Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (116):
Hemwelatiyekî di bin işkencê de jiyana xwe ji dest da, belavbûna Kovîd-19, girtinên rojane, dijayetiyek li ser malmewalan

Destlatên dagîrkeriya Turkiyê bi hevrêzî bi Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî re, û bi hemî şêweriyan hewil dide ku, bi hezaran rapor û perçevîdiyoyên ku, binpêkirin û tewanên milîseyên terorîst ên bi ser Hikometa Turkiyê ve, û di dermafê  nişteciyên Efrînê yên resen  dikin de dişopînin û belge dikin; Bi riya avakirina komîteyên xwecihî û di nav de hin kesên birû ji gundan, ji bo seknandina li ser zordarî û dijayetiyên ku hemwelatî tûşê dibin (mîna, “Komîta vegerandina mafan û redkirina zordariyan”), vala û pûç derîne. Di heman dema ku, rojane ji berê pirtir qirêjiyên nû li herêmê têne kirin. Bi ser de jî, Kiwalisyona Sûrî û bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê komeleyên xêrxaziyê yên olî yên girêdayî Rêxistina Ixwan Elmislimîn a Cîhanî û ji aliyê wê ve sermiyankirî û piştgiriya hin aliyên din ava dike, da ku, çandeke olî ye tundrew li nav nişteciyên Herêma Efrînê belav bike, û çanda jiyana hevbeş û cîrantiya xweşik ya ku, berê li herêmê serwerkirî tune bike. Herweh pirkirina binpêkirinên rojane di dermafê xelkê de, ji bo fişarê li ser wan bike, û neçar bike ku penaber û koçber bibin, da ku, guhertina demografî li herêmê fere û kûr bike. Û ya dawiyê, piropaganda niştecîkirina malbatên çekdar û anîndeyan a di bin navlêkirinên mirovane û bi alîkariya rêxistina “Wilyêt Hingir Hêlf” a Almanî bû. Ya ku, girêbendeke jêbiriniyê ji bo çaksazkirina hejmarek ji malên çênekirî li Bajarê Efrînê bi hevkariya encûmena wê ya xwecihî pêşkêş kirî, û paşê jî – piştî ku /28/rêxistinên mafxwezî û sivîl nerazîbûnên xwe yên li dijî pirojeya wê, pêşkêşî destlatên Almanî kirin -, jê vegerî.

Û di navboriya hefta borî de, me hin binpêkirin û tewan şopandin:

– Hemwelatiyê bi navê Luqman Yûsif Mistefa /35/ sal, dê Emîne, û ji Gundê Tirmûşa – Navça Şiyê û li Bajarê Cindirêsê rûdinişt, li Hepsa Maratê ya navûdeng pîs, di bin işkencê de jiyana xwe ji dest da, û li berbanga Roja Sêşemê 10.11.2020an, termê wî bo merivên wî hate radestkirin, da ku, bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê û asayişa Leşkerî ( ya ku, gotiye sedema mirinê sekna dil a nişkeyî ye) di goristana Gundê Yalanqozê de were veşartin. Divê bête zanîn ku, şehîd Luqman berê jî li 9.9.2020an, li gel giropeke hemwelatî û di nav de endamin ji encûmena xwecihî ya Navça Cindirêsê û serokê wê û xwediyên hin ciyên guherîna peran, hate girtin.

– Ji hin jêderên hundir Bajarê Efrînê em têgihîştin ku, Veyrûsa Korona (Kovîd – 19)di nav xelkê, karmend, komele, rêxistinên hawarçûnê (fîxaniyê) û nexweşxanan de, pir hatiye belavkirin, bêyî ku destlatên xwecihî yên têkildar, pêngavên ji bo rêgirkirina belavkirina Korona yên gerek bavêjin. Û bi vê taybetiyê hin zanyariyên tekez dikin ku, dora /60/ kesî di nexweşxana Efrînê ya leşkerî de bi nexweşiya Korona ketine, herweha hin kadroyên bijîşkiyê di hundir nexweşxana Elşîfa (Avrîn a berê)li Efrînê, gîhan me. Û tirs heye ku Veyrûs di nav xwendekarên dibistanan de jî, were belavkirin.

– Li 8.11.2020an, ya ku bi asayişa leşkerî tê navdan, hin hemwelatiyên Bajaroka Be’idîna – Navça Reco, li navenda Navçê girtin, û ew jî ev in: Ristem Mistefa Sinî, Es’ed Ibrahîm Menan, Xelîl Heyder Ce’ifer, Mistefa Mihemed Îbiş, Ehmed Arif Îbiş û Hesen Arif Osman. Û paşê ji bilî “Ehmed Arif Îbiş û Hesen Arif Osman” – piştî dandina her yekî ji wan /1000/P.T wek bace – serbest hatin berdan. Herdu kesên nehatine berdan bo Hepsa Maratê – nêzîk Bajarê Efrînê hatin şandin. Hêjaye were zanîn ku, berê jî ew herdu kes çend heyvan hatibûn girtin.

– Milîseya “Artêşa Elnuxbê” û bi hevrêziya “asayişa leşkerî”, li 11.11.2020an, hejmarek ji hemwelatiyên Gundê Emara – Navça Mabeta, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye, ew jî ev in: Elî Mistefa kurê Elî, Henan Mistefa kurê Elî, Mistefa Rûto kurê Henîf û Henîf Rûto kurê Îbrahîm. Herweha “asayişa leşkerî” hemwelatî Ismayîl Hesen Hemo ji Gundê Çobana – Navça Cindirêsê, ji dora deh rojan ve girtiye, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

– Di çarçewa destdirêjiyê li ser mal û milkên taybet û giştiyane de, û bê tu rêz li mafên xelkê were girtin; Dagîrkeriya Turkiyê riyeke çûnûhatinê, ji derbasgeha Hemamê ve bigir, di rex herdu Gundên Baflor û Yalanqozê re derbas be, û ta digihê Navça Cindirêsê, û bi pe’inbûa(ferebûna)dora/35/M vedike. Ji ber wê, alavên kolan û rêşkirinê dora /1700/darên zeytûnê yên xelkê Gundên “Kefirsefrê, Yalanqozê, Baflorê” û Bajarê Cindirêsê – bê zanîna xwediyan û bê ku, li şûn ziyana gihîştiye wan berdêleke diravî jî bide – hilkirin, û milîseya “Ehrar Elşerqiyê” jî dest dîdine ser darên hilkirî û êzingan ji xwe re difroşe.

– Bi ser vêrgî, bace, talan û dizînên ku, milîse û encûmenên xwecihî yên bi ser dagîrkeriya Turkiyê dikin ve, “Komîteya giştî ya Zekatê” – Rêvebiriya giştî, li 11.8.2020an, biryara nimre/59/ (ya ku, rêjeya 5% wek zekat, li ser berhemên zeytûnan ên nişteciyên resen ferz dike) derxist, û hemwelatiyê razî nebe zekatê xwe bide û biryarê cîbecî neke, wê ji aliyê beşê asayişê ve tûşî pêngavên cîbicîkirinê bibe. Naveroka wê biryarê, wekî ku bi şêwakî nû û di bin perda “ol û rewatiyê” de, dizîna werz û berhemên nişteciyên Efrîna dagîrkirî bête kirin e.

Careke din xelkê Efrîna dagîrkirî, daxwaza xwe ji rêxistinên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan – bi taybetî yên girêdayî Neteweyên Yekgirtî -, û herweha hikometên dewletên mezin dike, ji bo zext û fişarê li ser Hikometa Turkiyê bikin, ji bo pêngavên piraktîkî û lezgîn bavêje, da ku, ji binpêkirin û tewanên milîseyên terorîst ên pêve girêdayî re firênan lêxe, û ji bo peydakirina vegereke aram û ewle ji koçberên bi zorê hatine koçberkirin re bo cî û warên wan,  koryarên erênî bike. Li ser riya xebata ji bo bidawîkirina dagîrkirinê û hebûna nandozên çekdar.

15.11.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Pakrewan Luqman Mistefa Yûsif ji Gundê Tirmûşa – Navça Şiyê.

– Riya derbasgeha Gundê Hemamê – Cindirês, nêzîk Gundê Yalanqozê.

– Biryara Desteya Giştî ya Zekatê – Rêvebiriya Xwecihî – Sûriyê.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-116-15-11-2020– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button