Du kelehên berxwedanê, yek Efrîn a din jî Kobanê, bi fedekarî û Qehremaniya (YPG, YPJ) deng dan û bûn nimûne li cîhanê, simbola berxwedaniya Kobanê «Arîn Mîrkane» û ya Efrînê jî «Avîste Xabor» û «Barîn Kobane», û herdu keleh xwediyê bi hezaran dastana ne. Lê, pirsa xwe çedike meydanê û tê ser zimanê piraniya xelkê me yê Kurd, ka çima li Kobaniyê serkeftin, û li Efrînê jî şikestin? Ma Qehremaniya (YPG, YPJ) li Kobaniya deşt û dûz ji ya Efrîna çiyayî, gelî û daristan zêdetir bû? Carina jî hin dixwazin rizgarkirina Kobaniyê di hatin û tevlêbûna giropek pêşmergan tenê de bibînin. Bi dîtina me, ne qehremaniya li Efrînê bûye kêmtir bû, û ne jî hebûna pêşmergan bi tenê sersebeb bû. Emê li jêr merc û heyamên hîştine li Kobaniyê serkeftin û rizgarkirin be, û li Efrînê şikestin û dagîrkirin be, ji xwendevanên xwe re, rêz bikin: Li Kobaniyê êrişker û dijmin Rêxistina Da›işê ya terorîst (a ku, piraniya civaka navdewletî û bi awakî fermî li dijî wê derketiye) bû. Lê, li Efrînê êrişker Rijîma Turkiyê (ya endam di Nato de) û bi dehezaran nandozên wê ji milîseyên cîhadîst ên Sûrî – Ixwanî, û bi serokatiya Erdoxan (neviyê Ataturk û sultanên Osmaniyan) bûn. Li Kobaniyê Kiwalisyona navdewletî ya li dijî Daişê û bi serokatiya Amerîka piştgir bû, û raya giştî û gelêrî û ragîhandina cîhanî bi deng bû. Lê, li Efrînê hin dewletên zûlhêz mîna Rûsiya çira kesk ji Turkiyê re vêxist, îranê piş guhê xwe xurand û li heza wê û Rijîma Sûriyê hat, Amerîka paşguh kir û got em li Rojavayê Ferêt ne berpirsiyar in, û piraniya civaka navdewletî yên bi bandor jî bêdeng man û xwe ker û lal kirin. Li Kobaniyê balafirên Kiwalisyona Navdewletî alîkar bûn û li Da›işê xistin. Lê, li Efrînê /73/balafirên Turkiyê hemî xaknîgariya wê bostbibost armanc dikirin. Li Kobaniyê hêzek ji Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bi top û tangên xwe yên orte û giran, her dihat xwestin piştevaniya şervanên (YPG, YPJ) dikirin, û cîgehên Da›işê topebarandikirin. Lê, li Efrîna birîndar tu alîkariyên weha tunebûn. Li Kobaniyê hemî partiyên Kurd li Sûriyê piştgiriya şervanên me dikirin. Lê, li Efrînê beşekî ji Tevgera ma ya Kurdî (ENKS) bi kêmanî ne li rex şervanan bû, ger em nebêjin bi hêzên êrişker re alîkar bû. Li Kobaniyê (Artêşa Azad) piştgiriya xwe ji YPG û YPJ re li dijî Da›işê nîşan da, û ta hêzek jê derbasî Kobaniyê jî bû. Lê, li Efrînê (Artêşa Niştîmanî) ya bi ser Hemahengiya Niştîmanî ya Sûrî ve, beşekî sereke û li pêş Artêşa Turkiyê ya êrişker bû. Tenê tiştê balkêş ku, li Efrînê hebû û li Kobaniyê tunebû, gelê Efrînê /58/ rojan bi şervanên xwe re, bû yek û bi tenê li şûn xwe bernedan. Bi ser ku, merc û heysmên şer ên hebûn ne di berjewendiya berxwedaniya Efrînê de bûn, lê dîsa jî wê bi şervan, partî, mêr, jin, xort, keç, kalemêr, pîrejin, zarok, dar, zinar, çiya û newalên xwe ve, berevanî û fedekariyeke bêhepa pêşkêş kir, bi hezaran şehîd û birîndar dan, /58/rojan li ber xwe da, bi hezaran dastan nivîsandin, bi Kobaniyê re bû hevalcêwî, û li seranserî cîhanê deng veda, û ta niha jî li berxwe dide, û tucarî ta rizgar nebe, radest jî nabe…Lê, heyf û mixabin…Bila çavên felekê û dijminên Azadî, Aştî û Wekheviyê û hemî zordaran birjên.
* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.