Kobanî hay Kobanî
Şêrîntirî ji çem û sosin û kanî
Û delaltirî ji keç û jinên xemlandî
*
Kobanî hay Kobanî
Ey çavkaniya kurdewarî
Tu delala Rojavayê Kurdistanî
Bi xweş zevî û bax û Feratî
Perçak axî zêrîn ji welatî
Hîro bi ser te de tên dijmin bineyartî
Dixwazin te dagirkin ev hovên navdewletî
Lê kurdên me ji herçar perçên kurdistanê bibiratî
Te diparêzin bimerd û bimêranî
Û rê nadin tundrewan dagirkin axa te bajarî
Ta me heye hêzek wek YPG
Yekîneyên Parastina Gelê te Kurdî
Nema em ditirsin ji tikesî .. ji tikesî.
02 – 08 – 2014