Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Korona name…
Xeleka Duwemîn
Dr. Memo Abdî*

Çareserî û xweparastin… Xêzên çareseriyê… Berî hertiştî weke me di xeleka yekemîn de tekez kiribû, ku gava herî sereke û çarenûssaz di vê nexweşiyê de danasîna wê ya çi bi riya amûrên pişknînên taqîgehî be (PCR), an jî di riya wênekişandina tomografî (chest-Ct-Scan) be. Piştî ku nexweşî tê destnîşankirin pêwîste, dest bi çareseriyê bike bi şêweyekî lezgîn li gor van xalên lijêrnimandî:

1.berî her tiştî rûniştina di malê de, bêyî ku tu hîç têkiliyan bi kesekî re ta bi endamê malbata xwe re. Pir giringe tu xwe goşegîrbike di odeke taybet de dûrî hevjîn û mindalan.

2. Bi fermanê ku nîşana herî diyar û xuya di vê nexweşiyê de bilindbûna têhna laşî, tê xwestin ev têhn were daxistin jêr pileya 38. Ji lewre pêwîste tu libên paracetamol 1000 li gor pileya têhna laşî bibe.

3. Pêwîste tu vexwarina avê bike kar ji xwe re û ne kêmî 5 litra di rojê de tu bibî.

4. Guvaşên mêw û fêkiyan tu çiqas bibî baş e. Ji bo bergîriya laşî xurt û bihêztir bibe.

5. Goşt qedexeye ji bilî goştê spî, çênabe bê xwarin bimîne. Tevî ku dilê yekî ji xwarinê maye lê pêwîstiya laşî bi xwarinê heye.

6. Laş pêwîstiya wî bi hemî cureyên hesinan û vîtamîna heye ji bo karê bergîrî û berxwedana xwe berdewam bike.

7. Pêwîste tu serê xwe bi ava sarogermo her 6 kajêran bişoyê da ku laş vehesê û têhna wî carna bi avê dadikeve.

8. Vitamin C, Zink, vitamîn D û hemî cureyên vitamin hebin , pêwîste tu laşê xwe ji wana bê par neke.

9. Rûniştin û drêjkirin li ser tex û kenebeyan ne tiştê herî guncaw e, divê tu liv û tevgera xwe di mal de zêde bike ji bo xwîna te baş bigerê û sistema xwînger û lîmfger çalakbibe bo cenga bi Coronavirus re bi sûd û mifa be.

10.kesê ku temenê wî zêdeyî 50 salî be pêwîste dermanekî xwîrihnker bibe mîna aspirin , clopiogrel an jî Rovaltro bi armanca xweparastinê ji kŕîzên dil û mejî.

11. Nexweşê ku dermanê dil, tansiyon û şekir dibe divê wana ranewstîne û li ser dermanê xwe berdewam be.

12. Ji van hemî xalan giringtir ewe ku nexweş naçar e bi moralekî bilind heye û pêwîste xwedî derûneke bi hêz be, da ku ji heqê berxwedanê derkeve û vî virus î pîs bike û pozê wî bi erdê ve bihesikêne.

Di dawî de ev tiştên ku min ji we re xêzkirin rênima û rêkarên giştî ne bo pêketî û tûşbuyên bi coronavirus. Ji bilî van tiştan pêvedayê korona divê têkiliyan bi bijîjkê pispor re bike û ti zêdegaviyan bi xwe neke û xwe neke hosta û şehreza .ji ber ku çi şaşîtî çêbibe, bi xwe re dawîka tragîk ji nexweş re tîne. Bi hêviya ku min çend xalên nediyar ji xwêner, şopîner û tûşbuyên koronayê re pêşkêşkirin bi zimanê kurdî, da ku hûn pabend bin bi van rênima û şîretên giranbuha ji hêla min ve.

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button