Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Teror û bêdengî!
Pêşmergê bê nav*

Ji dehan sal ve Li bajarên Ewrupa, welatiyên sîvîl li Kolan û avahiyan bi destên Terorîstên Islaman tên serjêkirin û kuştin.

Karbidestên Ewrupa li hember van bûyeran şêt û heyirî mane. Berpirsyarên Ewrupa her ta Îro jî, newêrin van bûyerên hovane yên bi serê milletê Sivîl tên bi durustî û ronak binav bikin an rastiya pêkhatin û sedema van terorîstan binav bikin.

Kî li pişt e, çawa terorîst peyda dibin, ji kuve tên, kî wan ramanên tarî û hovane dike serê wan xortan, kî dijatiya Ewrupa di dilê wan de diçîne, kî wan hînî ceng û êrêşan dike, kî soza buhîşta li Esmana dide wan nezanan, kî navê wan terorîstan dike şehîd, li ku û çawa tên xudîkirin, kî rêya çewt û dilreşiyê dixe mejîyê wan û kî pişt û propagende ji karê terorîsta re dike, kî li mediya û Îmamê mezgeftan bi pûl û hebûn dibe xwedî û pişt?!

Eger em bêjin ku sedema nediyarkirina van guneh û karên qirêj nezanîna asayîşa Ewrupa ye, ez dibêjim ne rast e, ji ber ku polîsên Ewrupa bi hêz in û her di warê agahîyan de gelek şareza û şiyar in.

Lê ji bo çi bingeh û pişta wan terorîstan ji aliyê hukûmetên Ewrupa ve nayên diyar kirin û terorîst karê xwe her berdewan dikin?

Ji bo çi ew dewlet, Hukûmet û Saziyên ku Terorîstan xwedî dikin ji alîyê Ewrupa ve nayên binav kirin?

Ez dibêjim terorîstan kanîbûn ta îro terora xwe ya qirêj li Kolan, dibîstan, zanîngeh, rojnamevan û her welatiyek ewrupî bi karbînin bêyî ku hukûmetên Ewrupa bikanibin serjêkirina welatiyên xwe ji destê terora Îslamiyan biparêzin. Ew jî ji ber van sideman e:

•      Deweletên ku terorîstan xwedî dikin li Ewrupa bi hêz in, xwedî Lobî û piştgêr in.

•      Piştgêriyên terorîstan, navê dînê Islamî kirine mertal û piranîya Mezgeftan bûne dibîstana Kultûra dijîtî, zikreşî, tawanbarî, ramanên tolhildan û Cihadê.

•      Berjewendiya abûrî li gel wan dewletan re nahêle ku welatêd Ewrupa wan dewletan di warê terorê de eşkere tawanbar bikin an jî bidin nasîn.

•      Polîtîka dubendiya cihanî: Ewrupa û dewletê Emrîkayê yekbûyî li alîkî û dewletên Rûsyayê Federal li alîyê din, bûye sedema wendakirina an jî veşartina gunehkirina wan dewletên ku teror û terorîstan pêktînin û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe, di destê xwe de kirine şûrê tolhildanê û  li cîhanê belav dikin.

Berjewendiya Ciyopolitîk dihêle ku ew dewletên terorîstan xwedî dikin û li cihanê belev dikin, bi serbestî bi navê olê Islamî terora xwe bikar bînin.

Ew dewlet kanîbûn ta îro dubendiya cihanî ji bo xwe bikarbîne û li pişt wê perdê hîlebazî û qirêjiya terorê bi destê xwe ve bike çek û tirsê têxe nav civata cîhanê.

•      Perçebûna dewletên Ewrupa di cenga hembrî teror û hukûmetên ku terorîstan bikar tînin.

•      Her weke dîroka Imparatoriya Osmanî îro jî wilo li Ewropa hatiye. Çawa ku dewletên Ewrupa yê rojava piştgêriya Osmaniyan li dijî Rûsya dikirin û rê nedidan Rûsya ku dewleta Osmaniyan bişkîne, îro jî û weke herdem nevîyê Osmaniyan politîka xwe bi her şêwekî dibe serî û Ewrupaya rojava nikane xwe li hember terora Erdogan biparêze.

•      Nimûne: Elmanya piştgêriya Fransa nekir û serok Macron bi tenê di bûyerên dawî de li meydana cenga Erdogan hîşt. Carna meriv digot qey ew terora li Fransa bûye li dijî Kesayetiya serok Macron e, hinek medya dixwestin wilo jî bidin xuyakirin.

Bi vî awayî jî dixwazin rastiya Terorê veşêrin û xwe li pişt van Propagande kirên xwe yên qirêj bidin paqij kirin. Li Pişt van sedem û erjewendiyan teror pêkhat, roj bi roj her ferehtir dibe û tirs li nav civatên Ewrupa û milletên cîhanê roj bi roj xurtir dibe, Kurd jî bê hemdê xwe ketine nîvê cenga navdewletî.  Eger Kurd çi bikin çi nekin, hêzên navnetewî  yên weke Rusya, Emrîka li gor berjewendiyên xwe yên aborî û armancên ciyopoltîk bi alîkariya Karbidestên dewletên herêmî bi kar tînin.

Di vê demê de, mafê milletê Kurd hîç ne di pîlana wan de ye. Mafê mirovan li gora berjewendiyên xwe yên navdewletî şîrove dikin.

Hilweşandina bajaran, qirkirina netewan, koçberkirina milletan weke pêwîstiyekê didin nîşan kirin.

Ev Grupên Tirorîst ji ku hatin?

Çawa bûn hêz, xwedî çek û balafir?

Em jî pêwîste hêviya xwe bi azadiyê ji bîra nekin, divê em xwe qels nebînin, xwe ji armanca serxwebûnê bi dûrnexin, Ji me re bilî rêya berxudana çekdarî, pêwendiya diplomasî, xebata mediya çi bi nivîsandin nîne.

Divê em her dem banga: yan Kurdistan, yan neman bi dengê bilind, bi şev û roj, li welat û penabriyê li ser mafê xwe şiyar bin, bi xurtî û dengê bilind li her cî û her deran bê tirs û bi serbilindê bankin.

Ji Koçberiyê: Buhara 2021

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button