Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

SERSAXÎ

Bona :

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê Partî Dîmokratî Kurdistan…

Endamên nivîsgeha siyasî û Komîta Navendî ya Partî Dîmokratî Kurdistan…

Koçbarkirina endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya we ya bira Dr.Roj Nûrî Şawês ciyê dilêş û xemgîniya me hemiyan bû.

Dr. Roj Şawês bi kesayetiyekî siyasî payebilind navdar, rewşenbîr, dilgerim û dunyadîtî bû. Li dirêjahiya bêtirî 50 salî, bê dudilî bona gelê xwe yê Kurd, herweha bona pirsa Aştî, Azadî û Wekheviyê, bê dudilî bi comerdî dixebitî. Lewre, koçbarkirina Dr. ROJ, nexasim di rewşeke weha nazik û metirsîdar de, ne tenê ziyana partiyekê û binemalekê bû, lêbelê, bêguman ziyana hemî Kurdan û Azadîxwazan bû.

Bila hûn û hemî mirov û berketiyên Dr. Roj Nûrî Şawês xweş bin.

Bila serê we sax be.

Qamişlo 16.02.2021an

Birayê we

Mihyedîn Şêx Allî

Sekretêrê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button