Zanîngeha Rojava di sala 2016´an de hate avakirin, di destpêka avakirina xwe de ji pênc fakulteyan pek dihat, yek ji van fakulteyan, fakulteya wêje bû, di salên despêkê de tenê ji beşa ziman û wêjeya Kurdî pêk dihat. Tevî ku ev beş nû bû û cara yekemîn li rojavayê kurdistanê tê vekirin, lê pêşwaziya xwendekaran ser pir bû. Beşa ziman û wêjeya Kurdî derfeteke mezin bû ji gelek hezkirên zimanê Kurdî re, ji ber wê ev kes û pir kes in din jî tevlî fakulteyê bûn ne tenê ji bo bawernameya wêjeya Kurdî bi dest bixin, lê ji bo ku xwe di ziman û wêjeya Kurdî de kûrtir bibin û xebatên berfireh derbarê wêjeyê de bikin.
Di her du salên despêka avakirina zanîngehê de salên xwendinê li fakulteya wêje du sal bûn her salek sê qonax bû (werz), lê di sala 2018´an de sîstema zanîngehê hate guhertin êdî salên xwendinê yê wêje bûn 4 sal her salek ji du qonaxan bû, yanî xwendekar dê 4 salan bixwîne ta ku karibe ji beşa wêjeya Kurdî der biçe.
Ta niha 73 xwendekar ji beşa wêjeya kurdî derçûne ( ev xwendekarên ku derçûne yê ku sîstema xwedina wan ser du salan bû)
Girûpa yekem (2016-2017) : 37 xwendekar
Girûpa duyem (2017-2018) : 36 xwendekar
Niha jî nêzî pêncî xwendekarî li beşa wêjeya Kurdî dixwînin
Meteryalên bingegîn yê ku li beşa wêjeya kurdî tên xwendin:
Rêzimana Kurmancî, derbirîn, xwendin û nivîsandin, dîroka zimanê Kurdî, ragihandin, pexşan, werger,zimannasî, wêjeya kilasîk, wêjeya cîhanî, zargotin, şano,wêjeya nûjen, roman, rexneya wêjeyî, hevrûkirina wêjeyî, rêbazên lêkolînê, zaravayê Soranî, zaravayê Zazakî, herûkirina zaravayê Kurdî.
Meteryalên giştî yê ku li beşa wêjeya Kurdî tên xwendin:
Zimanê Erebî, kompîter,bingehên zanist û lêkolînê, têgînên netewa demoqratîk, dîrok (giştî û Kurdistan) netewa demoqratîk, civaknasî, jinolojî,derûnnasiya perwerdehiyê,estetîk.
Meteryalên ku di her salekê de tên dayîn:
Sala yekem:
Rêziman 1+2 – xwendin û nivîsandin – derbirîn – zimanê Erebî – komputer têgînên netewa demoqratîk – bingeha zanist û lêkolînê – dîrok (giştî û Kurdistan).
Sala duwem:
Rêziman 3+4 – wêjeya kilasîk – zimannasî 1+2 – civaknasî(sosyolociya) – pexşan – zaravayê Soranî – rêbazên lêkolînê – dîroka zimanê Kurdî.
Sala sêyem:
Zimannasî 3+4 – werger – wêjeya cîhanî – wêjeya nûjen – zaravayê Zazakî- şano – derûnnasiya perwerdehiyê – zargotin – perwerdeya giştî – jinelojî.
Sala çarem:
Rexneya wêjeyî – hevrûkirina wêjeyî – romannasî – hevrûkirina zaravayên Kurdî – estetîk û teza derçûnê.
Mamosteyên beşa wêjeya Kurdî:
Bedran Penaber
Menan Cafer
Merwa Ilyas
Hacer Petekkaya
Darwên Darî
Aram Hesen
Beşîr mele Newaf
Salihê Heydo
Arif Hiso
Welîd Bekir
Menhel Xelef
Silêman Silêman
Canda Erefat
Gubuhar Eseed
Fehîm Melek
Berzo
Ciwan Birahîm
Sabit Hisên
Şêrko Yûsif
Dildarê Şeko
Tîcan Ferhan
Subhî Ehmed
Osman
Sîstema rêveberiyê li zanîngeha Rojava sîstema hevserokatî ye ( yek jin yek mêr)
Di heman demê de sîstema xweser jî heye meclisa xweser mehê carekê dicive û karê ku hatiye kirin dinirxîne û ser pirsgirêkên xwendekarên jin disekirin û çareser dike.
HEVPEYVÎNÊN Lİ GEL XWENDEKARAN
Ayfer YILDIZTAN- Mexmûr
Çima we beşe wêjeya Kurdî hilbıjart?
Sê sedemên wê hene ya yekem: Dîrok her tim bi pênûsa zilam û dewletê hatiye nivîsandin û ez naxwazim êdî kesek dîrokê ji rastiyê dûr binivîse. Divê niha dîroka jin û Kurdan bi pênûsa jinên ku wekhevî û azadiyê bingeh digrin ve were nivîsandin. A duwem: Jiyana malbata min pir zehmet derbas bû ji bo ku ez bikarim binivîsim divê pênûsa min bihêz be. Ya sêyem jî: Di damar, kurahiya giyan û dilê min de wêje heye, ez nikarim bê wêje bijîm pir ji nivîsê hez dikim loma min xwest ez xwe di vî beşî de pêşbixim. Di heman demê de wêjeya Kurdî bi qasî tê xwestin negihaye xwendevanên xwe yanî mafê zimanê Kurdî tam nayê dayîn. Ji ber kû di nava civakê de wêje ji beşên din kêmtir tê dîtin.
Hanî HİSO- Efrîn
Rojekê ji rojan ez refa duzdeh bûm min li Şehba dixwend,pir hêviyên min hebûm lê hêviya min a mezin ez li Zanîngehê bixwînim,û bi teybet li Zanîngeha Rojava.Pir hevalên min digotin tu nikarî biçî,lê min digot:Tiştek bê derfetî nîne û ezê biçim wêjeya kurdî bixwînim.Ez li ser xwe xebitîm û gihîştim hêviya xwe û niha ez li Zanîngeha Rojava beşa wêjeya kurdî dixwînim.Her kesek li ser xwe bixebite yê bigihêje hêviya xwe.Welatê min dibin dagirkeriyê de ye vegera welatê min EFRÎN ne tenê hêviya min e,ew rihê min e,canê min e,kezeba min e,ez cangorî me ji bo Efrîna xwe,Efrîn beşeke ji Rojavayî kurdistanê ye,û ez pir kêfxweş im ku li zanîngeha Rojava dixwînim.Spas.
Zubeyde ELΖ Qamişlo
Berî ku ez beşa zanîngehê hilbijêrim, ez di hemû beşan de hizirîm. Wekî ragihandin û çandinî û zimanên biyanî yê ku piraniya mirovan pê diaxivîn. Lê dema ku min ziman û wêjeya Kurdî nas kir, min dît ku ev beş pir guncawe li gorî min, tevî ku kêm agahiyên min li ser dîroka Kurdistanê û wêjeya zimanê Kurdî hebû.
Sedema herî girîng ya ku hişt ez berê xwe bidim vê beşê, ew bû ku bihêle ez mijarên cûr bi cûr li ser çanda Kurdî ya rojane û kevneşopiyên kurdan nas bikim û çavên xwe pê ronî bikim.
Bi demê re ji min re hat diyarkirin xweşbûna vî beşî û hêsanbûna wê bi sedema ku ez bi vîna xwe derbasî bûm.
Herwiha têkiliya mamosteyên zanîngehê bi şagirtên wan re, mîna têkiliya bav bi zarokên xwe re ye. Pir rehetiyê û kêfxweşiyê bi dana waneyên xwe re derbasî dilê xwendekarên xwe dikin.
Ji bilî xwendekarên wêje hin din di riya înternet (sêstema onlayn) dixwînin, ew jî mamoste û karmendên rêveberiya Xweser in. Heya niha dû gurup bi navê Komîta Perwerda Civakê (KPC) ji van herdû guruban 50 xwendekar ji hemû herêman ( Şehba, Kobanî, Reqqa, Tebqa û Qamişlo). Heta niha zêdetirî 20 xwendekaran derçûne û yên din jî berdewamin. Min hevpeyvînek bi mamosteyekê re kir û me jê pirsî:
Çima te berê xwe da zanîngeha Rojava beşa wêjeya Kurdî?
Henan INIZ
Ji ber ku min dixwest asta zanîna xwe pêşbixim, nemaze di wêjeya kurdî de , ji ber ku di demên berê de ev derfet tunebû , ev derfetek baş bû ji bo me , hem ast bilind dibe û hem jî ez fêrî zimanê xwe yê dayikê dibim.(komîta fêrkirina civakê).
* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.