Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gelê Me! Êzîdî Rihên Meyên Kurdistanî yên Resen in

Dr. Sozdr Mîdî

Wergrandin ji erebî: Mihemed Hesko (Birasoz)

Ev çarde sedsalin û dagîrkeran bi hemû awa û şêwazan bizav dikin, daku simbolên meyên neteweyî ji holê rakin, û bîra me ya niştimanî jî valabikin, û bav û bapîrên me jî kirin şeytan û navê wan bû gawir, digel şeytankirin a navên meyên Kurdistanî , yên ku me dev jê berda, û êdî me pîrozbahî bi navên êrîşberan û dagîrkeran kirin; yên ku warên me dagîr kirin, bapîrên me kuştin, dapîrên me jî barmite birin, namûsa me binpêkirin, samanên me jî talankirin, û ji nasname ya me ya Kurdistanî jî çi tişt nema, ji bilî şêwaz û rûdêmên me yên ku xwedê, em pê afirandin e, û hin ji cil û berg û stran û mûzîka me.

Û pêngava yekem a ku dagîrkeran avêt ew bû, şeytankirina ola me ya kurdan ya  kevin e, û Zerdeştî bi Perestavnên Agir bi navkirin, û Ezîdî jî bi Perstvanên Şeytan bi navkirin, û niha jî keleyên meyên keleporî ji bilî kurdên Êzîdî û Kakayî û Elewî çi tiştê dî nema ye, tevî ku van kurdan çiqas beravanî li vê keleporê me kirin e! Û bi dirêjahiya 14 sedsalan çiqas zor û setem biser wan de hat û her xwe ragirbûn! Û va ye neviyên nû yên êrîşber û dagîrkeran, karên bapîrên xwe tamam dikin, û bi ser Şinaglê de çûn e, û xortên me dikujin û rûmet û namûs a ma binpêdikin, lê ey gelac û newêrek û xwefiroş û xemsaran û perestvanên ezîtî ya hizbayetî yê! baş bi zanibin ev ji we re namîn e.

Û li şûna ku, em spasî û rêzê li kurdên Êzîdî  bigrin, va ye me ew bi hêsanî radestî êrîşberan kirin! Û eger ji destpêk a destanîn a xwînrijan ve bi ser bajarê Mûsilê de, partiyên me hemahengî  di navber a xwe de pêk anîban a, wê ev tirajîdî neqwimî ba û emê neghîştina vê encama xirap û dil bi êş. û eger serkirdeyên me berjewendiyên hizbî bidan a aliyekî û bi hev re di bin konekî Kurdistanî de kar kiriban a û bi nirînek e Kurdisatnî ya hevbeş, û bi odeyek e operasyonên hevbeş û bi serkirdeyek e hevbeş hebû ba, ma gelo! Wê rewşa gelê me li Başur û Rojava dê bighîşt a vê asta xirap û ne xweziyar.

   Ey gelê me! Ey serkirdeyên me! Ey partiyên me! Haydarbin!

   Rihên meyên Kurdistanî yên manî Êzîdî ne! ma gelo dibe ku,     em dev ji rihên xwe berdin?!

Û çi dib e bila bib e, dibê Kurdistan rizgar bib e!

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button