
Di Êvareke bi ber de
Qêrîna Dergûşa Helepçe
Milên Pêşmergeyan li Kerkûkê
Dihejandin
Li ser sînorê Kewa Guzel
Bi Xençera Barzanî
Neviyên Enfalan
Ala dilketinê
Di “Dilê Kurdistanê” de
Berz hildidan
Dadçikan din
Li wir hebûn
Hilma pêlavên bapîran
Navika Zarokekî bê nav
Û cil û bergên Bûkeke
Hîn gustîlk wernegirtibû
Hîn lêvên Pêşmergeyê dil
Ji toza wêrana qirkirinê
Ziwa nekiribû
Li wir …
Dahola şahiya evînê
Deng vedida
Sirûda jiyanê
Bi lîlîna Keç û Bûkan
Aheng li dardixistin
Û bi kîna Fermêskan
Newal dihejiyan … Diqîriyan
“Pêşmerge … Heta hebin em dijîn”
20- 6- 2014