dora /500î – hejmareke ne hûrgilî ye û li ser hin agahiyan avakirî ye, guhêrek e, û serjimara bi rengekî hûrgilî zehmet e/ hîn çarenûsa wan ne diyar e. Nimûne:
– “Ehmed Şêxo kurê Seydo /22/ sal” ji Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, ji 29.3.2018an ve.
– “Nûrî Ibrahîm Cabo /43/ sal” ji Gundê “Qirigolê” – Navça Bilbilê, ji Avrêla 2018an ve.
– Herdu bira “Xelîl Ebdîn Hebeş /38/ sal, Bekir Ebdîn Hebeş /30/ sal” ji Bajaroka “Be’idîna”, ji 23.9.2018an ve.
– “Mihemed Hesen Hesen /55/ sal” ji Gundê “Qestelê Miqdêd” – Navça Bilbilê, ji dawiya 2018an ve.
– “Ibrahîm Xelîl Ebdo kurê Mihemed /44/ sal” ji Bajaroka “Be’idîna”, ji 3.5.2019an ve.
– “Osman Mecîd Ne’isan /65/ sal”, û kurên wî (Cangîn /32/ sal û hevjîna wî û tevî zarokekî şîrmij, Şiyar/30/sal, Mihemed /28/ sal û hevjîna wî Ceylan Hemalo û tevî zarokekî şîrmij), ji Gundê “Rûta” – Navça Mabeta, ji 7.6.2020an ve.
Bi ser ku xwediyên wan li encûmenên xwecihî û rêvebiriyên asayişê vegerîn, gilî jî pêşkêşî destlatên dagîrkeriya Turkiyê kirin, herweha jî daxwazên wan ên duberekirî ji bo diyarkirina çarenûsa zaroyên wan, lê hercar tu guhên bihîsdar nedidîtin, û pîrpoşman vedigerîn.
Û herwrha jî, bi hezaran li ser destê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî Elsûrî” ya girêdayî Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya rikber û bi ser Turkiyê ve -bi demên ne mîna hev- rastî revandin û işkencekirinê hatin, ji bo tolhildanê, tirsandinê û wergirtina vêrgiyên diravî ji bo serbestberdana wan; Bi ser wê de jî, bi hezaran girtinên bêsûcane yên hatine kirin û hîn berdewam, bi serpereştiyeke yekser ji Istîxbaratên Turkiyê ve.
Di Hepsa “Elra’î” tenê de bêtirî /1500/veşartiyên zorane hebûn, bi ser de jî hepsên (Leşkergeha Kefircenê – Elcebhe Elşamiyê, gundên “Îska û Meydanekbezê” – “Feyleq Elşam”, Asayişa Leşkerî li orta B.Efrînê, “Firqit Elhemzat” li nav B.Efrînê…) yên diziyane, û hepsin din ên taybet bi milîseyan.
Û hejmarek ji dîderan “şe’idan” hebûna odeyên diziyane di binerdê Hepsa “Çobanbegê – Era’î” de – Herêma Babê (ya ku Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad – serkêşê wê “Fehîm Îsa”, bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê bi rêve dibe), ji me re tekez kirin, û gotin veşrtiyên zorane têde zehmetêş û mercên sert dibînin, jihalketîne, û di tariyê de ne, ne ro û ne ba, û hemî bi nexweşiya “guriyê” û nexweşiyên “me’ide” ketin, û di rojê de xwarina wan du nan û hinek şorbê nîskê yan birincê nermkirî bû, û destûrdayîna avrêjê ya rîtinê tenê Sibê û Êvarî ye, û ger hepiscî di wê navboriyê de nikanî xwe bigirta, ew neçar e ku di şîşê bilastîk de bimîze û di tûrê naylonî de jî birî; Û ew ji katên pêşîn ji girtinê ve hatin işkencekirin, bêyî ku xwediyên wan kanibin seredana wan bikin an parêzeran ji wan re bigrin, û Istîxbaratên Turkiyê lêkolîn bi wan re dikirin, bi tewanbariya têkliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û pir tuhmet jê jî bê nîşan û li ser gûmanan avakirî bûn.
Û herweha tekez kirin ku di dermafê hin jinan de bi zorê cins û pêlîskandin jî hate kirin, û ji ber işkencekirin û nexweşiyan hin hepiscî mirin, û bê ku termên wan radestî xwediyan bikin, ew bi dizî hatin veşartin, di dema ku xwedî li ser çarenûsa wan, li benda agahiyên fermî ne, ji aliyê destlatan ve, û bi ser de jî hin revandî li ser destê milîseyên çekdar hatin kuştin.
Veşartina zorane ya ku li ser çarçeweke fere û rêbazkirî di dermafê xelkê Herêma Efrînê ya dagîrkirî de -yên ku piraniya wan Kurd û weke komeke nijadî û cîwaz têne jimartin- hatiye kirin, li gor “Sazûmana Roma ya Serekîn a Dadgeha Cînayeta Navdewletî” û “Hevpeymana Navdewletî a ji bo Parastina Kesan ji Veşartina Zorane” ya ku Komeleya Giştî ji xwe re wek bingeh girtiye, tewaneke li dijî mirovahiyê ye, ji ber wê divê bê lêpirsînkirin, yên kirine bêne sezakirin, û qurbanî werin şûnegirtin.
Weha jî binpêkirin û tewanên ku destlatên dagîrkeriya Turkiyê di warê revandin, girtinê bêsûcane û veşartina zorane de kirine, ji Hevpeymana “Lahay” a 1907an, Herçar Hevpeymanên “Cinêvê” yên 1949an û herdu pirotokolên ku li ser zêdebûne yên sala 1977an, û hevpeymana li dijî Işkencekirinê re, bervajîkirinên mezin in.
Di vê Roja Navdewletî ya taybet bi veşartina zorane de, em ji xelkê, rêvebirî û rêxistinên mafnasînê yên têkildar dixwazin ku bêtir hevkariya hev bikin û guhdanê bi rewşên qurbaniyan bikin û wan bidin belgekirin; Weha jî em bang li Civaka Navdewletî û rêvebirî û rêxistinên Neteweyên Yekgirtî yên pêwendîdar dikin, da ku guh bidin çavdêrîkirina rewşên Efrînê û belgekirina binpêkirin û tewanên têde dibin, wan şermezar bikin, yên dikin seza bikin, û fişarê li ser Hikometa Anqerê bikin, da ku rêgirekê ji wan kiryaran re dîne, çarenûsa veşartiyên zorane diyar bike, û di cî de wan serbest berde, li ser riya bidawîkirina hebûna dagîrkeriyê û nandozên wê.
30.08.2021an
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
————
Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin: