Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

birçiyên bawerî têr

Helbest: Kamran Simo Hedilî

birçiyên bawerî têr
dîwarên kevirî
pencerên hesinî
deriyên girtî
şahidên baweriya we ne
îro, roja pêncî û heşta ye
tîrênjên strêna fereca xêrê
giran giran tên
biryara yekîtiya Medan
ji kaniya berxwedana we dizê
mija bêbaweriyê diçe
cihê wê zelalî digire
perda tarîstanê didire
hêviya Ehmedê Xanî dikemile
pêjna nûjiyanê
ji singên payîzên mirî
bêhna Newrozê
ji hilma we tê
pêncî û heşt şev û roj in
zimanê pênûsa min
qirçeqirça êşa dilê we dinivîse
hûn mirovahiyê
ji şevistanperest re dibêjin
bedenên xwe
pêşkêşî sifra guran dikin
tîrên hezkirinê
li korwijdanan direşînin
bi qêrînên dengbirî
ji çiyayên hêviyê re dilorînin
stranên serkeftinê distrênin
ne pencî û neh xulek
ne pencî û neh demhijêr in
pencî û neh şev û roj in
zimanê pênûsa min
zehmetiya avjeniya we dinivîse
îro şêst roj in
şêst rojên tijî hêvî
şêst rojên tijî rûmet
şêst rojên tijî berxwedan
şêst rojên tijê êş û tijî jan
Şêst rojên tijî rondikên bêçaran
şêst rojên tijî qêrînên dayîkan
şêst rojên tijî tekoşîn
şêst rojên bûyîn
şêst hazar çirayên ronahî
şêst şev û roj in
zimanê pênûsa min
bêkesiya me dinivîse
birçiyên bawerî têr
hûn
bi bilindiya vîna xwe
vîna tirsonekan dihejînin
tiliyên xwe
dirêjî çavên melqemotan dikin
fereşteyên jînê dikenînin
tîrêjên azadîxwaziyê diçîrisînin
Gulnesrînan
di mêjiyan de diçînin
di guhên ker de diqêrî
şêst û yekê şev û roj in
zimanê pênûsa min
çiyayê hêviya we dinivîse
birçiyên bawerî têr
hûn
heroj hinekî din dihelin
lê derhem derhem
bi hesreta hêviyê tijî dibin
ji şerma dîrokê
kaniya rûmetê diherikînin
bi qolincên dîtina rojê
hejaran dikenînin
şêst û du şev û roj in
zimanê pênûsa min
mafdariya we dinivîse
birçiyên bawerî têr
hûn
êşa çêja ziman tahm dikin
Sîmirên çiyan
bi berxwedana we
xwe perwede dikin
xwedewandên vînê
li mêzîna vînê dinêrin
şêst û sê şev û roj in
zimanê pênûsa min
destana we dinivîse
hûn û stêrên şanaziyê
di çemê şînê de dibin yek
daxwaza berfînan
di asoyê hatina we de difûre
paqijiya vîna we
hezkirina çûkên bêtawan e
di ol û bîra we de torebûna
nijd û olan nîne
germiya rojê
dihesilê merdiya we
şêst û çar şev û roj in
zimanê pênûsa min
gulevîna baxê evîna we dinivîse
birçiyên bawerî têr
şêst û pênc xwedewandên evînê
bi şêst û pênc gulên vînê
şêst û pênc caran
bejna xwe
li ber evîn û vîna we tewandin
şêst û pênc hecheckan
şêst û pênc kevokan
şêst û pênc hêlînên tijî çêlîk
ber bi we ve firandin
şêst û pênc kewên ribat
bi şêst û pênc firên azadiyê
şêst û pênc rekih şikandin
bi şêst û pênc dengan
şêst û pênc awaz xwendin
şêst û pênc perdên
guhên fasikên derewîn dirandin
şêst û pênc ewran
bi şêst û pênc bahozan
şêst û pênc hezar rondik
di bircên zilmê de barandin
şêst û pênc şev û roj in
şêst û pênc dêw
di rayên dilê min de
êşa we digovaşin
şêst û pênc şev û roj in
zimanê pênûsa min
girêka giriyê
di gewriya min de dinivîse

05.09.2012-15.11.2012

Kamran Simo Hedilî

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button