Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Diniya dijminê Kurd e, û Kurd jî dijminê Kurd e?!
Mihemed Qere Hesen*

Wek dîroka gulaşiyê dayî zanîn, ku nakokî di civakên mervane de xwezaye û livînerê wan ê aborî, çekdarî û ramaniye, û wê li qonaxekê derbas yek din dike. Tevî ku ziyan di hemî aliyan de tê kirin û birîna wan kûr û hûr dibin.

Lê tevî ku Kurd gelekî bin dest e, û welatê xwe parçeye û aboriya wan piranî diherike genc û berîka serdestên wan, û di tentêlek pir dijwar re derbas dibin û jiyanek paşmayî dijin û ji hev bela û piringpiringîne, yekîtiyê di civaka kurdî de cihê xwe negirtiye ev jî hin sedemin xwe hene:

= Rewşa civaka kurdî di her dema xwe de ne li gor daxwezên wan dozkirî bûn, çi ji hêla bingeha xwe ristinî ve û çi jî ji aliyê diblometîkê ve. Di serdem derbegiyê de axekî an şêxekî eşîrekê dikanî şoreş an serhildan bi gotinek wî re gur biba û rawestiya. Wan nîran jî hêşt ku ew serkêşa wan tevgeran bikin. Û dîn jî xwe kûr berdabû hemî movikên civakê bi gotina şêxekî an ayetêkê re xelk li ber wan bi lehiyê de diçûn, û sedî sed wan dikir ku ji aliyê xwe ve biratiya olî cibibicî bikirina. Serkên wan tevegeran bi hêsanî bawer dikirin û dihatin xopandin. Ji ber ku aliyên daxweza mafê gelê Kurd dikirin wek gawir û zindîq bi nav dikirin û şikandina wan rewa didîtin. Wê sedemê hêşt ku kesên ne li gor erk û astan daxwezan bibin serkêş û zû werin kirîn û firotan, wek nimûne kirina Îzdîn Şêrbeg.

Civak di aliyê zanistiyê de bi şêweyê mebest û akamî li şûn hêştibûn, ku bi hêsan liv û tevgera wan di destê zordaran de hile û ji qasnaqa wan bi dernekeve. Civak ji karê konevanî û diblometîkê bi dûrdixistin ji ber ku fêrî lisk û zanîna wî karî nebin. Gava miletek dewleta xwe tûne be fêrî karê wê nabe, herdem li gor bayex, tîtal û şêweyên di civakê de dixebitin. Ji ber wê tentêla piraniya serekên Kurdan ne şareza û pisporên konevaniyê bûn. Ew rewşa ta roja îro bû sersedema çêkirin û parçêbûna partiyan û vê tentêla ne xwezayî bi xwe re kes in ne li gor berpirsiyaryê bin û keysebas ew ên ku berjwendiya xwe ya kesan û partîtî di ser tevgera konevanî û yekerêziya wê re digirin, û dibin kelem li pêşa saz û dûzankirina karê xebatê. Gav hinek jî parîk hêz bi dest dikevin bikomê partiyan çêdikin û wek kevirên damê li rex xwe datînin ku xwe demokrat û bi hêz bibînin. Ew kara ji hişê dîktetoran tên, ew jî dibe gelşek li ser rêya yekirina hêzên konevanî.

= Hin sedem jî hene ji derveyî daxwez û vîna gelê Kurd e.

–      Dewletên kurdistan di navbera wan de dabeş bûye, roleke xwe pir mezin heye ku Kurd negihîn hev. Ew bi doza gelê Kurd re wek dagîrker didin û distîn, ji ber dewlemendiya Kurdistanê tim çavên xwe li xêr û bêr wê yên ser zemînê û bin zemînê ne, herdem bi tevgera wê ya rewşenbîr û civak, û konevanî bi dek, dolab û pilanan vê re têklidar in, ne wek beşekî nîştimanî ji wan welatana dibînin. Gav liv û tevgerek çêbibe bi destên ji agir û hesin li wan dixin. Tim dikin ku tevger konevanî ji hev parçebin, di rêya kirîna kesên keysebaz û yên kêm di nav wan de çandine, ta ku ne mitan û tebatiyê di rêyên dirûşman û jarkirina rêxistin û partiyên û perçekirina wan re, raku baweriya gelê Kurd  bi wan nemîne, raman û rêxistina konevanî di  civaka Kurd e jar bikin. Girîngiya ramana rêxistinê di sazkirina gelan de nas nekin û bê nirx bimîne, ew bibe rêber û şivan, wek hatiye zanîn ku bê rêxistin tu gel nikan xwe birêv bibin, Ji ber dijminê gelê Kurd baş dizanin ku rola rêxistin û sazkirinê çî ye. Herdem kar dikin ku wê ramanê bişkînin. Ew di ragihandina xwe de Kurdan wek niştecî dibînin lê tevegerên wan ên konevanî û rewşenbîrî û…gawir dikin û rewa nabinîn, geh bi tevgerên xinz, bêbext, noker û terorist bi nav dikin û geh jî bi cudaxwezî û pareçekirin walêtê wan bi nav dikin û tu xesyet û rewiştên pîs nahêlin serok û pêşngên kurdan bi nav dikin.

Çiqas dewletên kurd di bin destan de ji hev kînkêş bin û ji hev ne razîbin, di tenga tevger û xebata kurdan re zêt di nabera wan re nare, û destan didin hev ku bişkînin. Nimûne li sala 1962 an hin hêzin leşkerî yên Sûriyê wek piştgir ji leşkerê Îraqê re şandin, ku şoreşa Berzaniya nemir biroxînin. Û gêrbesta Cezayêrê li 6ê avdarê di navbera Îraqê û Îranê de kurd hatin kirîn û firotan. Niha jî êrişkirina dewleta Turk ji kurdistana bajşûr re û destêwerdan wan ji beşê rojava re û dagorîkirina wan ji hin herêm kurdî re ku kanibe xweseriyê li rojhilatî Ferêt hilweşîne, û bi şev û roj bi Şamê û Tehranê re kardikin ku Kurd li Sûriyê mafê xwe nestînin û bi qaserî kanin me ji hev bidizin û gelşan din navbera tevger û partiyên Kurde tûj bikin û agirê nakokiyên wan gur û hêgin bikin. 

–      Sersedam mezin ji dabeşkirina Kurdistanê re berjwendiyên dewletên xwedî biryar di cihanê de hukardar bûn, û wan ev bela û babelîta mezin bi serê Kurdan anîne li gor nînka berjewendiyên xwe bi dewletên kurdan diçewsînin re têklidarin, di kefteleftê de Kurd ên herî jar in, ji ber wê zû tên pêlê kirin û çewsandin.

–      Wan dewletên mezin nekirine ku dewletên kurd dibin destan de berve dewlet in demokrat û çareserkirina doza kurdî têvnedana, û li dêvla wê bi ber ristên faşî û dîktetorî têvedan. Ev ton dewlet tucaran mafan nadin kesî, ji ber wê ji gelê xwe û bi yê Kurd re bûn kêrbend û babelît bi serê wan anîne, bi ser de jî hemî xêr û bêrên van welatan li boşbelaşiyê şewitandin û hêj li ser wê rêyê berdewamin, û welatên xwe di hemî waran de kirine dozex.

–      Dewletên mezin rêz û giramî ji belge û rewayên navdewletî re negirtine, tevî ku wan bi xwe jî ew belge mokirine, û rêz û giramî ji mafên miletan re negirtine. Ji bo berjewendên xwe cîhan kirine daristaneke hovane.

Piştî deh salan ji kuştin, hilweşandin û gurkirina şerê çekdarî rewş û deraqê sûriyê ji hêla hemî dewletên destêwerdan ve tê keyandin, tu aliyan nivişka gelê sûrî bi sergihayî bi dest xwe nexist, û çiqas lîsk, dek û dolab gerandin nikarîn wek ew dixwezin li aliyê xwe çareser bikirana. Ji hemiyan re nas û zelal bûye, divê li hev bikin û nivişka gelê sûrî li xwe parve bikin.

Wek ji gotinan tê xuyan ku di bin masê re hev dibînin û çav hev dikin ku vê deraqa ya aloz bi şêwekî berve çareseriyê têvedin, û diyar dibe ku nexşeyên konevan werin guhartin, û hinên nû werin çêrkirin ji ber ku piraniya aliyên dijberiyê bi pirogramên xwe yên konevanî û leşkerî hatine şkandin û ezwer û daxwezên hemî aliyên milî, olî û konevanî cihên xwe di pirojeyên wan de tune bûn, û nerindî di dermafê hev de jî kirine, ji ber wê girîngiyek çêbûye ku ev dijberiya heye di hemî aliyan de wrin guhartin û yên sûcdar û tewankar werin ber dadgehan.

Li gor rewş ji dûr ve tê xuyan û ser defter çi ji aliyên kurdî tên xwestin berî bihar were xwe jê re amade bikin.

Weke pêşiyên me gotine dera yekbûn lêheye hêz û dewlet li wire. Ji ber ronahiya vê gotinê pêwîstiya danheva mala kurdî xwe dide pêşî, ew ji di rêya goftûgoya berpirsyar û ji berjewendiya bilind a doza Kurd bikşe û di qasnaq û çarçewa doza kurdî li Sûriyê de wer kirin û nakokiyên partiyên kurdistana bakûr û başûr neynin nav xwe û ji gelşên wan xwe bişon. Wek diyar bûye ku kînga ji hev xêlî bibin li nav garisê kurdên Sûriyê şerê xwe yê raguhandinê dikin û me li vir jî parçe dikin li ser zar û zimanê me hevdu dikin xiniz û bêbext û …hwk. Ew jî pir caran kesîtî û taybeta doza me ya Rojave rêznegirtin û ji bejwendên bîrdozî û partîtî hatine. Û hinan jî xwe dîtine ku ew nûnertiya Kurdên sûrî bikin.

Wek em dizanin ku di vê rewşa Sûriyê de destkewtên mezin wek hêzên leşkerî û xweseriya rêvebir, rû sipî û… Me bi xwîna şehîdên xwe û piştgiriya hêzên kurdistanî standine. Ta ew werin paristin û pêşxistin yekbûna konevanî, civakî, leşkerî û pirojeya konevanî gerek in.

1-    Yekirina pirojeya konevanî (destûra rêvbira xweseriyê), berî her tiştî divê hemî pêkhateyên kurdî çi rewşenbîrî, yasayî û kesên serbixwe li rex tevgera konevanî di goftûgoya kurdî de beşdar bin, di civatek fere de daxwezên gelê xwe li Sûriyê belge bikin.

Pêşniyar ew e ku şêweya rêvebirina xweseriyê jê re belge wek Destûrekê pêşniyar kin ku sbe di destûra nû ya Sûriyê de cihê xwe bigre. Wek sbe destûrek şarîstanî ji tevhiya welêt re were danîn ya bi xweseriyê ve girêdayî wiha be jî. Ji ber ku divê destûrek taybet bi xweseriya li herêmên kurd jî heye, ta ku bi şêwekî zelal rêvebirî were ajotin. Ji ber ku jî hemî aliyên ne kurd li Sûriyê ji ber berjewendên xwe çi olî an netewî û herêmkî ji ber xwediyê dozê ve tutiştî pêşniya nekin.

2-    Yekirina tevgera civaka kurdî bi hemî aliyên xwe ve, ev yekbûn hemî partî û pêkhatên civakî hen di çarçewek nû de werin kom kirin bibin nûnerên gelê Kurd di hem têkliyan de, û serketina doza kurdî serketin ji hemî pêkhatên civaka kurdî çi kes çi sazî re ye. Û wê hemî pêkhatên sûrî rêza û girama me birgirin û rêyê li pêş hemî neyarên Kurd di welêt de û çi dewletên netewa Kurd diçewsîne de werin girtin.

3-    Şeweyê ku Kurd xwe biparêzin û berdewam bikin, pêwîstiya xwe ne kêmtirî bendên li jor nîşan bûnye, û bi hêsan sernakeve jî, jê re karê nerm û bihn ferhiya dirêj dive.

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button