Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Li Sûriyê… Rewşa perwerde û xwendinê?!
Nazdar Hesen*

Perwerde û xwendin di avakirin û pêşketina mirov, civak û dewletan de hîmeke bingehîn û sereke ye. Bêgûman ger tu bixwazî welatekî azad û pêşketî ava bikî divê tu bal dan û giringiyê bêtir bidî xwendin û xwendevanan, lê mixabin wek em dizanin li Rojhilata Navîn û li ba me Sûriyan ev giringî ewqas tune ye û asta perwerde û xwendinê ne wek dihat xwestin û ne jî li gor rêbazên pêşketinên nûjen dihat dandin, tevî wê jî di asta pejirandinê de bû .lê ka niha em binêrin rewşa perwerde û xwendinê piştî deh salan ji cengê gihîştiye kîjan astê ? Bi sedan dibistan hatine rûxandin û bi dehan bûn wargehên leşgerî. _Rêbaza xwendinê bû sê beş: 1-Rêbaza dewletê 2- Rêbaza rêveberiya xweser 3- Rêbaza hukumeta demkî ya kowelisyonê. Bi dehan mamosteyên pispor hatin kuştin an girtin û koçber bûn û li şûn wan mamosteyên ne pispor bi cih bûne û ji bilî rewşa ne aram li tevahiya welêt û ji ber gelek sedemên aborî û koçberiya hundirî(navxweyî), girtin û bivehiyên li ser rêyan, bi hezaran şagirt ji xwendinê qut bûn an xwendina xwe bi dawî nekirin û berê xwe dan kar. Li vê dawiyê bandora belavbûna nexweşiya Kovîd – 19 li ser girtina dibistanan, kelemek dîtir bû di rêya pirojeya xwendiniyê de yê ku ev deh sal in di rewşek pûç û sist re derbas dibe û wek welatê xwe yê ji cengê westayî can dide û li benda derhuzeyek Xwedawendiye ku vê cengê bi dawî bike, aramî û ewlehî li seranserî welêt peyda bibe û nivşekî dî ji xwendiniyê bê par nemîne.

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button