Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Nalîna kalemêrekî Ji Hundir Efrînê
Zanistê Comê*

Çiqas bibe kesê dibîne û di nav de jiyana rojane diqedîne, ne wek kesê dibîse yan di riya alavên raghandinê re dibîne. Mirov dibîse û dibîne ev kesên ku dev ji Efrînê berdane, û her yek bi deverkê de çû ye, û her yek ji wan di bin bandor û sedemên bi wî ve girêdayî, xwe li ser rastiyê dibîne, û ger derneketiba, dawiya jiyanê bû ji ber ku zarok, wê bê xwendin bimana, wê tî û birçî bimana, keç, pîrek û xortên me wê tarûmar bibana,li dawiyê her yek ji wan sedeman ji xwe re datîne, ku çima ji Efrînê koçber bûye . Bi fermî hejmara kurdên li Efrînê mane, û yên koçber bûne ne diyar in. Û yên li Efrînê bi serbest û vehesî nikanin karê xwe yên rojane bikin, ji ber ku di bin destê milîsên Îslamî yên hovane û dakgîrkeriya Turkiyê de ne,û hemî reng û şêweyên nû ji zor û zînatêbi serê wan dikin. Apê Misto û pîreka xwe ve nimûnake ji malên ku li gundê xwe mane xwediyê çar zarokane, terektor, turumbîl, du avahî li Efrînê bilî yê li gund, du dîkan li ser riya Reco û sê çarsed darî zeytonê xwe bûn, di xêr û xwaşiyê de dijiyan xema dawiya temenê xwe pir ne duxwar ne di dema rijîma sûryê de û ne jî di dema rêvebiriya xweser de tu kesî ji wan bi darê zorê tişt jê nedistandin. Lê mixwabin û kes nebîne piştî kulî û mişk bi Efrînê ketin, hemî tişt xwarin û mişkan hemî dever û kolan hilweşandin. Di talanê de derektor û kelûpelên dîkan û malan tev biribûn. Piştî dûrketina apê Misto ji Efrînê bi çend rojan vedigere mala xwe bûye wek dibêjin ( mala gur e ne ard û ne burxul e). Rojê carekê û du caran kulî û mişk dihatin apê Misto ku ji mal bi derxînin lê pîreka apê Misto ber xwe dida û bi ser wan de dikir qîjevîj û digot: Mal şewitîno, ma we tişt bi me hîşt emê ku va herin ?. Dikan birin, derktor we birin, malên li me birin, mala me li gund vala kirine, bes dîwar û bilat mane.

Piştî çûn û hatina wan bi deh caran û bi darê zorê ji apê Misto û birayên wî û çend mal din ji gund, ji her yekî 2000$ standin, ta hîştin ew di malên xwe de bimînin!. Derd û kulên apê Misto pirtir dibûn li pêş çavan pezê wan di nav darên zeytonê de dihat çêrandin, hemî tiştî didizîn ( dîrakên telefûn û kehrebê, deriyên dibistanan, matorê avê yê ku av didan gundan, bilî genim, ceh û zêtûnan ….H.W.D) kezeba apê Misto dişewitî û di xwe de diqewirî. Dema bi çavên xwe dibîne ew darên zêtûnê yên bi sed hezar caran di dorê re digeriye û bi xûyê eniyê xwe mezin kirine ji bin ve hatine birîn, girî dikeve xirnaqê gewiyê û hêstir ji çavan dilop, dilop diweşin, nema dizanê loma ji kê bike, ji zarokên xwe yên ku ew bi tena xwe hîştine, yan ji tevgera xwe ya kurdî ku yê cefa û keda bi deh sala di nav de xebitî ye, yan jî ji qederê bike. Şêtmêt dima ji karê mişk û kuliyan û alîgirên wan, ji ber ku tiştê dihat kirin û hêj tê kirin li tu deveran li seranserî cîhanê û bi teybat li sûryê nehatî kirin !.. Ji ber ku di serê wan de hatî çandin Kurd gawir in û divê tî û birçî bibin ta ji Efrînê birevin û barkin. Apê Misto baş dizanî û têdighîşt ku ev gilgemara anîne Efrînê ne ji bo partiyekî yan dudiyan e, lê belê ji bo pişaftin û tunekirana gelê Kurdan ji efrîn, ew kesên dibêjin ji bo rakirina p.y.d an pkk, her roj tekez dibe ne rast e û derewek mezin e û ta niha hin aqilkêman di wê baweriyê de ne, ku ne ji Rêvebiriya Xweser ba kulî, mişk û Turkiyê Efrîn dagîr nedikirin!.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button