Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rêvebirî huner û berpirsyariyeke gewre ye
Nûşîn Bêcirmanî*

Di civakên mirovayetiyê de, bi hemî cureyên xwe ve, peyvin hene rojane têne bikar anîn, weke serwer, serdar, berpirsyar û rêveber, di wateya xwe ya giştî de nêzî hev in, ji ber tuşta wan bi heve girê dide RÊVEBIRÎ ye, ev rêveberî çi ya malbat, hoz, rêxistin, sazî û  partiyan be jî, heman wateyê dide.

Di partiyan de jî, li gor tozik û avhiya wan ya rêxistinî, dê gelek berpirsyar tê de hebin, her yek ji wan jî dê berpirsê komîteyekê be ku ji çend endaman tê ava kirin; Çendî ev berpirsyar zîrek, têgiştî û çalak be, wilo jî karê wê komîtê  dê berçav û bi encam be.

Ji ber giringiya rol û bandora berpirsyar di karê partiyan de, ez dê nêzî vê têrma BERPIRSYAR bibim; berpirsyar çiye? Kî ye?gelo çawa biserdikeve û herweha deteya ku berpirsyarê wê ye jî biser dikeve û partiya wî bi xwe jî bihêz û çalak dibe.

Bê guman, berpirsyarê çalak û zîrek, dibe lêvegera wan hevalên ku berpirsyariya wan dike, ji bo vê, gerek her berpirsyarek xwe bi rastî berpirsyar bibîne, hin merc li cem werin peydakirin ta ku karibe bi barê berpirsyariyê rabe.

1 – gerek xwediyê pêbaweriyek sincî be, Ji ber yê ku bi pîvanên sincî ne pabend be, ew nikare ji hevalên xwe bixwaze ku bi wan nirxan pabend bin.

2 – Divê xwedî çand û bîreweriyeke rêxistinî, siyasî, civakî û rêvebirî be.

3 – Yê berpirsyar gereke bihin fereh be. Di biryar û helwestên xwe de ne gerim û bilez be.

4 – gerek Guhdarvanekî baş be, berpirsyarê serkeftî dizane baş li  şîretan guhdar be, sûdê ji nerîn û helwestên hişmendan di komîta xwe de werbigre.

5 – gereke berpirsyarê komîtekê dadmend be, ango endamên komîtê tev li cem wî weke hev bin.

6 – gerek rexnê li ser xwe bipejirîne û bi hestekî berpirsyar li hember raweste ji bo endamên komîtê waneyan û sûdê ji helwestên wî bigirin.

7 – gerek fişarê li diyaloga endaman neke, bi mebesta ku biyar û helwestên wan weke ya wî be, ev tê wateya ku ev endam divê xwedî kesayetîne siyasî û bîreweriyeke çandî, civakî û rêxistinî bin.

Bê goman wê mercin din jî hebin, ku peydabûna wan li cem berpirsyar dê sûdeyê bide kar û xebata van endaman bi hev re.

Bo vê jî dibêjim berpirsyarî hunerekî herî bilind e, eger peyda bibin wê ew berpirsyar û komîteya wî tim û tim bi pêş de herin û gavine berz û berçav bidin. 

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button