Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (134):
Hebûna Turkiyê li Efrînê dagîrkerî ye, vejînkirina Rojên /8-12/ tune ye, serbestberdjana yên zorane veşartî, binaxkirina herdu Pakrewanên Bajaroka “Basûtê” bêbeşdarbûna xwediyan

Weke helwesteke Ewropî ye pêşketî û herweha belgeyeke navdewletî, Perlemana Ewropî di biryara xwe de “ya girêdayî “Nakokiya Sûrî – /10/sal ji serhildanê, û li /11/vê Avdarê derketî” hemî kiryarên bi robet, binpêkirinên mafên mirovan û zagona navdewletî ya mirovane (yên ku ji aliyê Turkiyê ve hatine kirin), bi hişkayî şermezar kir, û got: “Turkiyê yekser ji sala 2016an ve destêwerdan di Sûriyê de kir, da ku, perçeyên Bakur (ên ku piraniya wan Herêmin Kurdî Sûrî ne)  -weke binpêkirin ji Zagona Navdewletî re- dagîr bike, û bi ser de jî talana xaka di bin destlatiya Hêzên Sûriyê yên Demokrat de li Cotmeha 2019an”; Û ji Turkiyê xwest “hêzên xwe ji Bakurê Sûriyê ya ku bi şêwakî ne zagonî û derveyî çarçewa rêdanekê ji Neteweyên Yekgirtî dagîrkiriye”, vekşîne; Herweha jî “Piroseyên Turkiyê ên girtin û veguhestina xelkê  Kurd ên Sûrî ji Bakurê Sûriyê ya dagîrkirî bo Turkiyê ji bo bendkirin û şopandina dadwerî û weke binpêkirin ji pabendbûna Turkiyê ya navdewletî ya li gor Hevpeymana Cinêvê ” şermezar kir, û jê xwest “ku hemî bendkerên Sûrî yên bo Turkiyê hatine guhestin di cî de bo herêmên Sûriyê yên dagîrkirî” werin vegerandin”; Û bi ser de zêde kir “ku ew ji piroseyên penaberiyê yên berdewam nevehesiye, û ditirse ku li dijî nişteciyên Kurd ên Sûrî bigihêje asta qirkirina nijadî”; Û li ser “lawazkirina destêwerdana Turkiyê ji hewildan û kedên navdewletî yên li dijî Da’iş re” şidand; Û tekez kir “ku talan û dagîrkeriya Turkiyê yên ne rewa, aştî li Sûriyê û Rohilata Navîn û Rohilatê Derya Sipî tûşî metirsiyê kir”; Û “bikaranîna Turkiyê ji Nandozên Sûrî re di nakokiyên Lîbiya û Nagornî – Karebax de ya weke binpêkirin ji Zagona Navdewletî re”, bi hişkayî şermezar kir.

Ew helwest tiştên me ji sê salan ve belav kirine û li kêlekê jî bi hezaran ji raporên din “ku Turkiyê berevajî benda /51/an ji Belgenameya Yekgirtina Netewan çûye û Zagona Navdewletî ya mirovahî binpê kiriye, herweha siyasetên dijayetî yên rêbazkirî bi kar aniye, ji karanîna binpêkirin û tewanên Milîseyên Sûrî yên terorîst ên bi ser ve re li dijî Kurdan li Sûriyê û ji bûyerdana guhertina demografî di herêmên wan de hevparî û serpereştî kiriye, û li gor benda /42/an ji Hevpeymana Lahay /1907/Z Turkiyê ji Herêma Efrînê û yên din li Bakurê Sûriyê re dewleteke dagîrker e”, tekez dikin.

Gorîstana Kefirsefrê

Û lêhat jî duh /12/  Avdarê salaneya Serhildana Qamişlo /2004/ Z bû, ya ku Xelkê Efrînê normal ew bîranîna bi’êş vedijand -bi kêmanî seredana gorên şehîdan dikir-, lê ji sê salan ve Dewleta Turkiyê ya dagîrker goristanên wan şehîdan wêran kirine û nandozên wê tarûmarkirina tirbeyên miriyên wan berdewam dikin, û yek newêre boneyê bi tu rengî vejîne, bi ser ku îsal Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî xwest bi derxistina daxuyanekê bi boneyê rûyê xwe sipî bike.

Gorîstana Keferşîlê

Û herweha ji bo “Roja Cîhanî ya Jinê /8/Avdarê” jî, vejînkirina wê li Efrînê weke rûmetkirin û piştgiriyê ji jinê re û weke seknandin li ser doza wê bû. Lê bi talana Artêşa Turkiyê û Milîseyên Islamewî yên tundrew ên girêdayî Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ji herêmê re, ji sê salan ve pir qeyd û bend li ser jinê hatin ferzkirin, bi ser de jî bi gelek rengan azadiya wê hate bendkirin û  bindestkirin, û tiştek bi navê Roja Cîhanî ya Jinê nema.

Vaye hin ji binpêkirinên rûdane:

= Li vê dawiyê Destlatên Turkiya Dagîrker li Efrînê hejmarek ji girtiyên Kurd berdan:

Duktor “Riyad Mile” ji xelkê Gundê “Coqê” (yê ku ji Rezbera /2018/an ve veşartî), li 7.3.2021an û bi şanşoret, ji bo rûyê milîseyan cîlaw bike.

Ciwan “Tahêr Minle Mihemed kurê Ebid Elmenan” ji xelkê Gundê “Coqê”(yê ku ji Rezbera /2018/an ve veşartî).

Hemwelatî “Rif’et Mûrad” ji xelkê Gundê “Kurka” – Navça Mabeta (piştî qedandina bêtirî du sal û nîvan bi awakî veşartî di hepsa Bajaroka “Mari’ê”de – Herêma Ezazê – Bakurê Heleb).

Ciwan “Ebdo Osman kurê Xelîl” ji xelkê Gundê “Çolaqa” – Navça Cindirêsê (yê ku ji Pûşbera /2018/an ve di hepsa Bajaroka “Çoban Begê – Elra’î de – Navça Babê”  veşartî û dest danîne ser nivîsgeha wî ya kirîn firotina avahiyan û di kolana vêlat de –  Bajarê Efrînê), piştî dandina /800/dolar wek vêrgî.

Weha jî ji merivên hemî girtiyên ku bi rengekî zorane veşartî û yên berî werin berdan bo Hepsa Maratê – Bajarê Efrînê têne veguhestin, di riya navbênvanên ji milîseyan yan parêzer û simsarên bi dadvanên dagîrkeriyê ve girêdayî re dora (1500-2000)dolar bi behaneya lezbûna berdana girtî û peydakirina parêzerekî tê standin, û wan haydar dikin ku gerek ji tu kesî re hewal nedin. Ji bilî wê jî, dora (1000-2000)PT wek seza bo dadgehê tê dandin.

= Di bin serpereştiya nûnerên Saziyên Turkiyê yên taybet de, çalakiyên ciwanî û werzîşiyê (bazdanê) li Bajarê Efrînê pir dibin, û merca serke jî gerek Ala Turkiyê bilind were rakirin.

= Di navboriya heyva borî de, çekdarin milîseyan dora bîst alavên baqirî yên mezin ji malên nişteciyên resen li Bajaroka Be’idîna dizîn. Ew bi şev bi dizî derbas binavahiyan û embarên malan dibin û dizîna xwe dikin, ji ber ku xwedî ji tirsa li ser jiyana xwe re newêrin derkevin û tu  çekên nişteciyên resen ên xweparêziyê jî tune ne.

= Li gundekî Navça Reco û di dema ku hemwelatiyekî – yî ku bi tenê ji malbatê mabû – bi oxirkirina cenaza hevjîna xwe û sê rojan bi konê sersaxiyê re mijûl bû, hin çekdarên milîseyan piraniya kelûpelên hundir mala wî dizîn.

= Ger em li teqandina mala dilovanber “Şerîf Qasêm” (a li Bajaroka “Basûtê” û ya li 23.2.2021an rûdaye û di encamê de “Hêva Şerîf Qasêm/21/sal” û merivê wê “Newzet Ekrem Tobal/45/sal” şehîd ketine) vegerin, em kanin bidin xuyakirin ku termê herdu şehîdan bo merivên wan nehatin radestkirin, û milîseyên dagîrkeriyê û bi beşdariya Istîxbaratên Turkiyê li 6.3.2021an, bê ku rê bidin beşdarbûna tek yekî ji xwediyan, di goristana gund de veşartin. Û bi ser xişim û bêtara ku gîhaye herdu malbatan, milîseyan dest danîn ser malên herduyan û tevahiya tiştên hundir herdu malan rêşkirin, herweha jî dest danîn ser dîkangeha (şuştin û çaksazkirina tekerên makînan) a hemwelatî “Omîd – birayê pakrewan Newzet”, û ta niha jî Hevjîna “Newzet” û diya wî, Hevjîna “Omîd” û xwîşka wê ji roja teqînê ve girtî ne. Û bi ser de jî, ligel bi dehan ji girtiyan (ên ku li dû hev hatine berdan) re, tûşî işkencekirinên mekin hatin.

Tiştê ku Xelkê Efrînê vehesîne û dilên wan hênik bike û hinekî ji mafên wan lê vegerîne, ew e dema ku Hikûmetên Dewletên Yekîtiya Ewropî naverokên biryara Perlemana xwe ya hevbeş wergerînin siyaset û kiryaran, da ku, Turkiyê neçar bikin ku hebûna xwe ya dagîrkerî li herêmê bi dawî bike û piştgirî û nixumandina xwe ji Milîseyên Sûrî yên terorîst re (yên qirêjiyan rojane dikin) biseknîne.

14.03.2021an                                                     

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

– Goristanên Pakrewanan li “Kefirsefrê û Metîna û Keferşîlê” – Efrîn, ên ku Rêveberiya Xweser a berê bermaya termên hin Şehîdên Avdara 2004an veguhestiniyê.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button