Dema Kurdistanê dorpêçdikin,
Mepirsin, çi pêwîste?!
Em çibkin?!
Kurdistanê dorpêçdikin
Dema ava serê me dikelînin,
Mepirsin, çi pêwîste?!
Ava serê me dikelînin
Dema pîrozîyan binpêdikin,
Mepirsin, çi pêwiste?!
Pîrozîyan binpêdikin
Dema jîyanê xaçdikin,
Mepirsin, çi pêwîste?!
Jîyanê xaçdikin
Hên sînorên dagirkiran hene
Mepirsin, çi pêwîste?!
Hên sînorên dagirkiran hene
Dema em ne yekbin,
Mepirsin, çi pêwîste?!
H’eyf, sed carî h’eyf em ne yekin
Cendekên cangorîyan li ser mila ne
Mepirsin, çi pêwîste?!
Cendekên cangorîyan li ser mila ne
Va ye wext dice
Mepirsin, çi pêwîste?!
Va ye wext dice
Ey netewa kurd!
Wext diçe
Wext dice…
31.07.2014