Hatin Şengalê, Şengal bihaye
Warê bav û kal, ronya çava ye
Dest davên namûs ew bê namûsan
Didin ber şûran komên ciwanan
Fermaneka din, ne war ne jî mal
Gelê me yî dilsoz hîştin bê mertal
Zarok û dayîk li nav wan çîya
Bê av û bê nan, koma sêwîya
Çavên min hene, destên min kinin
Qeydên min giran, hêstir dibarin
Sîng nedan dijmin, bazdan bi şûn da
Navî wan reşbû heya di gorna da
Hatin Şengalê ew hovên çolan
Ji Şengalê bazdan pêşmergên Barzan
Pêşmergên revok, Xudê ne bi we ra
Bazdan û revîn nola dewara
H’eyfa wî navî, çima direvî?!
Kanî şêranî?! Rev karê rovî
Rev karê rovî…
Birînên neyara di laşê me da
Birînên biraka di dilê me da
Lalişa xemgîn ne bê xudan e
Ev xaka pîroz warê şêran e
Şêrên me hatin, çavan ramûsim
Bi hebûna şêran xudî namûs im
Hawar e Şengal, bazên me hatin
Ey netewa kurd, gîyanê welat in
Yekîneyên Gel, hêvîyên dila!!
We kirim ciwan, tevî van sala
Dîyarî we bin ciwanîya min
Çi dirêj çi kin, siberoja min…
Eger win hebin, emê her hebin
Cegerxûnên me wê ji gorna rabin
Cangorîyên me biha, bilindin
Pîrozîyên me namûsa kurd in
Şengala pîroz, koka Kurdistan!!
Sînor va neman, her der serhildan
Kurdistan yeke, her der serhildan
Her der serhildan…
05.08.2014