Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Çapemeniya Emrîka li ser piştevaniya Kurdistanê berdewam dibe*

Dr.Azad Ehmed Elî

Gellek rojnamevan, rewşenbîr û akademîsiyen piştgiriya kêşeyên gelên bindest li seranserî cîhanê dikin, beşek ji wan ji mêjve dost û piştgirên Kurdan e, li  van çend rojên derbasbûyî de medya û çapemeniya Emerîka(D.Y.E) kampînek berfereh pêk anî, armanc ji wê çalakiyê ew bû, ku piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin, û ji aliyek din ve rêvebiriya serok Obama qayîl bikin da bikarekî serbazî  li dijî çekdarên Dewleta Îslamî (D.Î) rabibe, bitaybetî piştî wê êrîşa hovane li ser  Şingal encam da.

 Ji ber zemîne amade bibe ji karekî karîger re li dijî çekdarên (D.Î), û li hewara Êzidiyan werin û wan biparêzin, medya ya Emrîka çend gotar û lêkolîn li ser dîroka komkujiyên Êzidiyan weşandin. Bitaybetî tîrêj berdan ser koçberkirina wan li serdema Baisiyan û kuştara sala 2007 li Sîba Şêx Xidir û Gir Izêrê. Herweha bangewazîya parlementera Kurd Viyan Dexîl û giriyê wê li parlemetoya Îraqê biferehî hat belavkirin, û gellekî li ser raya giştî ya Emrîkî bibandor bû .

Piraniya Sernavên nûçeyên rojname û televizyonên Emerîkî  van rojên bûrî li ser bûyerên Şingalê û Başûrê Kurdistanê bûn, wan dezgehên  medyayî tîrêj û ronahî berdidan ser berxwedana pêşmergeyan li dijî çekdarên (D.Î) û êrîşa wan a hovane li ser tevahiya  gel û pêkhateyên Kurdistanê nirxandin.

Piraniya wan nivîser, medyakar û dîplomatan daxwaz ji serok Obama kirin ku çekan zû bigihînin destê pêşmergeyan, arîkariyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bitaybetî di warê frotina petrolê de, rê jê re bê vekirin.  Ya girîngtir ew e ku gellek ji wan gotar û lêkolînan ji seroktiya Emerîka xwestin li hember pêşveçûn, û serxwebûna Herêma Kurdistanê neraweste.  Di pey biryara Obama di warê parastina Kurdistanê û bikaranîna firokan, bombebarankirina çekdarên (D.Î) de derket. dîsa medya Emerîkî daxwaziya alîgiriya hêzên pêşmerge berdewam kir . Ev çend nimûne û sernavên wan gotaran e.

 Li rojnameya Newyork Times, Michael Knights nivîsand:(The U.S. Must Extend Support to the Kurds To Beat Back ISIS) û şirovekir ku Kurd tenê dikarin DAIŞê bişkînin, heger alîkariya Emerîka berdewam bibe.

 Li rojnameya Washington Post,  Adam Taylor gotarak di bin navê (Why U.S. bombs are falling on Iraq and not Syria) nivîsandiye têde diyar dike: Erbîl paytexta Herêma Kurdistanê, gereka bê parastin, Kurd hevbendê Emerîka yê yekemîn li Îraqê ye, Emerîka digel kurdan dîrokek dirêj ji hevbendî û hevkariyê heye.

Senator Marco Rubio, di kovara Time de gotarek di bin sernavê ( Obama Needs to Dig In for a Fight in Iraq) nivîsand , têde tekez kir ku Kurd  hewcedarê alîkariyê ne, ji ber ku bergiriya DAIŞê dikin, û nêzîkî milyonek penaber li herêma wan dijîn.

 KAVEH WADDELL û MARINA KOREN  li National Journal gotin: parastina filehan (Mesîhî) û xelkê Kurdistanê û derdorê wê bitevahî  ji me re giring e.

 Jon Soltz li rojnameya Huffington Post gotarek bi navê (The President Is Right on Iraq) nivîsand têde got: Kurd birêk û pêkin, ew serbazên xudan armanc, kultûr û pirensîp in, tu têkiyên wan bi rêxistinên dijî me re nîne.

 Bi kurtî hevgirtî û xudan yek armanc in. Kurd tenê ew grûpa bi rastî piştevaniya Rojava dikin.

Li malpera Vox, Max Fisher nivîsandiye: (Obama’s message to ISIS: Stay out of Kurdistan) nameya Obama bo DAIŞê divê ji Kurdistanê dûr bimînin.  Herêma Kurdistanê xîza sor e bo DAIŞê ji ber ew deverek demokrat û pêşkevtî ye…

 Armin Rosen li malpera, Businessinsider gotarek bi navê:  (This Isn’t The First Time Sunni Extremists Have Massacred Iraq’s Yazidis) nivîsandiye û têde xuya kiriye, ev ne cara yekê ye tundrewên îslamîstên Sune kuştaran li dijî xelkên bêgunehên Êzidî dikin.

Beyo Tişab li malpera, Voks  de nivîsand: Êzidî kî ne? Çima pêdiviye Emrîka ji bo wan şer bike?

 Herweha li Dengê Emerîka (V.O.A) Henry Ridgwell  ji guhdaran re diyar kir: Kurdistan ji bo kêmnetew û Mesîhiyan cih û warekî aram e.

  John Esposito ji  Georgetown University li Washington beşdarî li Tora Medyaya Bloombergê  kir û got:  Civaka Êzidîyan xudan dîrok e, lê li serdema Sedam ew hatin koçber û birçîkirin.

 Ev beşek piçûk ji medyaya emrîkî ye ku dide xuyakirin ka çawa berdewam in di rûmalkirina bûyerên dawî li Kurdistanê, û alîgir in ji bo prosesa serbazî ya li dijî DAIŞê.

———-

 *kak  Temer Ibrahîm  di wergerandinê de gellek alîkarî kiriye.

** ji  bo xwendinek berfereh van lînkên jêrîn bişopînin.

  http://www.nytimes.com/roomfordebate/2014/08/07/a-return-to-the-fight-in-iraq/the-us-must-extend-support-to-the-kurds-to-beat-back-isis

 

 http://www.washingtonpost.com/blogs/worldviews/wp/2014/08/08/why-u-s-bombs-are-falling-on-iraq-and-not-syria/

 

http://time.com/3093021/marco-rubio-obama-isis-iraq/?utm_source=feedburner&utm_medium=feed&

 

utm_campaign=Feed%3A+time%2Ftopstories+(TIME%3A+Top+Stories)

 http://www.nationaljournal.com/defense/how-the-massacre-of-religious-minorities-is-driving-u-s-action-in-iraq-20140808

 

http://www.huffingtonpost.com/jon-soltz/the-president-is-right-on_b_5661957.html

 

http://www.mlive.com/lansing-news/index.ssf/2014/08/us_carl_levin_obama_has_number.html

 

http://www.vox.com/2014/8/8/5982275/obamas-implicit-bargain-with-isis-for-iraq

 

http://www.businessinsider.com/sunni-extremists-have-gone-after-the-yazidis-2014-8

 

 http://www.voanews.com/content/religious-minorities-find-sanctuary-in-kurdistan/2407848.html

 

  http://www.bloomberg.com/news/2014-08-08/yezidis-aided-by-obama-have-long-history-of-persecution-in-iraq.html

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button