Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Nameya dostê gelê me yê Kurd, nivîskarê Turk ê mezin û navdar Ahmet Altan
Wergêr ji Turkî: Dildar Şeko*

KURD Birayên minin Kurd. Ez bixwe Tirk im. Ezim yê ku bi dîn, bi ziman, bi çand, bi rewişt û gerdişên vî welatî mezin bûye û ji xweliya vê axê zayiye.Ezim yê ku axa Enedol û Mezopotamyayê ew xwedî kiriye. Hindik jî be, ezim yê ku berhemên wî di wêjeya cîhanî de hatiye parvekirin. Her ezim ew nivîskarê ku pertûkên wî li Frensa, li Almanya, li Britanyayê hatine wergerandin û ji aliyê cemawerekî berfireh (wekû) siyasetmedar, nivîskar, dadwer, xwendewar, rewşenbîr û bîreweran ve dihête xwendin. Rast e Erdoğan min daye girtin, Rast e wî min avêjtiye girtîxanê, Rast e sizayê sermedî yê girtîxanê daye min, Ev hemî ji bo min ne xem in. Heta bi roja îro ez ne tirsiyam, Ger bizanim ezê bimrim dîsa jî ji Erdoğan natirsim. Ez nikarim bi Erdoğan lê, Erdoğan nikare raman û baweriyên min bikirre. Li Tirkî du mêr û jinek hene ku bi tirsê û bi dravan nayêne kirîn. Yek jê Selaheddîn Demîrtaş, Yek jê Ez, Yek jî Fîgen Yüksekdağ e. Mêjûya cîhanê Williams Shakespear bi ew berhemên wî yên mezin bi bîr dihêne lê, gava pirsa mîrê wê serdemê bihête kirin, kes nizane ew mîr kî ye. Erdoğan jî wusa. Piştî demek din kesek dê wi nenase û dê bihête ji bîrkirin. Mirovahî bê çawa Shakespear bi bîr dihêne dê min jî wusa bi bîr bihênin. Gava bihête xwestin ez netewperestek im. Min serkeftinên xwe yên netewperestiyê di encama xebatên xwe yên hunerî de bi dest xistiye. Di çavên aliyê bijarde (elît) yên Awrûpayê de, heger; “wey gidî, li Tirkî ramyarên wek Ahmet Altan jî hene” bihête gotin ji bo min rûmet e. Eve netewperestiya min. Gava ku dibêjin; “Yilmaz Guney , Orhan Pamuk, Yaşar Kemal, Nazim Hikmet, Mewlana Celaledinê Rûmî û Fazil Say`ê wan heye” navê van kesan netewperestiya min e. Gava ez van navan li Awrûpayê dibîhîsim; HESTÊ MIN YÊ NETEWPERESTIYÊ DIFÛRE. EZ DIBIM NETEWPEREST. EZ BI TIRKBûNA XWE SERBILIND DIBIM. Min dixwest netewperestên faşîst jî bi wergirtina serkeftinên werzişî, zanistî, aborî, siyasî, pîşeyî, felsefî û demokrasiya li Tirkî NETEWPERISTIYA xwe anîbana ziman. Lê (mixabin) ew qêrînê heldibijêrin. Ya ALLAH bismillah Allahû Ekber, yan jî, Şehîd namirin welat dabeş nabe û her wusa NETEWPERESTIYÊ dikin. XWEDA, CIVAKÊN BÊ PÎŞE, BÊ ZANIST Û BÊ FELSEFE ji rû xwe dihavêje. XWEDA TERKA TIRKAN KIR. YAN JÎ, Ji ber ku misilmanên sexte û netewperestên faşîst in, WEKÛ XWEDA DI QUR`ANÊ DE NIVÎSIYE, TIRKAN HELAK DIKE yan jî TUNE DIKE. Heger ramanên xwe neguherin wê dabeş bibin, dê parçe bibin. Tenê tişta ku divêt bikin (ew jî) baweriya bi demokrasiyê ye. Berî bi 22 salan ez çûme terzîxanê min xwest çend pantelonan bidim dirûtin. Yê terzî qiyasa min digirt. Her di wê gavê de 3 genc ketin hundur. Yek ji Rîze, yek ji Amedê û yek jî ji Dersîmê bû. Her 3 genc jî di 15-16 saliya xwe de bûn. Her yek ji wan li bajarekî hatiye dinê. Her sê di yek tîma fitbolê de wek bira cih digirtin. Gava yê terzî pîvanên min digirt, ez jî bi gencan re hinekî axifîm. Piştî yê terzî pîvanên min bi dawî anî vegeriya ser genca û daxwaza wan pirsî. Zarokan, wek formayên tîma Inter ya Îtalî, ji rengên kesk û sor û zer forma xwestin. (Li ser vê daxwaza zarokan) Yê terzî hêrs bû û bi dengekî bilind bi zarokan de qêriya û got; ma hûn terorîst in. Zû ji vir biqeştin, heger na ezê gilyê we li cem polîsan bikim. Zarok çûn, terzî li ber min xwe li dayîka zarokan dapîvand. Min şerm kir. Min nema zanî berê xwe bidim kû. Terzî bêyî şerm bike berê xwe da min û pirsî; Ahmet beg ma ez ne mafdar im? Min jî jê pirsî; mafdariya çi? Terzî, Rengên kesk û sor û zer li welatê me qedexe ye, got. Min jê pirsî; çima? Terzî got; ev rengên kurdan e. Bi van rengan dixwazin welatê me perçe bikin. Min nexwest pê re bikevim gengeşê. Bi nermî min jê re got ku carek din ez nayêm vir. Ji wir derketim û carek din venegeriyam wê dikanê, lê ew roj û kiryarên terzî yên li hemberî wan zarokan ticarî ji bîra min neçûn. Ez TIRK IM lê ew roj TIRKBÛN ji bo min bû nîjadek cihê şermezariyê. Mirovê Kurd dikare bibêje; ji Wanê me, ji Sêwrekê me, ji Bîngolê me, ji Qersê me, ji Colemergê me, ji Mêrdîn im, ji Riha me. Lê ji tirsa de nikare bibêje Ez Kurd im. Ji Amedê me dibêje lê nikare kurdbûna xwe bibêje. Belê dikare navê bajarê xwe dibêje lê, Nikare bibêje; ez kurd im. Heger bibêje, bi guman wekû terorîst dê bihête binavkirin. Ditirse ku em jê re bibêjin; tu xayînê wetenî. Li Tirkî birayên min Kurd hene. HEVAL û HOGIRÊN min Kurd hene. BIRAYÊN MIN KURDÊN MISILMAN hene. Li vî welatî HEVALÊN MIN YÊN ÇEPREW û ŞOREŞGER hene. Birayên te Kurd hene ku hûn bi hev re li yek mizgeftê nimêj dikin, li yek yarîgehê bi hev re şahiyê dikin, li yek kargehê bi hev re dixebitin, bi hev re eraqê vedixun, bi hev re govend û dîlanan digerînin, bi hev re çayê vedixun û bi hev re legaziyan dikin. Xuşk û Birayên me Kurd hene, di yariyên niştîmanî de gavaTirkî dikeve hêrişê heldiperin, gava bi ser nakevin xemgîn dibin. Hûn dizanin ku ev Kurdan ji sedî 80 Kurdên HDP`yî ne? Aha ev Kurd in ku di her gavê de bêyî şerm û bi şêweyê herî kirêt hûn ji wan re terorîstên PKK`yî dibêjin. Digel ku ne terorîst in, digel ku çek ranekirine jî em ji wan re dibêjin; hûn tirk in. Çima ku Kurd in em li hemberî wan nîjadperestiyê dikin. Aha ev Kurdên ku hûn wan dibînin, ew Kurdên HDP`yî ne. Ew xuşk û birayên me ne. Ewên ku bi hebûna xwe vî welatî û çanda me zengîn dikin, ewên ku bi stranên xwe, bi muzîka xwe me şad û bengîn dikin, ewên ku bi xwarina wan em zikên xwe têr dikin, ewên ku bi zimanê xwe zimanê me, bi govendên xwe dîlanên me, bi şevbuhêrkên welêt malên me geş dikin, ewin û ew xuşk û birayên me ne. Ez wekû Tirkekî, ji ber zulma ku me li Kurdan kiriye ji tirkbûna xwe şerm dikim. Ji roja damezrandina Komarê ve, ewên ku me ew tune heljimartin, ewên ku em dixwazin zimanê wan tune bikin, ewên ku em bi rewişt û gerdişên wan galte dikin, ewên ku em bi zar û zimanê wan henekên xwe dikin, ewên ku di zindanên Amedê de em bi wan îşkence dikin, bi destpêkirina tevkujiya Dersîmê re ewên ku me gundên wan bombardûman kirin, ewên ku me Mûsa Enterên wan, Wedat Aydinên wan, Sawaş Buldanên wan kuştin. ewên ku me Yilmaz Guneyên wan, Ahmed Qeyayê wan mişext kirin, ewên ku me bi dirêjiya 75 salan nehişt navê kurdî li zarokên xwe bikin, ewên ku me heta bi salên 2000`an nehişt li muzîka xwe guhdarî bikin, ewên ku dewletê bi dehan zarokên wan kuştin û digel ku kujer dihate zanîn jî, me navê kuştiyên wan failî meçhûl danî. Li Roboskî, ew 35 kurdên ku bi (balafirên) f-16 me bombe li wan barand û me ew kuştin. Ewên ku me milletwekîliyên wan avêjtin zindanan, ewên ku me Belediyên wan bi darê zorê ji wan stand û desteser kirin, ewên ku me serokên wan yên siyasî, Yuksekdax û Demîrtaşê wan avêjtin zindanan. Ew Kurdan xuşk û birayên me ne. Ji kiryarên me yên li hemberî Kurdan mêjûyê şerm kir lê me ji kiryarên xwe şerm nekir. Ji van Kurdan em çi dixwazin? Ew xuşk û birayên me ne. Digel rêzdariyên min Têbiniyên ji girtîxanê

AHMET ALTAN

* Rojnama Newroz – hejmar /149/ – 10ê Gulana 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button