Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Dr. Nurî Dêrsimî… Jînenîgarî /Biography- Beşê Duwemîn
Ibrehîm Şitlo*

Di 1962-an de, yek ji Şagirtên ku biminre(Dilawer B.) li Dibîstana El Maemûn – Kolana Cemîliyê dixwend,( ji aliyê devera Derbêsiyê- Cizîrê bû an jî Gundê Bavê wî li wir bû)li nêzîka min li Camîlîyeh dijiya, got ku ew kesê Kurd ku li avahiya Gozim dijiya Qehremanekî Serhildana Dêrsimê ye, Navê wî Dr. Nurî Dêrsimî bû.

Bi xwîngermiya dilê xwe min dubare û bi tundî jê xwest ku navnîşana wî – Doktor Nurî Dêrsimî – ya nuh ji min re peydake ji ber ku ez dixwazim biçim serdana wî ta ez wî Kesî dîrokî binasim.

Bi rastî, hîna 2 Hefte derbas nebûn ku hevalê min Mizgîniya navnîşana Dr. Nuri Dêrsime ji Diya xwe stendiye, lê ji bona serdana Dr. û ji ber vê yekê Diya wî got:

„Divê pêşî ez telefûna Doktor bikim ta ji te û Hevalê tere destûr bistînim û Sozekî li gora demê Doktor bi Roj û dem ji we re bigrim.“

Çend rojan dirêj nekir hevalê min Dilawer. B ez agahdar kirim Ku Diya wî Sozek ji me re stendibû, ji ber vê yekê em li gorî wê li ser wê sozê çûn Koloana Mehetit Baxdad , ku em ketin avahiyekê û bi neh/deh pêlikan de hilkişiyan jor, û deriyê yekem li rastê bû û li ser zengila wî bi Erebî hatibû nivîsandin:

.د.نوري ديرسيمي – فريدة غزأوغلي

Doktor Nûrî bixwe Rûgeş û bi Dengekî xurt bi gotina:

«Oooh…Xortên hêja…Fermo…keremkin».

bixêrhatina me kir,û ev Civîn destpêka naskirina min a kesane bi Dr.Nurî Dêrsimî re bû.

Bejna berêz Dr. Nurî Dêrsimî navînî, taybetmendiyên rûyê cidî, rengê gewr/ spî, dengê xurt, xuyangiya wî mirovî bandora Kerîzma Kesê bi xwe bawer û bi xwe dide der bû.

Piştî Serdana yekemîn min çûyîna xwe mala wî li pey hev û bi tenê bêyî agahdariya hevalê min yê dibistanê Dilawer.B dubare kir. 6- 7 meh/ heyv derbas bûn îca têkiliyên min li gel Dr. nemir Nurî Dêrsimî roj ji rojê bi bîr û bawerî xurtir dibû, hema li dawî ez bûm kurê malê.

Xaltîka hêja xanim Ferîde jî her bi serdana min dilxweş dibû. Wirde wirde jî tiştê malbatî yê taybet jî ji min re digotin.

Peyv û gotinên min bi Apê Berêz re her li ser bingeha dîroka Kurd û Kurdistanê, şoreşên sexwebûnê bû. Carna jî me xwendina yek ji wan pirtûkên ku min ji kitêbxaneya wî dikir.

Gelek caran, Apê qehreman kitêba xwe ya bi Zimanê Tirkî çapkiribû:

«Dersim Kurdistan Tarihinde» ji min re dixwend û bi Kurdî wedigerand û taybet ew banga wî ji xortên Kurdan re bi xwîn germî bi dengê xwe xurt ji min re dixwend.

Min jî jê re nûçe û dem û dewrana civata Kurd li Rojava hewldida.

Eger carna rojname û çapemeniyên Erebî yên li Bêrûtê çapdibûnمجلة الأسبوع العربي – جريدة الحياة – مجلة المصور المصريةNûçeyên şoreşa li Kurdistana Iraqê û rêber Mela Mistefa min jê re dibirin û jê re dixwend.

Ji ber ku ez endamê Partiya Demoqrat a Kurd – Al-Parti – bûm, partiyê ez bi riya rêheval Midewer Ebdil Henan ku ew di wê demê de Berpirsiyarê min bû agahdar kirim ku pêwîste ku ez têkiliyên xwe li gel Dr. Nûrî Dêrsimî rawestînim:

Sala 1965an rojekê heval Midewer Ebdilhanan hate ba min mal û got:

«tu diçî ba Dr. Nurî Dêrsimî, Partî ji te dixwaze ku tu çûyîna xwe ba wî rawestînî.»

Min bersiva wî wilo da û got:

«Dr. kesayetîk welatparêze, ez bi çûyîna xwe ba wî niştmanperwerî jê fêr dibim, Kitêbxana wî jî gelek dewelemende, ez kitêb û dokuminta li ba wî dixwînim, lewra pêwendiya xwe li gel Dr. Nûrî Dêrsimî  bernadim.»

Lê berêz Midewir li min vegerand û got: «divê yan tu bimînî Endamê Partî, an jî tê herî ba Dr. Nurî Dêrsimî.»

Heval Midewer ji cihê xwe helsa ser piyan û bi hêrs li min vegerand û got:

«Tu mijûl bibe û ezê piştî çend rojan werim û bersiva te ya dawî bigrim.»

Piştî 2-3 hefteyan heval Midewer serdana min kir û pirsî:

«Ka,te çi biryar da?.Tê bimînî Endamê Partî an tê çûyîna xwe ba Dr. N. Dêrsimî berdewamkî?»:

Min bersiva Kadiroyê Partî heval Midewir Ebdilhanan wilo da:

«Ez partîme û ezê her biçim ba Dr. Nurî Dêrsimî.»

Berêz Midewir bêdeng ma û me civîna xwe weke her car li ser kar û xebata Partî bire serî.

Piştî wê bi du hefteyan, heval Midewir hat ba min û kitêba Şoreşên BARZAN ji Sala 1931 – 1939 bi Zimanê Erebî:

حركات بارزان من عام 1931 – 1939 بقلم المحامي معروف جياووك

Li pêş min dît, Midewir ji min pirsî:

«Ev çi kitêb e?»

Min got: «Ev kitêbeka giranbuha ye, Nivîskarê wê berêz Merûf Ciyawûk e, bûyer û pêhatiyên têde hatine nivîsandin gelek hêja ne, ji ber ku her tiştek û her bûyerên têde bi nav, dem û cih bi durustî hatine dokominto kirin, min tu caran û ta Îro weke vê kitêbê bi rêk û pêk ne dîtiye.»

Midewir ji min pirsî: Te ev kitêb ji ku peyda kiriye?

Min jêre got: ji kitêbxana Dr. Nurî Dêrsimî.

Midewir dest avête kitêbê, piştî ku çavên xwe li çend rûpel gerand, destûra kitêbê ji min xwest û pêre jî got: Ezê bixwînim û di demek nêzîk li te vegerînim. Piştî soza vegerandina kitêbê bi Sûnd û peyman da min. Min jê bawer kir û heval Midewir kitêb kire paşila xwe û oxir ji min xwest.

Lê piştî wê rojê çavê min cardin li kitêba حركات بارزان بقلم المحامي معروف جياووك

neket, her gav ku min heval Midewir didît min pirsa kitêbê jê dikir, lê wî her car bersiva min wilo dida: «Ezê li te vegerînim»,.

Min Ji bo wenda kirina wê kitêbê xwe gelek li pêş Apê xwe berêz gunehkar dît û li ber xwe ketim û paşîman bûm ku çawa min ew Sûc kir!? Ji vê yekê min çûyîna xwe bi derengî xist û ez paşîman û şêt mabûm ku ezê çi ji Apê xwe re bêjim?

Li Dawiyê min birayara xwe da ku ez sardana Apê Doktor bikim û rastiyê jê re bêjim.

Lê Apê hêja Dr. Nurî Dêrsimî bi paqijiya dilê min bawer bû ji ber wê jî dilê xwe ji min negirt, tenê qewîtiya xwe ji min re wilo got:

«Lawê min , divê ev ji tere bibe ders da, tu kitêban car din nedî her kesî.»

Min her guh neda xwesteka partiyê û min serdan, çûyîn û pêwendiya xwe roj bi roj nêztir dikir, û Apê qehreman gelek caran şîret li min dikir ku ez ji partiyê dûrkevim û gotinên wî hîn jî di guhên min de ne:

« Lawê min viya ne Partiye, viya Patirtiye!.»

Derbarê qedexekirin ü rastdariyên Partî yên ji bo pêşîgirtina min li serdana Dr.Nurî Dêrsimî, ev bûn:

Dr. kesek paşverûye ew Endamekî pêşeng ê Partiya Xoybûne. Xoybûn ji hêla hin kesên foydal û paşverû ve tê rêber kirin û ji ber vê yekê dijminatiya partî û rêgezên wê yên pêşverû dike. Pêdivî ye ku endamekî partiyê bi Dr. Nurî Dêrsimî û hevalên wî yên paşverû têkiliyên dostane neke!

Li vir, dema ku birin û wendakirina kitêba : Şoreşên Barzan…tê Bîra min, ji min re diyar dibe ku mebesta berpirsyarê min berêz Midewir ew bû ku Dr. Nurî Dêrsimî ji bo wendakirina wê kitêbê xwe ji min bixeyidîne û ew jî bibe sedema aloziyek ku li dawî baweriya Dr. bi min nemîne… û her pêwendiya min li gel Doktor were birîn.

Wilo jî Kadroyê Partî wê bigihîşta armanca xwe.

* Rojnama Newroz – hejmar /148/ – 12ê Reşmeha 2021 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button