Bangek ji Şengal
Warê kurdewarî û çanda kevnar
Efsana Derwêşê Ebdî û Edûlê ve, yek ji wanl
Û dergûşa Lalaşa pîroze, bi hezaran sal
Pîrozdike li we Çarşema Sor, hersal
*
Bangek ji Şengal
Jibo hemû kurdên bi namûs û sozdar
Ma we nebihîst çi hatî bi serê me, lo delal
Çima hûn nakin jibo me alîkarî û hawar?
Ma Êzîdî jî ne kurdin wek we, lo heval !!
*
Bangek ji Şengal
Ev warê hîro xemgîn û birîndar
Çiqas kir gazî, lê pêşmerge nehatin hawar
Em bêparastin hîştin, jibo Daişa kujdar
Ev nekomkujiya yekemîne û nejî duyemîn car
Ku tê bi serê kurdên Êzdî, bi destên neyar
Çawa wê baweriya me jinûve were,
Bi birayên misliman??!!
09 – 08 – 2014