Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (137):
Gundê “Ereba” di bin binpêkirinan de ye, “Newroz” tune ye, berdana yên zorane veşartî, kampaniyeke vexwendinî ye kevneperestî

Rûsiya hewil dide ku sê derbasgehan di navêna herêmên Rijîma Sûriyê û yên di bin desteseriya milîseyên bi ser Turkiyê de li gundewarên Idlibê û Herêma Babê – Heleb veke, bêyî ku êş û zehmetkêşiyên Herêma Efrînê û koçberên wê li Şehba û Şêrewa – Bakurê Heleb ji dorpêçkirinê û herweha qedexekirina guhestinê bo hundir Sûriyê di hesabê Mosko û Anqerê û Rijîma Sûriyê de bin. Di heman demê de binpêkirin û pêkanîna tewanan li Efrînê berdewam dibin, emê jê van bi bîr wînin:

= Gundê “Ereba” – Mabeta:

Girê “Dirûmiyê” yê kevneşopî, berî û piştî rêşkirin û kolandinê.

Ji dora /345/mal pêk tê û /3/mal jê bi tevayî bi topebaranê hatin roxandin, /250/malbat ji nişteciyên resen tê de man, dora /100/malbatî hatin koçberkirin û li şûnê malbatên anîndeyan hatin niştecîkirin; Û di dema talana gund de çekdaran firaxên baqirî û amûrên enerciya elektirîka roniyê û alav û xwarina piraniya malan dizîn, ji bilî wê jî tevaya kelûpelên hundir malên ku dest danîne ser û weha jî tevaya acetên guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Mihemed Reşîd Gulê” û makînak teksî û matorên duloqî û amûrên torên nêt ên xwecihî yên taybet, û Milîseyên “Lîwa’i Mihemed Elfatêh” mala hemwelatiyê koçberbûyî “Hîkmet Mihemed Reşîd” ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî; Û ew e ya ku Dara Sindiyanê ya temenmezin li cîgeha “guvêşgehê” li Roavayê gund û /120/dar zeytûnê li cîgeha “Mezriyê” yên hemwelatî “Mihemed Bîlal kurê Bîlal” qut kiriye, û 40% ji werzên zeytûna yên hejmarek ji hemwelatiyên zorane koçberbûne weke vêrgî ferz dike ( jê /120/teneke zêt ji werza îsal ên hemwelatî “Hisên Ehmed kurê Mihemed” in), bi ser de jî vêrgî û baceyên diravî yên din; Û asta hînkirinê li gund pir nizim e û dibistana amedeyî jî lê tuneye(mîna berê). Û wan milîseyan Girê “Dirûmiyê” yê kevneşopî li Roavayê gund bi tevayî rêş kirin û kolandin û kinzên gir dizîn, bi ser de jî darên ihracê yên derdorê qut kirin û dora /200/dar ên zeytûnê yên li ser hilkirin, û herweha jî Girê “Berbe’ûşê” – Bakur Rohilatê gund û dizîna kinzên binzemîn û qutkirina darên derdorê, û bi ser de jî roxandin û tevdana Zaretgeha Bineola “Elewî” ya li wir. Weha jî xelkê gund tûşî cûrbecûr binpêkirinan hat, jê girtina heyşt hemwelatiyan û veşartina wan ji Nîsana 2018an ve, û di navêna herdu heyvên borî de pênc ji wan hatin berdan û ta niha çarenûsa “Mihemed Ezet Osman” ne diyar e, “Xelîl Hesen kurê Hesen” di hepsa Maratê ya Efrînê de ye, û “Welat Teş kurê Hesen” jî di hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya Herêma Babê de ye.

Girê “Berbe’ûş” berî û piştî rêşkirin û kolandinê.

= Cejna Newrozê:

Du wêneyên Newroza 2017an û hin semayên /21ê Avdara 2021an li cîgeha Gola Meydankê.

Ger ji sê salan ve heyama terorîzmê li Herêma Efrînê serwerkirî ye; Çawa xelkên Efrînê wê kanibin cejnên xwe vejînin û ew tûşî binpêkirinên rojane dibin?! Û piropogandayên ku Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û hin Kurdên tê de ji bo vejînkirina Newroza îsal li Efrînê çêkirine, derweke mezin e û ji bo reşandina ariyê di çavan de ye. Çimkî sazî û dezgehên destlatên dagîrkeriyê û dibistanan deriyên xwe li /21/Avdarê negirtin û bi ser de tekezî li ser tevan kirin ku herin ser karên xwe, û nejî Kurdan wêrîn weke berê Agirê Newrozê dadana yan jî derketana sirûştê û bi azadî cejna xwe vejandana û pê şabibana, di heman dema ku roxandina Peykera “Kawayê Hesinkar” û guhertina navê gergeha “Newroz” a li bajêr bo “Selah Eldîn” di bîra wan de  ye. Lê, weke hewildanekê ji bo xweşikirina rûyê xwe, serkêşê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Mihemed Elcasêm Ebû Emşe” li meydana Bajaroka Şiyê agir dada û peya û hin hevkarên xwe livandin da ku xelkê bajarokê û Gundê “Qermîtliq” (yê pêve girêdayî) bi riya alavên dengbilindahiyê yên mizgeftan û di bin gefê de agahdar bikin, ji bo di şahiya /21/Avdarê ya şanogerî de pişikdar bibin, û weha piraniya yên hene neçar kirin ku li ser kastîna erdê li rex avahiya dermankeriyê (ya ku wî dest daniye ser û ji bo pirojeyekê hazirkiriye) beşdar bibin. Lê li Bajaroka Meydankê tenê bi dehan ji xelkê li rex gola wê di dîlanê de pişikdarî kirin. Û li Cîgeha “Dirûmiyê” – Mabeta Istîxbaratên Turkiyê kombûneke biçûk ji hin kesên xwestine şahiyekê li dar bixînin belav kirin û wêneya hemî beşdaran û makînên wan kişandin. Li Gundê “Basûtê” jî hin neçar kirin ku bireqsin û dîlanan çêbikin.

= Berdana hin kesên bi zorê veşartî:

– Herdu bira “Arif û Mihemed Ferîd Şêx” ji xelkê Gundê “Coqê”, li 20.3.2021an Z.

– Hemwelatî “Welîd Cewdet Elîko /1975/” li 19.3.2021an Z, û “Bekir Mistefa Bekir /1982/ û Kawa Reşîd Elîko” li 12.3.2021an Z, û tev jî ji xelkê Gundê “Dargirê” – Mabeta ne. Ew ji dora sê salan ve hatibûn girtin û di Hepsa Çoban Begê “Elra’î” ya diziyane de ya li Herêma Babê bi zorê hatibûn veşartin, û berî werin berdan ji dora du heyvan ve bo Hepsa Maratê – Efrîn hatibûn guhestin.

= Binpêkirinên din:

– Bi ser ku li “Encûmena Xwecihî ya Navça Bilbilê” komîtak heye nahêle keriyên pêz ên anîndeyan li nav erdên çandiniyê û zeviyên zeytûnan biçêrînin, û piştî dandina berê pirekan ji wan bi aliyê ihraca ku li piş Gundê “Qizilbaşa” ve, dîsa jî şivan pezên xwe bi şev berdidin nav mal û milkên gundên “Bêlê û Qizilbaşa û Dêrwîş” ên çandiniyê bi rengê ku xwediyên zeviyan newêribin derkevin û hewildana qedexekirinê bikin, bi ser de jî serkêşê Milîseyên “Lîwa’i Siqor Elşemal” li wan gundan ji ber çêrandinê û parastina wan ji giliyan ve vêrgiyan ji şivanan distîne.

– Li 23.3.2021an, Milîseyên “Firqit Elhemzat” hemwelatî “Esed Ehmed Henan” ji xelkê Gundê “Qirigolê” – Navça Bilbilê revandin, û piştî du rojan ew guhestin “Asayişa Leşkerî” li navenda navçê, û ta niha kes nizane tuhmetên wî çi ne.

– Li 21.3.2021an Z, destlatên dagîrkeriyê ev hemwelatî “Sebrî Heyder Ibrahîm, Umer Erebo, Heyder Ibrahîm Berekat” ji xelkê Gundê “Basûfanê” – Navça Şêrewa girtin, herduyên pêşîn di heman rojê de berdan, û yê din jî li ba xwe hîştin.

– Di çarcewa kampaniyeke vexwendinî olî ye giştiyane ye ku goropa “Hezkiriyên Xwedê – Ehbab Elah” a kevneperest li Herêma Efrînê ji demekê ve pê radibe de, giropeke ji wan seredana Gundê “Qîbarê” (yê ku ji herdu Olên Islamî û Êzdî pêk tê) kir, û di navbera çar rojan de (19-22.3.2021an) bi gelek rengan bi xelkê re civiya, û ew vexwendin tundrewiya olî û Islamkirina Êzdiyan.

Xelkê Efrînê yên li herêmê mane û yên penaberî Heleb û Bakurê wê bûne, bang li Civata Navdewletî û bi taybetî hikometên Mosko û  Şamê dikin, da ku weke rêzgirtin ji Ragîhandina Cîhanî ya Mafên Mirovan û biryara Encûmena Ewlekariyê /2254/ û herweha Destûra Sûriyê re jî, ji bo rakirina dorpêçê ji ser wan û vekirina derbasgehekê di navêna herêmên ku ew lê hene û Bajarê Heleb de û rêdana guhestina wan di hundir Sûriyê de, kar bikin.

28.03.2021an                                                     

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Du wêneyên Newroza 2017an û hin semayên /21ê Avdara 2021an li cîgeha Gola Meydankê.

– Girê “Dirûmiyê” yê kevneşopî, berî û piştî rêşkirin û kolandinê.

– Girê “Berbe’ûş” berî û piştî rêşkirin û kolandinê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button